Yek ji birîndarên bûyera gulebaranê ya li bajarê Orebroya Swêdê Kurd e û niha li nexweşxaneyê ye

Li ser bûyera gulebaranê ya vê hefteyê ya bajarê Orebroya Swêdê agahiyên nû hino hino eşkere dibin. Roja sêşemê, saet 12:30ê nîvro, xortekî Swêdî bi çek çû nav dibistanekê. Wî bi rast û çepê de dest bi gulebaranê kir û her kesê ku diket ber çavên wî dida ber guleyan.
Xwendekar û mamoste di polan de û li her cihekî ku karîbûn xwe vedişartin. Di dîmenên ku xwendekaran di torên civakî de belav kirine xuya dibe ku hinekan ji wan xwe di bin mase û kursiyan de bi cih kiriye.
Li gorî agahiyên bernameya Diyasporayê, du jinên Kurd, yek ji Rojhilatê Kurdistanê û yek jî ji Başûrê Kurdistanê, şahidên bûyerê ne. Dilxwaz, ku xelka Başûrê Kurdistanê ye û naxwaze nasnameya xwe eşkere bike, ji Diyasporayê re got ku wê bi çavên xwe bûyer dîtiye. Ew 7 sal in li Swêdê ye û ji bo xwendinê li wê dibistana Orebroyê bûye.
Polîsê Swêdê ragihand ku di bûyerê de 11 kes hatine kuştin ku yek ji wan êrişkar bû. Her wiha eşkere kir ku qurbanî ji welatên cuda cuda ne. Piştî lêkolînên zêdetir, hat dîtin ku Kurd ne tenê şahid bûn, lê di nav qurbaniyan de jî hene. Yek ji birîndaran ku niha li nexweşxaneyê ye Kurd e.
Wişyar Îsmaîl ku kesekî naskirî û çalakvanê Orebroyê ye û serdana wî Kurdê birîndar li nexweşxaneyê kiriye, ji Diyasporayê re got:
"Min serdana wî Kurdê ku di bûyera Orebroyê de gule li lingê wî yê rastê ketiye kir. Gule di lingê wî de teqiyaye û bi awayekî xirab birîndar bûye. Du caran emeliyat bûye û êşa wî berdewam e û rewşa wî ya tenduristiyê jî ne baş e."
Her wiha got, "Birîndar xelkê navçeya Badînanê ya Başûrê Kurdistanê ye û ji bilî wî Kurdekî din jî di nav birîndaran de heye."
Wişyar Îsmaîl diyar kir ku hevjîna wî jî li wê dibistanê bûye lê wê rojê nexweş bûye û neçûye kar. Wî got:
"Dibistan gelekî mezin e û mezintirîn dibistana herêmê ye. Zêdetirî hezar û 500 xwendekaran hene û hemû xwendekar ji neteweyên cuda ne û ti kes ji wan ne Swêdî ye. Lê mamoste Swêdî ne û yek ji wan mamosteyan jî hatiye kuştin. Ji bilî êrişkar hemû qurbaniyên din koçber in û bi nijad ne Swêdî ne."
Wişyar Berwarî gotina xwe wiha qedand: "Di dema her êrişekê de polîs dibêje kesê êrişkar an tometbar nexweşiya wî ya derûnî hebû yan serxweş bû, ev jî ne rast e."
Li Almanyayê 11 Kurd li bajar û bajarokên cuda ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal berendam in
Almanya nêzîkî hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal dibe. Piştî 16 rojan nêzîkî 60 milyon welatiyên Almanyayê dê mafê dengdanê ji bo namzedên 41 partî û lîsteyên beşdar hebe da ku wan bigihînin ser kursiyên parlamentoyê. Di navbera partiyan de rikberiyeke tund heye, ji rastgiran heta çepgiran.
Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha 11 berendam li deverên cuda yên Almanyayê mijûlî kampanyayê ne. Piraniya van berendaman girêdayî partiyên navend-çep û navend-rast in. Vê carê di nav Partiya Demokrat a Xiristiyan a rastgir de jî berendamên Kurd hene. Her wiha hat zanîn ku serokê yek ji lîsteyên beşdar jî Kurd e.
Partiya Kesk yek ji partiyên mezin ên beşdar e di van hilbijartinan de. Di nav refên vê partiyê de gelek Kurd hene ku xwedî postên bilind in. Wek mînak, Cîgirê Serokê Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê Kurd e û berendam e ji bo posta Serokê Şaredariya Mezin a Kolnê.
