Jîwar Hacibî ku bi Xeter tê naskirin, jiyana xwe ji dest da

09 May 2025
Jîwar Hacibî ku bi Xeter tê naskirin, jiyana xwe ji dest da
Jîwar Hacibî ku bi Xeter tê naskirin, jiyana xwe ji dest da
Jîwar Hacibî ku bi Xeter tê naskirin, rapvan, produser û karsazê navdar ê Kurdistanî û Almanî, yek ji hunermendên herî bi bandor ê 30 salên borî di warê rapê de li Almanya û Ewropayê, roja înê 9ê Gulana 2025an di temenê 43 saliyê de "jiyana xwe ji dest da".
Hîn jî derbarê mijarê de malbata wî tu daxuyanî nedaye, lê hevalên wî yên herî nêzîk di torên xwe yên civakî de nûçe piştrast kirine. Herwiha medyaya Almanî jî bi belavkirina nûçeya wefatê re navê "efsaneya rap"ê lê kir. Hunermend û kesayetiyên naskirî yên Almanyayê jî bi awayekî berfireh bertek nîşanî wefata wî da.
Berê Xeter mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê bû û qala zehmetiyên jiyana xwe kir. Ew demekê ket zindanê û di hevpeyvîna xwe ya bi Diyasporayê re dibêje ku wî di zindanê de bi saya Quranê aramî di jiyana xwe de dîtiye.
Jîwar Hacibî di destpêka salên nodî de nasnavê (Xeter) ji xwe re hilbijart. Di hevpeyvîna xwe de ligel Rûdawê diyar dike ku ji bo ku xeter be, wî ev nav li xwe nekiriye, lê li Almanyayê eger tiştek balkêş û bihêz be, jê re dibêjin ''Ew xeter e''.
Ji ber dengvedana karên wî û demekê jî ketina wî ya zindanê, hejmareke zêde ya belgefîlm û raporan li ser jiyan û kesayetiya Xeter di medyaya Almanî û Ewropî de hatine hilberandin.
Di jiyana xwe ya hunerî de, Xeter 6 albûmên stranqn, 17 stranên cuda, 4 fîlm û pirtûkek li ser jiyana xwe weşandine. Fîlma wî ya dawî ya bi navê Rheingold ku di sala 2022an de hat weşandin, yek ji fîlmên herî serkeftî û zêdefirotî yên sînemaya Almanyayê bû.
Derbarê awayê jiyanjidestdana Xeter, Sîdar Coşkun, hevalê Xeter, ji bo Diyasporayê axivî û ragihand ku Xeter ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye û êvara roja pêncşemê rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû û roja înê jî mir.
Sêdar Coşkun eşkere kir ku ev du sal in Xeter bi nexweşiya penceşêra xwînê ketibû û tedawî wergirtiye.
Sêdar di derbarê bandora Xeter li ser hunera rapê ya li Almanyayê de got: "Her kes di şokê de ye, bi rastî windahiyeke mezin e ji bo Almanyayê. Xeter yekem raperê Kurd bû ku navdar bû û diruşma Kurd û Kurdistanê li Almanyayê bilind kir. Hemû ciwanên Kurd piştgirî lê dikir û Almanan jî bi germî pêşwazî lê dikir."
Sêdar Coşkun ku 20 sal in hevalê Xeter e, derbarê rewşa malbata Xeter de got: "Ez bi dayika wî re axivîm, xanim rastî şokeke mezin hat, rewş pir zehmet û dijwar e."
Xeter di sala 1982an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û piştre çûye Almanyayê û li wir jiyaye. Ew bavê du zarokan e û ji bilî ku wek rapkar kar kiriye, herwiha wek aktor jî beşdarî çendîn filman bûye û herwiha çend pirtûk jî nivîsandine.
SWÊD - Tê gumankirin ku destê komeke mafyayî ya Kurdî li pişt kuştina sê kesan li bajarê Uppsalayê hebe
Bajarê Upsalayê yê li cihanê bi zanîngeh û navendên xwe yên zanistê her demê dibû rojev êdî bûye navenda komên sûcdar.
Di van çend rojên dawî de careke din li bajarê Upsalayê bûyereke din qewimî ku ne tenê li Swêdê belkî li tevahiya Ewropayê jî deng da.
Li dikaneke berberiyê ya Upsalayê ji nişka ve kesekî xwe avêt hundir û gule li kesên di nav dikanê de reşand û 3 kes kuştin.
