Sedema paşketinê, hatina berdewam a koçberan ji Kanala Îngilîzî ye

04 July 2025
Sedema paşketinê, hatina berdewam a koçberan ji Kanala Îngilîzî ye
Di bûyereke nezelal de karsazekî Kurd li Almanyayê jiyana xwe ji dest da
Karsazê Kurd li maleke laşfiroşiyê li ser sînorê Almanya û Holandayê mirî hat dîtin
Şeva Duşemê li ser Sêşema hefteya borî, karsazekî Kurd li maleke laşfiroşiyê (yan wekî ku li Almanyayê jê re dibêjin Saunaklub) li ser sînorê Almanya û Holandayê mirî hat dîtin.
Dema ku hûn vê hevokê dibihîzin, dibe ku hûn bibêjin ev wekî her bûyereke mirinê ya din e û dibe ku wî mêrikî madeyên hişber bi kar anîbe yan jî cure hebek xwaribe û miribe. Lê dema ku hûn hûrgiliyên wê dizanin, hûn dibînin ku mijar nezelaltir e.
Navê kesê mirî Mihemed Yaqût e û xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê ye. Li wir û li tevahiya Bakur û Tirkiyeyê jî dema navê wî bê gotin, her kes wî nas dike. Berî du salan, wî mêrikî hin vîdyo li ser torên civakî belav kiribûn û gotibû ku nehêniyên berpirsên dewleta Tirkiyeyê li cem wî ne û dê wan eşkere bike. Piştre bi rêya polîsê Înterpolê, fermana girtinê ji bo Mihemed derket ku wekî (Red Notice) tê nasîn.
Mihemed li Almanya û welatên din diçû û dihat, heta roja 30.04.2025an, ango lap berî du meh û çar rojan, polîsê Holandayê ew li ser sînorê Almanyayê girtin. Ew diçû serdana kesekî din ku rojekê piştî girtina wî, li bajarekî nêzîkî Den Haaga Holandayê gule lê hatibûn reşandin û hatibû kuştin.
Tirkiyeyê daxwaza radestkirina Mihemed ji Holandayê dikir lê Holandayê ev daxwaz red kir. Paşê roja 30ê Hezîranê, ango berî 5 rojan, Mihemed ji zindanê derket û çend saetan şûn de, li wê mala laşfiroşiyê (ku nav û cihê wê li cem bernameya Diyasporayê parastî ye) jiyana xwe ji dest da.
Her çend polîsê Almanyayê naxwaze li ser dosyayê biaxive û dibêje ku hîn otopsiya termê wî dikin da ku sedema mirina wî bizanibin, lê kesên nêzîkî Mihemed dibêjin ku celteya dil lê daye. Herwiha dibêjin ku mala laşfiroşiyê ya zilamekî welatiyê Tirkiyeyê ye û li wir randevûya Mihemed bi kesekî re hebûye, ku nayê zanîn kî ye.
Piştî derketina ji zindanê, Mihemed çûbû bajarê Duisburgê yê Almanyayê. Li wir behsa wê yekê kiribû ku di zindanê de giraniya laşê wî gelekî kêm bûye û dezgehên ewlehiyê yên cuda yên rojavayî gelek lêkolîn pê re kirine.
Herwiha behsa wê yekê jî kiribû ku pirsgirêka wî ya dil heye. Dema çûye wê malê, ajokarek pê re bûye. Ajokarê wî dibêje ku Mihemed jê re gotiye ku li wir randevûya wî bi kesekî re heye û dê zû vegere. Piştî wê, ajokar dîtiye ku ambûlansek hatiye ber deriyê malê. Dema ku çûye hundir, jê re gotine ku Mihemed birine nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Navxwe ya Holandayê jî, wekî Almanyayê, naxwaze vêga li ser vê dosyayê û dosyeya wî kesê ku berî girtina wî randevûya wî pê re hebû û hatibû kuştin, tiştekî bibêje. Li gorî yasaya Holandayê, ji van cure dosyeyan re tê gotin (dorpêçkirî), ango ji bo ku lêkolîn ji rê dernekevin, nabe ku hikûmet ti agahiyan li ser wan eşkere bike.
Li gorî agahiyên Diyasporayê, piştî derketina encamên otopsiyê li Almanyayê, dê termê Mihemed ji bo Amedê were vegerandin û li wir were veşartin.