Di nav Parlamentoya Federal a Almanyayê de jî Qasim Tahir Salih di Fraksiyona Keskan de ye û di demên dawî de bi parlamenterên fraksiyonên din re "Koma Jiyana Kurd" ji bo piştgiriya Kurdistanê û diyasporaya Kurdan ava kir. Ev parlamenter niha bi germî mijûlî propagandayê ye ji bo gera bê û li bajarê Dresdenê bû mêvanê diyasporayê û ragihand ku ev 3 sal in ku ew endamê Parlamentoya Federal a Almanyayê ye û gava wî ya yekem di karê xwe yê parlamenteriyê de avakirina komekê bû ji bo piştgiriya Kurdan û doza wan û karîne gelek karên baş bikin, xasma komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve wekî jenosîd bidin naskirin û di vê de bi ser ketin.
Qasim Tahir got: "Eger ez bikaribim careke din vegerim parlamentoyê ez ê ji bo başkirina jiyan û rewşa wan Kurdên ku li Almanyayê dijîn kar bikim û her wisa alîkariya zêdetir a koçberan, bi taybetî koçberên Kurd bikim, her wiha em ê hewl bidin alîkariya zêdetir a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û eger Kurdên zêdetir werin nav parlamentoyê em ê sûdeke zêdetir bidin doza Kurdî."
Qasim Tahir eşkere kir ku piştî hilbijartinan, partiya AfDê bi tenê dimîne ku propaganda tund a li dijî koçberan dike û got: "Partiya Demokrat a Xiristiyan û Partiya Sosyal Demokrat û her wiha partiya me jî ku Partiya Kesk e nabin hevpeyman û bi AfDyê re kar nakin û tu carî wekî Holenda, Nemsa û Swêdê li Almanyayê nayê, em jî daxwaz dikin ku xelkê Almanyayê dengê xwe nedin AfDyê."
Berbijêrê Kurd ê Partiya Kesk amaje pê kir ku berendamên partiya wan her tim di nav xelkê de ne û ji bo xelkê kar dikin, dixwazin careke din vegerin parlamentoyê da ku projeyên Partiya AfDyê bi ser nekevin.
Qasim Tahir daxwaz ji hemû koçberên Almanyayê bi hemû neteweyên cuda kir ku bi tu awayî dengê xwe nedin Partiya AfDyê, ji ber ku serkeftina wê tê wateya nexweşbûna jiyana wan û baştir e ku dengê xwe bidin partiyên demokrat û Partiya Keskan.
Hefteya borî nêzîkî 400 kesan ji Fransayê bi 7 qeyikan derbasî Brîtanyayê bûn
Wezareta Karên Hundir a Brîtanyayê daneyên balkêş eşkere kirin. Dane li ser demên hatina koçberan in bi qeyikên biçûk ji Kendava Înglîzî ber bi nav Brîtanyayê ve.
Di wan daneyan de xuya dibe ku ji sedî 40ê koçberan rojên şemî û yekşemê yên her hefteyê digihin wî welatî. Wezaretê eşkere kir ku sala 2024an bi giştî 38 hezar û 816 koçber bi belemên biçûk hatine wî welatî. Ji wan 8 hezar û 421 kes rojên şemiyê çûne (yanî şeva înê li ser şemiyê derketine) û 6 hezar û 133 kes jî rojên yekşemê gihiştine hundirê Brîtanyayê.
Rojên duşemê di dirêjahiya salê de 2 hezar û 963 koçber derbas bûne. Sedema ku koçber di dawiya hefteyê de baştir derdikevin li wê yekê tê vegerandin ku polîsên Fransî û hêzên parastina sînor rojên dawiya hefteyê stafeke kêmtir li ser sînorê avî yê bi Brîtanyayê re heye. Lê Fransa bi tundî vê yekê red dike û ragihandiye ku derketina zêdetir a koçberan di wan deman de ti têkiliya wê bi kêmiya stafa sînorparêzên Fransî re nîne.
Li gorî agahiyên Diyasporayê vê hefteyê 391 koçber bi 7 keştiyên biçûk gihiştine Brîtanyayê. Piraniya wan rojên yekşemê û çarşemê gihiştine, ku her carê nêzîkî 150 koçber bûne.