Yên hatime kuştin temenê wan di navbera 15 heta 20 salan de ye. Polîsê Swêdî ew nerîta xwe heye ku qet agahiyên kesên qurbaniyan belav nake û medya jî xwe ji vê diparêzin.
Polîs dibêje, ev hem ji bo parastina jiyana taybet a qurbaniyan û malbatên wan e, hem jî ji bo wê ye ku bi vê rêyê tol û heyfa zêdetir çênebe loma derbarê nasnameyên wan her 3 kesên hatiye kuştin ti agahî nedane.
Bajarê Upsalayê li Swêdê wekî "bajarê zanîngeh û zanistê" tê naskirin lê berî vê bûyerê jî bûbû cihê şerê navxweyî di navbera du serkirdeyên çeteyan ku Kurd bûn.
Yek ji wan navê wî Îsmaîl Ebdoye û xelkê Bakurê Kurdistanê ye ku sala 2023yan hevrikên wî heta wê astê çûn ku dayika Îsmaîl Ebdo di nav mala wê de bikujin.
Xwîndariya Rewa Mecîd û Îsmaîl Ebdo
Li gorî lêkolîna Rûdawê, yek ji wan kesên ku di vê bûyera van demên dawî de di dikana berberiyê de hatiye kuştin, demekê berê ji aliyê polîs ve lêpirsîn pê re hatiye kirin.
Tê îdiakirin ku plana wî kesî hebûye ku endamên ser bi koma Îsmaîl Ebdo bikuje.
Tê texmînkirin ku ew girêdayî koma Rewa Mecîd be. Rewa Mecîd xelkê Başûrê Kurdistanê ye û di navbera wî û Îsmaîl Ebdo xwîndarî heye.
Rewa Mecîd demekê berê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hat desteserkirin.
Ew kesê ku her 3 gencan di wê dikana berber de kuştiye, rasterast piştî bûyerê bi motorsîkletekê reviyaye.
Heta niha çend kes derbarê vê dozê de hatine desteserkirin, 3 kes ji wan xelkê Upsalayê ne û temenê wan di navbera 25 û 34 salan de ye, yekî din jî temenê wî 20 sal e û vê dawiyê mala xwe ji Upsalayê bar kiriye.
Piştî bûyerê jî rasterast gencekî bi eslê xwe Somalî ye û 16 salî ye jî hatibû destgîrkirin lê ji ber nebûna belgeyan hatibû berdan.
Dozgerê Giştî yê Upsalayê Andreas Nyberg ji eşkere kiriye ku lêpirsînên li wê dikana berberiyê nîşan didin ku li gel wan her 3 kesên ku hatine kuştin, kesên din jî hebûn ku gule li wan jî hatine reşandin lê ji mirinê rizgar bûne; polîs li ser vê jî mijûlî lêpirsînê ye.
Ji ber wan bûyerên ku li Upsalayê û deverên din ên Swêdê diqewimin, gelek caran dê û bavên gencên Kurd hewl didin û dixwazin ji bo parastina jiyana zarokên xwe, koçî welatekî din ê Ewropayê bikin an jî li Swêdê biçin bajarekî din.
Wezîreke hikûmeta Norwêcê bi zimanê kurdî bi diyasporanişînên Kurd ên li welatê xwe re axivî
Li Skandînavyayê, diyasporaya Kurdî ew qas çalak e ku rayedarên wan welatan dixwazin bi wan re bicivin û tewra bi Kurdî jî bi wan re biaxivin.
Li Norwêcê, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî xanim Tonje Brenna beşdarî çalakiyeke Kurdên niştecihên wî welatî bû û destpêka axaftina xwe bi zimanê Kurdî kir û got: "Roj baş, navê min Tonje ye, ez Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwêcê me."
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Tonje Brenna:
"Bi rastî ev yek pir girîng e ku hemû partî û rêxistinên kurdî li hemberî Şamê ji bo doza xwe û mafên xwe bûne yek deng û yek helwest. Ev yekrêziya han li Kurdistanê û li Norwêcê jî bûye cihê dilxweşiya hemûyan. Gel bi wê yekrêzî û yekhelwestiyê serfiraz dibin."
