Diyaspora - 160

15 March 2024
Diyaspora - 160
Li dijî dersînorkirina koçberekî Kurd li balafirxaneya Parîsê xwepêşandan hat lidarxistin
Di gel nerazîbûna zêde ya rêxistinên parastina mafên mirovan li Fransayê, koçberekî Kurd ji bo Tirkiyê hat dersînorkirin.
Fîraz Korkmaz bi wê yekê hatibû tohmetbarkirin ku meha bihorî li bajarê Strasbourgê beşdarî xwepêşandana ku li pêşber avahiya Yekîtiya Ewropayê hatibû sazkirin bûbû.
Polîs dibêje di wê xwepêşandanê de wêneyê Abdullah Ocalan bilind kiribû û ji bo piştgiriya PKKê slogan avêt. Çarşema hefteya bihorî, dema ku polîsên Fransî Fîraz Korkmaz ji bo dersînorkirinê bir balafirgeha Charles de Gaulle, bi dehan kes ji bo piştgiriyê bidin Fîrazî ketin balafirgehê û li wir bi polîsan re pevçûn derket.
Yên ku ji bo piştgirîkirina wî koçberê Kurd hatibûn, ne tenê Kurdên li Fransayê dijîn bûn, lê hejmarek siyasetmedarên çepgir ên Fransî jî bi wan re bûn.
Vê hefteyê hat piştrastkirin ku Fîraz hatiye dersînorkirin û niha li Tirkiyê di girtîgehê de ye.

Almanya.. Her du qaçaxçiyan xwestiye 28 koçberan bi rêya sarkerê bigihînin Ewropayê
Li Almanyayê, yekşema bihorî polîsan 2 qaçaxçiyên welatiyên Tirkiyê girtin ku dixwestin 28 koçberan (Kurd jî di nav wan de hebûn) ji Komara Çekê bi kamyoneke sarker derbasî Almanyayê bikin.
Wekî polîs behs dike, rewşa tendirustiya wan koçberan pir xerab bû.
Li gorî daxuyaniya polîsan, êvara yekşemê otomobîleke Mercedes Benzê ku kamyoneke sarker pê ve bû ragirtin. Dema ku deriyê sarincê vedikin, 28 koçberan dibînin ku ji ber serma û nebûna av û hewaya pêwîst rewşa wan a tenduristiyê pir xerab bû.
Polîs dibêje di sarincê de pencereyên ronahiyê nebûn û hewaya hundirê sarincê jî nehatibû guhartin. Vê yekê jî jiyana koçberên ku wek polîs dibêje zarok jî di nav wan de hebûn, xistiye metirsiyê.
23 koçberan li Almanyayê doza mafê penaberiyê kiriye û 5 zarok jî birine cihên taybet bi zarokan. Niha her du qaçaxçî jî ku temenê wan 26 û 52 sal e, li bajarê Dresdenê yê Almanyayê lêpirsîn ligel wan tê kirin.

Ji bo pêşîgirtina li madeyên hişber Avusturya (Nemsa) sînorên xwe bi Almanyayê re kontrol dike
Dibe ku yên ku ji Almanyayê diçin Nemsayê, li ser sînor tûşî xalên kontrolê bibin. Ev jî di nav welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) de ne asayî ye, lê ne neqanûnî ye.
Awûstûrya û Almanyayê her tim xalên kontrolê danîne da ku rê li hatin û çûna koçberên qaçax bigirin, lê vê carê Awûstûrya ji ber madeyên hişber wan datîne.
Qanûnên nû yên bikaranîna madeyên narkotîk dê vê hefteyê li Almanyayê bikevin warê cîbicîkirinê. Li gor van qanûnan êdî bikaranîna hin madeyên hişber (ku jê re soft drugs/dermanên nerm tê gotin) ne qedexe ye û li gelek deverên Almanyayê dikarin bên bikaranîn.
Lêbelê, bazirganîpêkirina wan hîna jî qedexe ye. Wezîrê Navxwe yê Avusturyayê dibêje, dixwazin bi wan xalên kontrolê welatiyên xwe biparêzin ji yên ku li aliyê Almanî madeyên hişber bi kar tînin û vedigerin hêla Nemsayê.