Neteweyên Yekbûyî: Li rexê Fransayê agahiyên pêwîst ên yasayî nadin koçberan û hatine piştguhkirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî raporek belav kiriye û behsa wan koçberan dike (beriya derbasbûna wan ji bo Brîtanyayê). Di raporê de hatiye ku piraniya wan koçberên li vî aliyê avê li gorî yasayên navneteweyî mafê wan ê parastinê wek penaber heye, lê li Fransayê wek pêwîst di vî warî de agahiyan nadin wan. Ev yek jî, wek ku UNHCR qal dike, bûye sedema karesatan û tenê sala borî 85 kes li sînorê avî yê di navbera Fransa û Brîtanyayê de xeniqîne.
Rêxistin çûye herêma Kalêyê ya Fransayê û bi wan kesan re axiviye ku dixwazin derbasî Brîtanyayê bibin. Ji her çar kesan sê kesan gotiye ku daxwaza mafê penaberiyê li Fransayê nekirine. Komîteya Neteweyên Yekbûyî dît ku ev hemû ji wan welatan tên ku şer û pevçûn li wan hene û li gorî yasayên navneteweyî mafê wan heye ku dewleta Fransayê wan biparêze û mafê penaberiyê bide wan.
Di daneyên nav raporê de xuya dibe ku niha bêhtir koçberên ji Sûdanê li wê herêma Fransayê ne û ji sedî 40ê koçberên wê pêk tînin. Koçberên Rojavayê, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û welatiyên Sûriyeyê, Îraqê û Îranê di navbera ji sedî 9 û 4ê koçberên herêma Kalêyê de pêk tînin.
Her çiqas partiyên rastgir û dijî-koçber li welatên Ewropayê dibêjin piraniya koçberan ji bo pere û guherandina rewşa xwe ya aborî tên Ewropayê, lê belê rapora Neteweyên Yekbûyî dibêje tenê ji sedî 15ê wan kesên ku bi wan re axivîne ji bo guherandina rewşa xwe ya aborî hatine û yên din ji ber sedemên siyasî û ji tirsa tundûtîjiya siyasî, etnîkî û olî ji welatên xwe reviyane.
Herêmeke Nemsayê: Divê penaxwaz ji bilî fêrbûna zimanê Almanî, fêrî zaravayê herêmê jî bibin
Li Eyaleta Nemsaya Jorîn (yan wek bi Almanî jê re dibêjin -Oberosterreich-) ji bo koçberên ku dixwazin li wir bijîn an daxwaza mafê penaberiyê li wê derê bikin planeke sosret hatiye danîn.
Partiyên siyasî dixwazin ji niha û bi şûn de koçber ji bilî ku divê hînî zimanê Almanî bibin, fêrî zaravayê taybet ê herêmê jî bibin. Christian Dorffel, Wezîrê wê herêma Nemsayî yê ji bo karûbarên civakî û xweguncandin û ciwanan dibêje ku fêrbûna zaravayê herêmê dê wer bike ku koçber ji xelkê herêmê baştir fêm bikin û jiyana wan a rojane hêsantir bibe.
Ev wezîrê ku ser bi Partiya Lîberal Konservatîf (OVP) e, dibêje di dawiyê de divê koçber xwe li gel piraniya civakê biguncînin û fêrbûna zaravayê jî beşek ji xweguncandinê ye.
Lê vê raman û planê gelek kes li Nemsayê nîgeran kirine. Ji ber ku wek ew behs dikin zaravayê Nemsaya Jorîn kêmtir ji yek milyon û nîv kesî pê diaxive û nabe koçber werin neçarkirin ku li kêleka zimanê Almanî hînî wê şêwezarê jî bibin. Bi taybetî jî kesên akademîk vê hizrê nola hizreke pûç û kelevajî dibînin.
Bo nimûne Ludwig Laher, ku pisporê lêkolînên Almanî ye, dibêje li wê herêmê çendîn zaravayên din jî hene û armanca planê tenê bargirankirin û acizkirina koçberan e. Eger na gelek kesên Nemsayî jî hene ku xelkê herêmên din in û ji zaravayê Nemsayî yê Jorîn fêm nakin. Ji xwe nabe ew jî werin neçarkirin dema serdana wê derê dikin fêrî zaravayê herêmê bibin.
Dêbî Nûjen li Stockholmê tê veşartin
Roja sêşema bê Dêbî Nûjena xwişka Oz û keça hunermendê karîkaturîst mamoste Nûjen, li Stockholmê tê veşartin.