Holanda.. Xelata Kevîn ji bo Dadperweriyê hat belavkirin
Li Holandayê bîranîna ciwanekî diyasporayê ku ji bo pêkanîna dadmendî û serweriya yasayê kar dikir, bilind hat ragirtin.
Kevîn Begîxanî, xwendekarê Zanîngeha Leidenê ya Holandayê bû, ku yek ji zanîngehên herî navdar ên cîhanê ye û akademîsyenên wê heta niha 16 caran xelata Nobelê wergirtine.
Wî di 27 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, lê niha zanîngeha wî, bi alîkariya saziya (Kevîn ji bo Dadperweriyê), xelateke salane dide baştirîn teza derçûnê ya ku derbarê dada navneteweyî, mafên mirovan, berpirsyarkirina tawanbarên şer an jî aştiyê hatibe nivîsandin. Roja Îna borî xelat hat belavkirin û keçeke Brezîlyayî ya bi navê Milano Doroda xelat wergirt.
Yek ji mamosteyên Kevîn û endamê komîteya dadweran a xelatê, Dr. Simon Minks bû, ku heman ew yasenas e ku rola wî di cezakirina bazirganekî Holandayî de li ser doza kîmyabarana Helebceyê hebû.
Dr. Minks di vê derbarê de bû mêvanê Diyasporayê û li ser xelatê got: "Milano Doroda xwendekareke Brezîlyayî ye û yek ji çar berbijêrên dawî bû û karî xelatê werbigire. Wê gotareke hêja derbarê mafên mirovan û parastina wan de pêşkêş kir, loma komîteya dadweran bi yekdengî biryar da ku ew bibe wergira xelatê."
Navborî herwiha amaje bi wê yekê kir ku kesa serketî bi qasî du hezar euroyan wekî xelat wergirtiye da ku di lêkolînên xwe yên paşerojê de sûdê jê werbigire.
Dr. Minks derbarê nasîna Kevîn de jî wisa got: "Di sala 2017an de min Kevîn li Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê nas kir. Em li ser gelek mijarên girîng axivîn, di nav de kîmyabarana Helebceyê. Ez gelekî bi nêrînên wî heyran mam û hezeke wî ya mezin ji bo lêkolîna di warê dadmendî û aştiya cîhanî de hebû."
Piştî koça dawî ya Kevîn, Dr. Minks qala fikra dayîna xelatekê bi navê Kevîn li zanîngeha wan dike û dibêje: "Me bi malbat û saziya 'Kevîn ji bo Dadperweriyê' re guftûgo kir û me biryar da ku em salane bi vî rengî bîranîna wî bilind ragirin û xelatekê bi navê wî bidin xwendekarê yan xwendekara ku baştirîn gotarê derbarê dadperwerî, aştiya cîhanî û mafên mirovan de pêşkêş bike. Ev jî dê bibe handanek ji bo xwendekarên din ên zanîngeha me."
Beşek ji karên Saziya "Kevîn ji bo Dadperweriyê" taybet e bi doza Kurd û tawanên wekî Enfal û kîmyabaranê, lê peyam û armancên Kevîn berfirehtir bûn û wî dadmendî û aştî ji bo tevahiya cîhanê dixwest.
Dr. Minks zelal kir ku sazî hewl dide asta hişyariyê di nav xwendekaran de bilind bike da ku bi rêya nivîsandin û lêkolînên xwe bibin sedema kêmkirina tawanên mezin û serdestkirina aştiyê li cîhanê. Her çend baregeha sereke ya saziyê li Kurdistanê ye, lê armancên wê navneteweyî ne û ji bo xizmeta tevahiya mirovahiyê ne.