Selah Kiştiyê serokê Komeleya Mehabadê li Norwêcê û rêxistinkarê çalakiya kurdî li Norwêcê, bû mêvanê Diyasporayê. Derbarê komeleya xwe û çalakiyên wê de axivî û got: "Navê komeleya me Mehabad e û ji kurdên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, lê piraniya wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne. Armanca me parastina zimanê Kurdî ye di nav diyasporaya kurdan li Norwêcê û herwiha lobîkirina doza Kurd li hemû parçeyan e, xasma ji bo Rojavayê Kurdistanê".
Serokê Komeleya Mehabadê li Norwêcê diyar kir ku komeleya wan di sala 2018an de hatiye damezrandin, lê belê heta hilbijartina desteyeke nû di sala 2024an de ne çalak bû, lê niha gelekî çalak e û pêwendiyeke wê ya xurt bi berpirsên Norwêcê re heye û dibêje: "Me helkeftek organîze kir û tê de ji bilî mêvanên ji hemû parçeyên Kurdistanê, ku piraniya wan ji Rojavayê Kurdistanê bûn, me wezîreke Norwêcê jî vexwend, ew jî Xanim Tonje Brenna, Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Norwêcê bû, ku pêwendiyeke baş di navbera me de heye û di boneyê de bi çend peyvên kurdî dest bi gotara xwe kir û piştre kêfxweşiya xwe bi yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê anî ziman, her di boneyê de parlamenterekî Norwêcê ku xelkê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye ku Manî Husênî ye beşdar bû."
Selah Kiştî amaje bi wê yekê da ku raya giştî ya Norwêcê hevxema doza Kurd e û ew jî li ser wê hevxemiyê kar dikin, ji bo ku bikaribin xizmeta doza neteweya xwe bikin.
Kiştî axaftina xwe wiha qedand: "Niha li Norwêcê dibistanên zimanê Kurdî hene û ew dixwazin ziman û çanda kurdî biparêzin, nemaze di nav nifşê nû yê Kurdên diyasporaya Norwêcê de."

Li Brîtanyayê 8 kes bi tohmeta karkirina ji bo Îranê û amadekariya kiryarên terorîstî hatin girtin
Hinek ji kesên ku hatine girtin Kurd in
Li Brîtanyayê bûyerek heye ku gelek balê dikişîne. Di van çend rojên dawî de, di du operasyonan de 8 kes bi tohmeta sîxurî û amadekariya encamdana kiryarên terorîstî di berjewendiya Îranê de hatin girtin.
Operasyon pir mezin bû û polîsê bajarê mezin ê Londonê, dezgeha dijî-sîxuriyê û hêzên taybet tê de beşdar bûn. Di operasyona yekem de çar hemwelatiyên Îranê û yekî din ku nehatiye eşkerekirin xelkê kû ye hatin girtin. Ew grûp bi tohmeta wê yekê hatine girtin ku xwestine êrîşî balyozxaneya Îsraîlê yan jî sinagogekê (perestgeha Cihûyan) li Londonê bikin.
Di heman demê de, di operasyoneke din de 3 kes li Londonê hatin girtin ku tohmeta sîxuriya ji bo Îranê li ser wan heye.
Li ser hinek torên civakî û di nav Kurdên diyasporayê de hat belavkirin ku hinek endamên wê grûpê yên hatine desteserkirin Kurd in. Li gor lêkolîna me, tu belge û îşaretên berdest nînin ku nîşan bidin ku tu yek ji wan Kurd be.
Ew kesê ku ne Îranî ye û nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, niştecihê bajarê Manchesterê ye û polîsan ew bi awayekî demkî serbest berdaye. Şert danîne ber wî jî ku Manchesterê terk neke.
Brîtanya.. wergirtina vîzeyê ji bo kesên ku hemwelatiyên welatekî ne ku gelek penaber ji wir berê xwe didin Brîtanyayê, zehmettir dibe
Li Brîtanyayê du nûçe hene ku ji bo Kurdên niştecihên wir û ji bo kesên ku dixwazin ji Kurdistanê biçin Brîtanyayê jî girîng in. Ya yekem ew e ku hikûmeta Brîtanyayê plan daniye ku ji niha û pê ve pêvajoya dayîna vîzeyê ji bo wan kesan zehmet bike ku ji welatê wan gelek kesan li Brîtanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.