Dêbî zêdetirî 25 salan e parêzereke Kurdistanî û Swêdî ya naskirî ye. Ev demek bû nexweşiya penceşêrê pê re hebû û rojên borî li Almanyayê jiyana xwe ji dest da. Ozê birayê wê yek ji komêdyenên herî bibandor û naskirî yên Skandînavyayê ye. Her dem gava ku li ser dika holên mezin ên şanoyê radiweste yan li ser ekrana televîzyonên Swêdê derdikeve, Oz li kêleka henek û gotinên xweş, doza Kurdistanê jî tîne bîra xelkê Swêdê.
Derbarê jiyanajidestdana xwişka xwe de, Oz bi kezebeke şewitî ji Rûdawê re got: "Hest bi çi jî bikim êdî bê kêr e, sûd nake. Valahiyeke bêsînor û xemgîniyeke bêdawî ket dilê min."
Yaneya Dalkurdê rastî pirsgirêkeke mezin a darayî hatiye û dibe ku were hilweşandin
Yaneya Dalkurdê sala 2004an li Swêdê hatiye damezirandin. Hîn çend meh di ser salvegera 20 saliya damezrandina wê re derbas nebûne, rastî pirsgirêkeke mezin a darayî hatiye û metirsî heye ku bi temamî nemîne.
Di wan 20 salan de Dalkurdê bi wan lîstikên futbolê yên ku kiriye, navê Kurdan xistiye hiş û bîra bi hezaran alîgirên futbolê li seranserê Ewropayê. Ala Kurdistanê bi saya Dalkurdê bûye sembola lîstika xweşik û astbilind li stadyûmên Swêdê û deverên din. Lê belê dibe ku ji vir û pê ve êdî ala Kurdistanê bi wî rengê berfireh û komî li stadyûman neyê dîtin.
Sîpan Botan ji Desteya Rêvebir a Dalkurdê li ser vê mijarê bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku rewşa aborî ya yaneyê ne baş e û got: "Pirsgirêka me çend sal berê dest pê kir, ev jî ji ber ku sermayedarekî destê xwe ji sponsoriya yaneya me kişand, ji ber ku ew pereyên ku li yaneyê xerc dikir nikaribû sûdê jê bibîne û îflas bû, çimkî kesên ku veberhênan sermayedarî îdare dikirin kesên nezan bûn û bûn sedema îflasbûna wî sermayedarî."
Sîpan Botan axaftina xwe wiha kuta kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkê me name ji sermayedaran û her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî şand, da ku ji aliyê maddî ve alîkariya yaneyê bikin û ji îflasbûnê biparêzin, çimkî yane hêvî û omîda hemû Kurdistaniyan e û di paşerojê de lîstikvanên Kurd dikarin wekî pîşeger li Ewropayê bilîzin û navê Kurdan bilind bikin."
Li Viyenayê yaneyeke nû ya Kurdî ya futbolê heye û dike ku bibe navekî mezin
Li cihekî agirekî mezin ê Kurdan li jêr gefê ye ku êdî ronahiyê nede, li cihekî din mûmeke nû ya Kurdî tê pêxistin. Li Viyenayê yaneya Kurdî ya futbolê bi navê Kurdvînê hatiye damezirandin û lîstikvanên wê bi dil û can hewl didin ku di demên pêş de bigihêjin astên herî jor ên Nemsa û Ewropayê.
Şerîf Mejdo - Yek ji damezirînerên Yaneya Kurdvînê li Nemsayê
Navê min Şerîf Mejdo ye û ez xelkê Amûdê me. Sala 2013an ez hatim Nemsayê û sala 2014an me tîmeke millî ava kir û ji wê demê ve li vir kar dikim. Em û zarokên xwe ji futbolê hez dikin û dema me ji bo lîstinê heye. Heta sala 2017an tîma me temam nebû, lê piştî ku gelek Kurd hatin vir û em bûn xort û ciwan, me biryar da ku tîmekê bi navê Kurdvînê ava bikin. Ji ber vê sala 2017an me tîma xwe bi fermî ava kir.
Niha dezgeheke me ya akademîk heye û em zarokan fêrî futbolê dikin. Niha çend tîmên me hene, wek tîma ciwanan û zarokan û her wiha ya mezinan jî. Lîstikvanên me gelek in, hem Kurd û hem biyanî ne. Yanî ji piraniya neteweyan hene, ji Afrîqa û Ewropa û Sûriyeyê û ji her derê û bi me re dilîzin.