Di hefteyekê de 800 koçber bi rêya nû ya Qibrisê gihiştine Ewropayê
Qibris hogirî diyardeyeke nû dibe. Ew jî hatina koçberan bi rêya deryayê ji Lubnan an jî Sûriyê bo Qibrisê ye. Tenê vê hefteyê 800 koçber bi vê rêyê derbasî axa YEyê bûne.
Vê yekê hêla ku serokê Qibrisê civîneke lezgîn bi kabîneya hikûmeta welatê xwe bide kirin û ragihand ku Qibris di qeyraneke mezin de ye. Lewra jî daxwaz ji YEyê kir ku alîkariya welatê wî bike.
Li gorî zanyariyên ewil gera keştiya masîgiran ji bo koçberên neqanûnî yên ji Sûriye û Lubnanê ber bi Qibrisê ve 10 saetan kuta dibe. Vê yekê kiriye ku bibe rêyeke nû ya balkêş a hatina koçberan.

Ji vê hefteyê ve hûn dikarin bi vîzeya Bulgaristan û Romanyayê li seranserê Ewropayê bigerin
Ev nûçe ji bo wan kesan e ku dizanin sefer an koç her tim qanûnî û fermî be çêtir e. Heke hûn dixwazin vîzeya Şengenê bistînin, ji vê hefteyê ve hûn dikarin vî karî li balyozxane û konsulxaneyên Romanya û Bulgaristanê bikin.
Ev her du welat (Romanya û Bulgaristan) bûne endamên 28 û 29an ên welatên endamên Peymana Şengenê. Di encamê de, her kesê ku vîzeya wan her du welatan bi dest bixe dikare li seranserê Ewropayê bigere.
13 sal bûn van her du welatan hewl dida ku bibin endamên Peymana Şengenê û hewlên wan ji vê hefteyê ve encam dan. Loma ji niha ve dest bi rakirina xalên kontrolê yên li ser sînorên welatên din ên Şengenê kirine.

Aysel Hacî li Danîmarkayê jiyana xwe ji bo alîkariya feqîran terxan kiriye
Tîma Diyasporayê çû Danîmarkayê û çîrokeke balkêş ji temaşevanan re anî, li şarê Odense jineke Kurd heye ku bi navê Teresaya Kurd li Danîmarkayê tê nasîn.
Aysel Hacî berê ji ber ku zarok jê re çênedibûn, ji Kurdistanê koçî Danîmarkayê kir. Lêbelê li Danîmarkayê ne tenê bû dayik, di heman demê de bû dayika gelek kesên ku hewcedarî alîkariya wê ne. Ew niha xwarin û tiştên din ji supermarketên mezin ên Danîmarkî berhev dike û êvaran wek selikên xwarinê dide wan kesên ku dahata wan a mehane têrê nake ku bi dilê xwe ji xwe û malbatên xwe re xwarinê bikirin. Ji xwe re çîrokê bibînin.

Aysel Hacî. Teresaya Kurd e li Danîmarkayê. Zêdeyî sî salî ye li diyasporayê dijî. Seroka Roja Sor a Kurdî li Danîmarkayê ye. Ew li ser projeyên cuda yên xweguncandinê dixebite. Alîkariya kesên feqîr û birçî jî dike.

Ji tirsa ku jin li ser neyê anîn tevî mêrê xwe ji Rojava çû Danîmarkayê
Aysel Hacî “Dema ku ez li Rojavayê bûm, zarok ji min re çênedibûn, li wir jî ku jinek zarokan neyîne jineke din tînin ser..tiştên wisa..hin adetên me yên kevn ên xirab in, min jî wekî jineke kurd qebûl nedikir ku jinek li ser min bê anîn. Rabû min ji mêrê xwe re got, berî tu jineke din bînî divê tu min berdî, wî jî digot an bila zarokên min nebin an ger hebin bila ji te bin. Ji bo wî jî nexweş bû. Malbata wî daxwaza zarokan jê dikir, loma me biryar da ku em bi hev re ji welêt derkevin û herin xerîbiyê. Rabû di destpêka sala 1990î de mêrê min çû Ewropayê û ez jî mam, min karê ciwankirina jinan dikir û di sala 1991ê de ez jî çûm." Dibêje jî "Ez li taxa Hilêliyê ya ser bi Qamişloyê ji dayik bûme û xwişk û birayên min li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûne, ango dê û bavê min ji bakur hatine rojava, êdî ez mezin bûm û bûm mamosteya zimanê erebî.”