Hefteya bê hikûmeta Brîtanyayê planeke nû ya koçberiyê eşkere dike, ku bi Îngilîzî jê re dibêjin (Immigration White Paper) û tê de diyar dike ku çawa dixwaze wer bike ku koçber kêmtir werin Brîtanyayê. Ev piştî wê yekê hat ku hikûmeta niha ya Brîtanyayê ku di destê Partiya Karkeran de ye, ji ber bilindbûna rêjeya hatina koçberan di bin givaşa mezin a kolan û dengderan de ye.
Daneyên hikûmeta Brîtanyayê diyar dikin ku di nav 108 hezar daxwazên penaberiyê yên ku par (ango 2024) hatine pêşkêşkirin de, 16 hezar kes bi vîzeya xwendinê hatine Brîtanyayê û piştre daxwaza mafê penaberiyê kirine.
Hikûmet dixwaze wer bike ku ji niha û pê ve, bo nimûne, eger ji Îraqê daxwazên penaberiyê zêde bin, êdî bi hêsanî vîze bi wan kesên ku ji Îraq û Başûrê Kurdistanê dixwazin bi vîzeyê werin wî welatî, neyê dayîn.
Merd Mîkaîl Herkî bi alaya Kurdistanê derdikeve ser dikê di lîstika kickboksîngê de û zora rikberên xwe dibe
Merd Herkî li Holandayê ji dayik bûye, ji kickboksingê hez dike û di wê de gelekî serkeftî ye. Van rojan Merd bi alaya Kurdistanê derket ser dikê ji bo ku di şampiyonaya kickboksingê de ji bo temenê xwe rikberiyê bike li Holandayê. Dema ku wî nasnav bi dest xist, alaya Kurdistanê bilind kir. Dûvre rikberê xwe yê têkçûyî hembêz kir.
Merd Mikaîl - Lîstikvanê Kickboksingê:
Navê min Merd Mikaîl e û ez 12 salî me û ez li Holandayê ji dayik bûme û bavê min ez birim lîstika kickboksingê. Ji wê demê heta niha ez di lîstikê û rahênanê de berdewam im, xewna min ew e ku ez bibim qehreman li ser asta cîhanê û alaya Kurdistanê bilind bikim.
Selah Herkî - Bapîrê Merd
Ez Selah Herkî me, bapîrê Merd im, ez hatime vir ji bo handana Merd, ew lîstikvanê kikboksînê ye û niha temenê wî 12 sal e û li vir li Holandayê ji dayik bûye û dema min bavê wî ew anî vir temenê wî tenê çar sal bû, min hesteke kurdayetiyê di nav malbata xwe de çêkiriye, ji ber wê yekê tewra Merd jî bi wî temenê xwe yê biçûk ku yarîkerê kikboksînê ye dixwaze alaya Kurdistanê bilind bike.
Çiya Mîkaîl Herkî - Bavê Merd
Ez Çiya Mîkaîl Herkî me, bavê Merd im, em di vê bûyer û qehremaniyê de amade ne ji bo piştgirîkirina Merdo ji bo ku yekem be û alaya Kurdistanê bilind bike û serê Kurdan bilind bike û hêvîdar im serkeftî be.
Rahênerê Merd Mîkaîl:
Ez rahênerê Merd Mîkaîl im, ew behreyeke Kurdî ye. Îro ji bo bidestxistina şampiyoniyê lîst. Wî karî her sê qonaxan bi serkeftî derbas bike û bibe qehremanê Holandayê. Bijî Kurdistan.
Rêber Marif- Handerê Merd
Ez Rêber Marif im, îro ez hatim ku bi Merdo re bim, behremendê me ku ji bajarê Arnhemê hatiye, ew ala Kurdistanê bilind radigire, em pir serbilindiyê pê dikin. Îro wî nîşan da ku ew çiqas kesekî hêja ye, her wiha li ser dikê nîşan da ku wî meşqên xwe baş kirine. Divê em gelekî spasiya Rûdawê jî bikin ku îro bi me re bû. Bi hêviya dîtinê.
Merd ligel bavê xwe Çiya li studyoya Rûdawê ya li Almanyayê bûn mêvanê bernameya Diyasporayê. Çiyayê bavê wî bal kişand ser wê destkeftiya girîng a kurê xwe yê werzişkar ê biçûk ku di wî temenê biçûk de di pêşbirkên Holandayê de pileya yekem bidest xistiye, herwiha digel bidestxistina piştêna şampiyoniyê alaya Kurdistanê bilind kiriye.