Vêga tîma me di lîga jêr de dilîze û em dixwazin biçin lîga pîşeyî. Ji bo vê jî tenê gavek maye û em ne dûr in, lê eger em bixwazin ev xewna me were cih, pêwîstî bi piştgiriya alîgiran û her wiha kesên dewlemend heye da ku ji aliyê aborî ve alîkariya me bikin û bibin sponsor, xasma revend û diyaspora Kurdî ya li vir.
Îdrîs Hesen - Birêvebirê Yaneya Kurdvînê li Nemsayê
Ez Îdrîs Hesen im, xelkê Qamişlo me û birêvebirê tîma Kurdan im. Ev tîm sala 2017an hat avakirin, sala 2022-2023an em derketin Lîga Wen û sala 2024an jî em gihiştin Oberlîgê ku lîgeke mezin e. Em daxwaz dikin ku diyaspora Kurdî li vir piştgiriya vê tîmê bike, çimkî kes alîkariya me nake, ji ber vê yekê çavê me bêhtir li Kurdên me ye ku piştgiriya me bikin, da ku em serkeftinên mezintir bi dest bixin û bikin diyarî ji bo xelkê her çar parçeyên Kurdistanê.
Helem - Rahênerê Yaneya Kurdvînê li Nemsayê
Navê min Helem e û ez kaptanê tîma Kurdan im. Ji sala 2018an ve ez beşdarî avakirina tîmê bûm. Di lîstika dawî de em bi ser ketin û em pir kêfxweş in. Dema ku li welatekî Ewropî ala Kurdistanê tê bilindkirin, hemû Kurd kêfxweş dibin. Em hêvî dikin ku ala me li her derê bilind bibe û em pêş bikevin. Hêviya me ew e ku em bibin tîmeke pîşeyî. Di lîstika dawî de me dît ku gelê me gelekî piştgirî da me û ala Kurdistanê bilind kir. Ev nîşaneyeke baş e ku em pêş bikevin û serkeftinên mezintir bi dest bixin.
Mistefa Bavê Heval - Komîteya Rêvebir a Yaneya Kurdvînê li Nemsayê
Ez Mistefa Bavê Heval im û bi salan e ez ji bo tîma Kurdan kar dikim. Sala borî tîma me pileya yekem bi dest xist û cara yekem gihişt lîga Ewropî ya pîşeyî. Ev cara yekem bû ku tîmeke Kurd li Ewropayê ev yek bi dest xist. Bi taybetî ji aliyê medyayê ve bû bûyereke girîng. Dema em lîstin, ew roj wek festîvalekê bû, wek Newrozê bû. Ji hemû herêmên Nemsayê xelk hatibû lîstikê. Ji 9 herêman xelk hatibû û li lîstika tîma Kurdvînê temaşe dikir. Dema xelkê dît ku nêzîkî 2 hezar alîgirên Kurd hene, matmayî man. Birêvebirê Federasyona Futbolê ya Nemsayê ku bi xwe amade bû got, 'Min qet nedîtibû ku tîmeke di vî astî de ewqas alîgirên wê hebin."
Wan jî bi kamerayan wêne kişandin û me dît dema muzîka Kurdî lê ket, alîgirên Kurd rabûn û govend gerandin. Ev bû sedema kêfxweşiya me û wan jî pesnê tîma me da.
Tîma me niha li pêş e û em hêvî dikin ku di rojên pêş de em serkeftinên mezintir bi dest bixin. Dema em bi ser dikevin, Kurd li her derê şad û kêfxweş dibin. Em dixwazin tîma me bibe sembola serkeftina Kurdan û em spasiya Rûdawê jî dikin ku hatin serdana me û destên we sax bin.
Hunermendeke Kurd bi şûşe û gul û giyayan berhemên hunerî yên balkêş çêdike
Sureya Mihemed hunermendeke Kurd e û li Almanyayê dijî, lê ne hunermendeke asayî ye, lê afirîner e. Ew bi şûşe û gul û giyayan karên hunerî yên bêhempa çêdike.
Diyasporavaneke ku bi karên xwe yên hunerî yên taybet xemên dûrbûna ji welatê xwe kêm dike.
Zinar Şino fîçerek li ser karên wê çêkiriye.
Naveroka newzfîçerê:
Hemû berhemên hunerî û destkirdên wê li pişt min hilawistî ne. Sureya Mihemed li Şamê ji dayîk bûye û malbata wê xelkê gundê Xirêbiyê yê ser bi Şeraya Çiyayê Kurmênc yê Efrînê ne. Ew şûşeyê botlên bikarhatî wek pêkhateyeke sereke ya karên xwe bi kar tîne. Wê li Helebê huner xwendiye û demeke dirêj mamostetî jî kiriye.