Almanya bû xwediya civaka herî mezin a koçberan li seranserê Ewropayê
Amarên koçberan li Almanyayê: 3 milyon û 300 hezar kes xwedî mafê penaberiyê yan parastinê ne
Amarên koçberan li Almanyayê: Nêzîkî 700 hezar kes xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne
Amarên koçberan li Almanyayê: 190 hezar kes xelkê Îraq û Başûrê Kurdistanê ne
Hikûmeta Almanyayê hin agahiyên pir balkêş li ser hejmara kesên ku li wî welatî xwedî mafê rûniştinê ne (ango destûra wan a rûniştinê ya penaberiyê yan parastinê heye) belav kirin.
Li gorî van daneyan, 3 milyon û 300 hezar kes ji niştecihên Almanyayê ew kes in ku destûra wan a rûniştinê (îqame) heye. Ango ji her 25 kesên niştecihên wî welatî, yek ji wan xwedî îqame ye.
Ji van zêdetirî 3 milyon kesan, yek milyon ji wan xelkê Ukraynayê ne. Yên din 713 hezar welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, 190 hezar welatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê û 150 hezar jî welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.
Helbet, ev kes ji wan kesên ku welatînameya wan a Almanyayê heye û xwedî paşxaneyeke koçberiyê ne, cuda ne.
Di daneyan de diyar dibe ku ev xwedî-îqame piranî ciwan in û pêwîstiya bazara kar a Almanyayê jî bi hêza kar a ciwanan heye. Rêjeya navîn a temen a Almanan 45 sal e, lê rêjeya navîn a temen, bo nimûne, ya xwedî-îqameyên Sûrî, Rojavayî, Îraqî û Başûrî di nav van zêdetirî 3 milyon koçberan de 28 sal e. Temenê sêyeka wan jî di bin 18 saliyê de ye.
Ji bilî vê, niha 427 hezar kes hene ku serlêdanên wan ên îqameyê hîn nehatine bersivandin û li benda bersivê ne. Herwiha 171 hezar kes jî hatine dersînorkirin lê hîn li Almanyayê mane.
Bi van hejmaran, Almanya bûye xwediya civaka herî mezin a koçberan li seranserê Ewropayê.

Brîtanya.. Partiyeke dijî koçberan da Partiya Karkeran a desthilatdar û Partiya Parêzgaran a opozisyonê
Sedema paşketinê, hatina berdewam a koçberan ji Kanala Îngilîzî ye
Ev cara yekem e ku di rapirsiyan de partiyeke dijî koçberan dide partiyên sereke yên navdar, ango Partiya Karkeran a desthilatdar û Partiya Parêzgaran a opozisyonê.
Di dirêjahiya vê hefteyê de, Partiya Reformê ya Brîtanyayê di rapirsiyan de di navbera 26% û 30% ji dengan bi dest xistiye. Li hemberî wê, Partiya Karkeran a desthilatdar, ku serokê partiyêS Brîtanyayê Keir Starmer e, di navbera 22% û 25% ji dengan bi dest xistiye. Partiya Parêzgaran a opozisyonê jî di navbera 16% û 19% ji dengan bi dest xistiye.
Sedema sereke ya vê pêşketina mezin a (Partiya Reformê) ya dijî koçberan vedigere ser wê yekê ku tevî ku hikûmeta niha ya Brîtanyayê û hikûmeta berê ya Parêzgaran jî soz dabûn ku rê li ber hatina zêdetir a koçberan ji Kanala Îngilîzî bigirin, lê dane nîşan didin ku îsal hatina koçberan ji wê kanalê rekor şikandiye.
Di nîvê yekem ê îsal, 2025an de, 19 hezar û 982 koçber bi belemên biçûk ji Fransayê û bi rêya Kanala Îngilîzî xwe gihandine Brîtanyayê. Par di heman demê de, ev rêje digihîşt 13 hezar û 489 koçberan.
Hikûmeta niha ya Brîtanyayê dibêje ku di dema borî de gelek kar li ser dersînorkirina koçberan kiriye û heta niha 24 hezar kes hatine dersînorkirin. Herwiha bi Fransayê re jî peymanek li ser wê yekê hatiye kirin ku koçberên ku ji Kanala Îngilîzî tên, werin dersînorkirin û Fransa wan ji nû ve qebûl bike.
Li hemberî vê, Brîtanya dê wan koçberên ku merivên wan li Brîtanyayê ne, bişîne Fransayê û îqameyê bide wan. Tê çaverêkirin ku di serdana hefteya bê ya serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Brîtanyayê de, ev peyman were ragihandin.