Çiyayê bavê Merdo piştêna şampiyoniyê ya kurê xwe anîbû studyoyê û li ser maseya Diyasporayê danîbû, bi serbilindî got: "Ev piştêna şampiyoniyê ye bo yekem car di jiyana Merdoyê 12 salî de, ku kariye li Holandayê di yariya kîkboksê de bi destê xwe ve bîne û bibe şampiyon."
Merd ew zarokê Kurd e ku destpêkê di futbolê de dest bi werzişê kiriye, piştre di dema derketina vîrusa koronayê de berê xwe daye kîkoksîngê û di vî warî de pêşketineke berbiçav tomar kiriye. Bavê vî qehremanê biçûk diyar kir ku mijûlbûna bi werzişê ti bandoreke neyînî li ser xwendina kurê wî nekiriye.
Li gorî gotinên bavê Merdo "Niha ew li Hollandayê di asteke zanistî ya bilind de ye, xwendinê didomîne û di heman demê de werzişê jî dike, ku ev yek li wî welatî asteke nimûneyî ye."
Plana pêşerojê ya Merdê zarok ew e ku li ser lîstika kikboksingê berdewam be û hewl bide ku nasnavê şampiyoniya Ewropayê bidest bixe, ku meha bê dê pênc lîstikan bilîze û di meha şeşan de jî pêşbaziyeke din li pêşiya wî heye.
Merdo bi hesteke welatparêzî eşkere kir ku "Ez dixwazim vê piştênê wek diyarî bidim Serok Mesûd Barzanî, ji ber ku ew ew kes e ku ala Kurdistanê bilind kiriye û ez wek her Kurdekî bi hebûna xwe serbilind im."
Amsterdam… Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin
Li Amsterdamê, Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê kir. Îsal zêdetirî 30 berhemî di festîvalê de tên nîşandan.
Meyl Siyan ku yek ji rêveberên festîvalê ye û mêvanê/a Diyasporayê bû, derbarê festîvalê de ragihand: "Em destxweşiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê û bernameya Diyasporayê dikin ku her sal girîngiyeke taybet didin festîvala me. Ev yek ji bo me gelekî bi qîmet e." Herwiha got: "Îsal temaya me ya sereke Başûrê Kurdistanê û têgeha azadiyê ye. Ew azadiya ku dibe havênê jiyana Kurdan. Li Başûrê Kurdistanê me beşek ji wê azadiyê dabîn kiriye, lê li parçeyên din ên Kurdistanê hêj ew azadî pêk nehatiye." 
Festîval bi şêwazekî folklorî yê kurdî, bi lêdana dahol û zurneyê û çend deqeyên dîlanê dest pê kir. Di hewldanekê de ji bo nîşandana resenetiya kultûra kurdî ji mêvan û beşdaran re, yekem berhema sînemayî ku di festîvalê de hat pêşkêşkirin, fîlmê "1988" bû ku behsa karesata kîmyabarana Helebceyê dike, bi beşdariya hunermendê navdar Şemal Ebdulrehman (Ebereş).
Siyan di berdewamiya axaftina xwe de amaje pê kir ku çalakiyên festîvalê rojên înê û yekşemê li salona "Ketel house" a li navenda bajarê Amsterdamê berdewam dikin, herwiha dibêje: "Îsal festîvala me berfirehtir bûye, ji bilî salona sereke, me li hemberî Ketel house-ê li navçeya Cindriya cihekî din jî vekiriye ku tê de ne tenê berhemên sînemayî, lê em dê hemû aliyên çanda Kurdî bi awayekî pirreng pêşkêş bikin; ji xwarinên Kurdî û kincên neteweyî, heta digihe berhemên Kurdî yên wek zeyta zeytûnê û hunera tatoyê bi dîzaynên Kurdî."
Di çarçoveya bernameyên festîvalê de, stranbêjên navdar ên diyasporaya Kurd "Şeyda" û "Çamos" dê gelek berhemên hunerî pêşkêş bikin, herwiha fîlmên festîvalê ji her çar parçeyên Kurdistanê tên nîşandan, di nav de berhema klasîk a derhêner Şewket Emîn Kokî ya bi navê "Paşayê Kerkûkê", ku îsal bi mêvandariya derhêner bi xwe tê nîşandan.
Siyanê bang li diyasporaya Kurd a Holandayê û welatên cîran kir ku beşdarî festîvalê bibin û got, "Me ji bo mêvanan bernameyeke dewlemend û tijî suprîz amade kiriye û em dixwazin hûn hemû beşdar bibin."