Sureya Mihemed - Hunermend
Min her ji zaroktiyê ve ji karê hunerî hez kiriye, ne tenê ez, lê birayên min û kesên nêzîk jî, ev wek geneke genetîkî ye ji bo me û em berdewam in di karê hunerî û çêkirina van tiştan de. Her kes şêwe û stîla xwe ya taybet heye. Ya min şêweyeke taybet e, ji ber ku min huner bi awayekî akademîk li peymangehê li Helebê xwendiye, loma cudatir e û her wiha wek mamoste li wir bûm û ez zêdetirî 30 salan li Helebê mamoste bûm.
Karên cuda û bi paşxaneke cuda, Sureya xanimê bi şûşe çêkiriye, lê efsaneya Şamaran, Nebî Horî û Çiyayê Kurmênc û ala Kurdistanê, beşeke sereke ya karên wê ne ku xelk jê dixwazin.
Sureya Mihemed - Hunermend
Nebî Horî û Çiyayê Kurmênc û ala Kurdistanê yên me ne. Dema ez wan çêdikim her kesê ku dibîne dilxweş dibe û destxweşiyê li min dikin.
Yek ji şakarên herî xweşik ên vê xanimê ku diya pênc keçan û çendîn neviyan e ku çêkiriye, şakarek e ku bi dar û giya çêkiriye û karekî gelekî cuda ye.
Sureya Mihemed – Hunermend
Cara yekem li Helebê bi rêya ax û giyayan min dest bi çêkirina tabloyên li ser text û daran kir, bi bikaranîna îb û sinober û çend giyayên dîtir. Berê wiha bû, lê niha bi rêya şûşe û botleyan zêdetir tabloyan çêdikin.
Ev karên bi giya û gulan hatine çêkirin, berê û bi demeke dirêj tên amadekirin, bi mehan tên ziwakirin paşê di çarçoveyan de tên rêkxistin.
Sureya Mihemed – Hunermend
Niha bo mînak ez pelên riwekan tînim û dikim nav pirtûkan, her wiha gelek kes ku gulan ji min re diyarî tînin, paşê ez wan dibim balkonê demeke dirêj wan dihêlim heta ku ziwa dibin, paşê ez wan dixim nav şûşeyan û tablo û tiştên xweşik ên hunerî jê çêdikim.
Sureya Mihemed tenê sê sal in li Almanyayê dijî. Wek ku ew dibêje dilê wê tijî xem e ji dûrketina cihê bav û bapîrên wê û kes û karên wê.
Sureya Mihemed – Hunermend
Her çiqas ev tenê sê sal in ku ez li vir li Almanyayê dijîm, yanî ne pir ji mêj ve ye, lê ez dilteng im ji dûriya birayên xwe û kes û karên xwe û nizanim rewşa wan û kes û karên min li wir çawa ye.
Ji bo salên dûr û dirêj ev karên destî yên Sureyayê ku li Helebê çêdikirin bûbûn sedema debara wê û malbata wê.
Sureya Mihemed – Hunermend
Keç û kurên min hebûn û min ew fêr dikirin, her wiha min gelek keç û kurên din jî fêr dikirin û paşê min nimûneyeke xwe nîşanî wan dida û kelûpel û kereste ji wan re dişandin û min dida wan û min dixwest ku ew jî wek vê mînakê gelekan çêkin. Wan jî çêdikir û bi kom dişandin Heleb, Hims û Şamê û difirotin.
Berhemên wê baş tên naskirin û beşdarî pêşangehan jî dibe, lê çêkirina karekî mozaîk û jinekê ji şûşe bi qewareyeke mezin yek ji hêviyên wê ye.
Sureya Mihemed - Hunermend
Bo mînak ez dixwazim cilên Kurdî yên kevn ên jineke Kurd çêkim, dê gelekî xweşik xuya bike ji ber rengîniya wê. Bo mînak min tabloyek çêkiriye û mezin e nêzîkî metrekê ye, wêneya du jinên bi cilên Kurdî yên rengîn li gundekî ye û traktorek jî li nêzîkî wan e, tiştekî gelekî xweşik û hêja ye.
Li her cihekî mala biçûk a Sureya xanimê û her du keçên wê yên ku hîn jî jiyana hevjîniyê pêk neanîne, dîwar û koçka vê malê bi berhemên wê hatine xemilandin û wek pêşangeheke herdemî ye û berdewam di guherînê de ye.

Belav bike li ser