Ev yek ji wan sibehan e ku Aysel û hevkarên xwe diçin supermarketan û tiştên ku dema wan dike biqede, berhev dikin. Piştî komkirinê, yên xirab têne avêtin û yên baş têne parastin. Ayselê bi xwe jî bi hevkarên xwe re dixebite. Divê her tişt bê tomarkirin û eşkere bibe ka çi bûye û bi kî hatiye dayîn. Dema ku Ayselê hat Danîmarkayê nizanîbû rojekê wê vî karî bike.
Zehmetiyên Danîmarkayê
Aysel Hacî “Dema ku em hatin Danîmarka destpêkê gelekî zehmet bû, tu TViyeke kurdî nebû, hemû danîmarkî bûn, îcar tu malbateke Rojavayê Kurdistanê jî li wir nebû, dijwar bû, lê xweşbextane me çend kes û malbatên Başûrê Kurdistanê li wir dîtin û em êdî bûne dostên hevdu û em zaf kêfxweş bûn.”
Çîroka ducanîbûna Ayselê
Aysel xanê dibêje “Heyama 11 salan li Rojavayê zarokên min nebûn, ango em ji ber vê sedemê reviyan xerîbiyê… Min mêrê xwe ji destê wan rizgar kir… Sê hefte bûn em gihîştibûn û keça mamê mêrê me li kampê bi me re bû, ez pir nexweş bûm. Wê got ku hemû nîşanên ducaniyê li te hene, lê min henekê xwe bi gotinên wê kir û got ev 11 sal in zarokê min çênebûne û êdî zehmet e. Paşê bijîşk ez test kirim û derket ku ez ducanî me û ez pir dilxweş bûm û rojeke pir xweş bû. Min got ez heyama 11 salan çimkî ducanî nedibûm em reviyan û me terka xizmên xwe kir, êdî kurekî me çêbû û min navê wî kir Roj.”

Gelek projeyên Ayselê ji aliyê hikûmeta Danîmarkayê ve têne destekkirin. Bi taybetî, ev xanim pir bi Ayselê bawer e û herdem jî wekî şêwirmend û hevkar bi wê re ye.
Katrîn: Aysel Hacî ji karkirinê bêzar nabe
Katrîn “Gava ez navê Ayselê tînim, dixwazim tiştekî li ser wê ji xelkê re bibêjim. Bi dîtina min, ew bingeha hêza rêxistinê ye û girîngiyê dide xelkê û dilekî wê yê zaf mezin heye ku lawaz in û karîgeriya wan li ser heye. Bawer nakim ku wê hê jî projeyên xwe kuta kiribin. Serê hefteyê tê û dibêje Katrîna were dixwazim tiştekî ji te re bêjim..îcar em hişê xwe dixebitînin û difikirin çawa kar bikin û çiqas pere ji me re lazim in û loma ev karekî hevbeş e û em xelkê tînin cem hev û projeyê bdidin destpêkirin."

Piştî ku Ayselê xwendina ziman û mamostetiya baxçeyê zarokan kuta dike, dest bi alîkariya kesên ku ziman nizanin dike. Ji wir bi saziyên dewletê re têkiliyê datîne û nola xwebexş dest bi kar dike. Li wir jî bi navtêdana welatiyekî ji başûr biryara avakirina Rêxistina Roja Sor didin.
Rêxistina Roja Sor çawa hate damezrandin?
Aysel Hacî: Berê li nik me gava xelkê sond dixwar digotin bi vê roja sor. Navê kurê min jî Roj bû. Êdî min ji wî navî hez kir. Min ev nav li saziya xwe kir û pêşî zehmet bû, her yek ji Nesrîn û Necla û ligel min bûn û me pir kar dikir û piştî salekê du salan ango gava DAIŞê Şingal dagir kir û xelk aware bûn, êdî min li vir xwest ku cihekî ji me re peyda bikin û min bangewaziya karê xêrxwaziyê kir bo awareyên Şingalê û êdî rojane saet 10ê sibehê heya 4ê êvarê li vir dimam û min alîkarî kom dikir û paşê me hefaten ji awareyan re dişand. Alîkarî ne tenê bo awareyên Şingalê bûn, lê berfireh bû. Me alîkarî gihandin derdora Kobanê û Efrînê jî û hemû awareyên ku destê me gihabe wan. Me alîkarî di kartonan de kepis dikir û bi rêya tirêleyên mezin dişand."

Aysel ji ber xebatên xwe li Danîmarkayê gelek xelat wergirtine. Çapemeniyê gelek bal kişandiye ser wê. Dibêjin dema Ayselê projeyekê tîne şaredariyê, yekser tê qebûlkirin û nayê redkirin.
Xelatên Ayselê
Katrîn “Me alîkariya wan jinan kir ku ziyan gihaye wan û hatine zêrandin û rastî tevgera xerab hatine. Me kurseke biçûk a perwerdeyî ji wan re vekir. Ayselê bi başî dest pê kir û kurs digot û êdî ji hêla şaredariyê hat xelatkirin. Nizanim navê xelatê çawa wergerînim, lê xelateke karsazî û civakî bû. 40 hezar û peykerek bir. Ayselê rêxistina xwe berfireh kir û çend beş lê zêde kir, her cara ku em xelatekê ji şaredariyê werdigirin, bi xêra Ayselê ye û her kes destxweşiyê lê dike.”

Projeyên Ayselê pir in. Ji projeya baxçeyê zarokan ji bo zarokên koçber bigire heta gelek projeyên jinan û geştên havînê. Yek ji projeyên wê jî hînkirina dirûtinê ye.
Kursên dirûtinê û zimanê kurdî
Aysel Hacî: Gelek jin tên hînî dirûtinê dibin. Hemû temen beşdarî qursên dirûtinê dibin, lê piraniya beşdaran bitemen in û ji 55 salî mezintir in, li malên xwe bi tenê ne, ne karê wan heye û ne jî kes bi wan re heye, ev yek ji wan re ne xweş e, ji ber vê yekê ew têne vir, li vir kêfxweş dibin û fêr dibin. Her wisa em cil û bergên kurdî ji bo mezin û zarokan didirûn. Her wisa li vir bikaranîna naylonê li bazaran qedexe ye û em telîsekî yan tûrikekî bi qebareyên cuda ji caw çêdikin û wekî dewsgirê naylonê tê bikaranîn û em wê difiroşin û bazara wê jî baş e. Wekî din, rojên duşemê em jin dicivin û werzişê dikin. Her wiha kursa me ya hînkirina zimanê kurdî bi awayê online heye ku ji aliyê keçeke rojavayî ve tê birêvebirin û berê beşdar pir bûn, lê niha kêmtir in û wê rojê keçek bi kurdî xweş diaxivî ku berê nizanîbû bi kurdî biaxive.”

Êvar e û xelk li bendê ne ku Aysel û ekîba wê selikên xwarinê bidin wan. Her tişt tê amadekirin û belavkirin.
“Ciwanên Kurd ên diyasporayê yên li Danîmarkayê şareza û jêhatî ne”
Aysel Hacî: Şikir ji Xwedê re, zarokên Kurd li vir mirovên serketî ne û piraniya wan guh didin xwendinê û di xwendina xwe de serketî ne û her wiha ciwanên ku vê dawiyê ji Rojava hatine ji ber rewşa wir a xirab kesên pir jîr in û jêhatî ne û xwendina xwe kuta kirine û di karên xwe de pir cidî ne û em bi wan serbilind in.
Ez hemûyan nas dikim û karên min pir pak in û em bi awayekî rêkxistî û rêkûpêk kar bikin.”

Mîrko Osman werzişvanê Kurd ê diyasporayê ye ku di şikandina destan de bê hevrik e
Mîrko Osman werzîşeke taybet û cuda hilbijartiye û tê de bûye şampiyon. Ew jî wek heyama berê ya bav û kalên xwe bi werzişa şikandina destan dilîze û gelek madalya û şampiyonî bi dest xistiye.
“Navê min Mîrko Osman e, ez 25 salî me, li Silêmaniyê li taxa Aştiyê hatime dinê, ji sala 2004an ve li Almanyayê dijîm. Min di sala 2019an de dest bi werzişa destşikandinê kir û bûm şampiyonê Almanyayê. Ji zarokatiya min ve destên min pir xurt bû. Min ji ciwaniya xwe ve ji lîstika şikandina destan hez kir. Min berî 5 salan dest bi vê werzişê kir û berê jî ez bi lîstika boksîngê dilîstim, paşê hevalên min gotin divê tu dest bi lîstika şikandina destan bikî ji ber ku ev meraqa te ye, loma ez jî çûm ji komekê dest bi lîstikê kir û piştî 3 mehan ez bûm şampiyonê Almanyayê. Paşê ez çûm Swîsre, Polonya, Fransa û 2 caran çûme Slovakyayê û bi ser ketim.”
Mîrko Osman li Almanyayê bû mêvanê Studyoya Diyasporayê û ragihand, ji zarokatiyê ve hêza destê wî pir bû û dibêje “Min bi xwe hest pê kiribû ku hêza destê min pir e û min bi navtêdana hevalên xwe dest bi lîstika destşikandinê kir û min karî bi ser kevim û her wisa ez li şeş welatan bûm şampiyonê destşikandinê û berê wekî werzişeke akademîk girîngî pê nedihate dayî, lê vêga cuda ye û çend sal in li cîhanê giringî pê tê dayîn û alîgirên wê pir bûne.”
Mîrko eşkere kir heta bû 18 salî werzişa boskînê dikir û got “Piştî ku min çend xelat wergirtin û min xwest beşdarî qehremaniya Almanyayê ya werzişa destşikandinê bibim, ez cara pêşî sala 2019an beşdar bûm û bûme qehremanê Almanyayê.”
Mîrko dibêje “Ji rikberiya wan kesan hez dikim ku ji min bihêztir in. Tê bîra min, min carekê destê werzişvanekî amerîkî yê naskirî şikand.”
Mîrko Osman diyar kir ku xwarina baş bandorê li xurtbûna destê wî dike û dibêje “Destê Kurdan ji bo lîstika destşikandinê xurt e. Min kurekî 16 salî li Silêmaniyê dît ku destê wî ji yê min bihêztir nû.”
Mîrko eşkere kir ku meha pêncan li Slovakyayê beşdarî rikberiya destşikandinê dibe.

Akterê ji Kobanê Ronî Şamîlyan li Almanyayê diçûrise
Bajarê Kobanê ne tenê bi lehengiya xwe li hember DAIŞê, lê bi hezkirina xelkê xwe ji çand û zimanê kurdî re jî navdar e. Ronî Şamîlyan gencekî kurd ê xelkê Kobanê ye û vêga li Almanyayê wekî akter dibiriqe. Cengo Şerîf fîçerek li ser wî amade kiriye

Çîroka biriqîna akterekî xelkê Kobanê li Almanyayê
“Ronî Şamîlyan akterekî kurd e û xelkê Kobanê ye û dema 24 salan e li Almayayê dijîm û beşdarî gelek fîlmên almanî bûme û yekem fîlma min li dawiya 2013 bû, li Kobanê hatibû kişandin, bi navê Rêya Helebê. Heyama 50 rojan domand û Alman bi fîlmê pir şaşwaz bûn û li ser axivîn xasma di rojnameya Bild-Zeitung de, rûpela sereke lap bo min û fîlma min hatibû terxandin, ev ji bilî kanalên almanî, hover film festival-48 xelata baştirîn akter da min di fîlma Rêya Helebê de.”
Ronî Şamîlyan li du fîlmên Rojhilatê Kurdistanê rol gerandiye
“Li Rojhilatê Kurdistanê min du film berhem aniye, yek ji wan (xwêfiroş) ji derhênana Maryem Semîdî. Li vir digotin min, tu çawa dikarî li Îranê film çêbike, êdî ez nola geştyar çûme Îranê û min bêyî rizamendiya dewleta Îranê dest bi karê wênegirtinê kir û pêşî tirseke min hebû, lê yên li wir bi min re beşdar bûn hêz û moraleke mezin dane min û ezmûneke baş bû ji bo min û fîlma duyem jî bi navê (Xaniyek bertavê) bû ku senaryoya wê ya min û Maryem Semîdî bû.”
Ronî Şamîlyan di çendîn fîlmên navdar de rol gerandiye
“Li Almanyayê kurdên ku dixwazin beşdarî fîlmê bibin pir in, lê ez bi hevalê xwe Basil Binî re axivîm û min jê xwest ku em şirketekê ji bo berhemanîna fîlm û klîban ava bikin. Em vêga di destpêka damezrandina wê de ne û pêşî me ji fîlmên biçûk û kurt dest pê kir.”
Ronî Şamîlyan: Min jiyana xwe ya rojane terxanî sînemayê kiriye
“Jiyana min a rojane wek her kesekî asayî ye û diçim ser kar û vedigerim û zarokên xwe dibînim û li derve ligel hevpîşeyên xwe û sînemakaran diaxivim û gava ez li malê bim jî bêtir seyra fîlman dikim û hefteyê rojekî jî serdana studyoyê dikim û her du hefteyan jî carekê diçim şanoyê. Li gorî min, akterî ne tenê behre ye, lê hewcedarî girîngîdan û hînbûna domdar e.”
Ronî Şamîlyan: Kurd li Almanyayê di biwarê sînema de zaf çalak in
Ronî Şamîlyan: Divê kurd bi awayê pîşeyî di biwarê sînema de bixebite
“Ciwanên ku ji karê sînemayê hez dikin girîng e pêşî bi awayekî akademîk û pîşeyî bixwînin û hîn bibin û herdem çavdêr bin û ji kar neyên qutkirin, ji ber ku veqetîn ango kêmbûna hêza akteriyê.”