London û Bruksel di mijara geştê de vegeriyan serdema beriya Brexitê
Brîtanî dikarin ji deriyên elektronîk û bilez ên welatiyên Ewropayê bikevin nav Yekîtiya Ewrûpayê
Ew kesên li diyasporayê ku piştî salên Brexitê ji bo serdana merivên xwe yan ji bo geşt û guzarê hatine welatekî Yekîtiya Ewropayê, bêguman tiştekî ew nîgeran kirine. Ew jî ew bû ku êdî bi pasaporta Brîtanî nikarîbûn ji deriyên elektronîk û bilez ên taybet bi welatiyên Yekîtiya Ewropayê bikevin nav Yekîtiyê.
Li balafirgehên Ewropayê, dema hûn digihîjin û ber bi kontrola pasaportan ve diçin, du rê li ber we têne nîşandan. Yek ji bo welatiyên Yekîtiya Ewropayê ye, ku erda wê bi rengê şîn hatiye boyaxkirin û we ber bi wan amûran ve dibeku di çend çirkeyan de pasaporta we kontrol dikin û bi xêrhatina we bo Ewropayê dikin.
A din ji bo wan kesan e ku xelkê welatên din ên cîhanê ne û divê di dorên dûr û dirêj de carinan zêdetirî saetekê li bendê bimînin heta ku efserê polîs pasaportên wan kontrol bike.
Di van demên dawî de, Brîtanî diçûn nav wan dorên dûrdirêj, lê peymaneke nû di navbera London û Brukselê de hatiye kirin û di demeke nêzîk de dê Brîtanî karibin careke din bi rêya bilez bikevin nav Yekîtiya Ewropayê.
Ji bilî vê, peyman hatiye kirin ku êdî xwediyên kûçik, pisîk û ajalên din ên malê, ku ji Brîtanyayê bi ajalên xwe re tên Ewropayê, neçar nemînin pereyên zêde bidin.

Îtalya vîzeya kar dide 500 hezar kesî li cîhanê
Hefteya borî, hikûmeta Îtalyayê biryar da ku ji bo 3 salên bê, 500 hezar vîzeyên kar bide hêza kar a ji derveyî Yekîtiya Ewropayê. Ango, eger kesek ji Kurdistanê bixwaze ji bo kar were Îtalyayê, ev derfet e.
Ofîsa serokwezîra Îtalyayê ragihandiye ku ev biryar ji ber wê yekê hatiye dayîn ku derketiye holê ku aboriya Îtalyayê ji bo ku bi hêz bimîne, hewcedarî wan destên kar e ku li hundir peyda nabin.
Hinekî zêdetirî nîvê van vîzeyên kar dê ji bo wan kesan bin ku ji bo werzeke diyarkirî, bo nimûne ji bo werza çinîna berhemên çandiniyê, tên Îtalyayê. 230 hezar vîze jî dê ji bo wan kesan bin ku ji bo karên din an ji bo karsaziya xwe ya taybet tên Îtalyayê.
Hikûmeta Îtalyayê dixwaze bi vê rêyê koça yasayî û dûrketina ji koça neyasayî ber bi welatê xwe ve han bide.
Her çend saziyên piştgiriya li karsaz, pîşesazî û çandiniyê pêşwazî li vê biryara hikûmetê kirine, lê partiyên opozisyonê dibêjin ku biryar dê tenê li ser kaxezê bimînin û hikûmetê mekanîzmayek daniye ku ev vîzeyên kar di pratîkê de nade wan kesên ku daxwaz dikin an jî nahêle ku kes bikaribe li Îtalyayê bimîne û li ser karê xwe berdewam be.

Veberhênerên Brîtanî li Kurdistanê veberhênanê dikin

Li Brîtanyayê konferanseke bazirganiyê ya hevbeş di navbera bazirganên diyasporayê û bazirganên din ên Brîtanyayê de pêk hat
Roja Şemiya borî, li bajarê Birminghamê yê Brîtanyayê, cara yekem di dîroka diyasporaya Kurdî ya li wî welatî de, konferanseke bazirganiyê ya hevbeş, di navbera bazirganên ji diyasporayê û bazirganên din ên Brîtanyayê de pêk hat. Konferansek ku ji bilî mijara hevkariya li navbera bazirganên Kurd û Brîtanî li Brîtanyayê, behsa mijara birina veberhênerên wî welatî bo Kurdistanê jî hat kirin.
Naveroka (In-house) ya Konferansa Bazirganiyê ya Diyasporaya Kurdî li Brîtanyayê
Ev der bajarê Birminghamê yê Brîtanyayê ye. Cara yekem di dîrokê de konferansek di navbera bazirganên diyasporaya Kurd û bazirganên Brîtanî de tê lidarxistin. Komeleya Kurdî li Brîtanyayê organîzatora vê konferansê ye.
Hawjîn Mistefa, Berpirsê Şopandinê li Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê:
"Armanca me ji lidarxistina vê konferansê ew e ku em bibin pireke pêwendiyê di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de. Em dixwazin veberhêner ji Brîtanyayê karibin bi azadî biçin Kurdistanê û veberhênanê bikin, herwiha berevajî vê, bazirganên Herêma Kurdistanê karibin bên Brîtanyayê û veberhênanê li vir bikin."
Zêdetirî 120 karsaz, bazirgan û siyasetvanên Brîtanî tê de beşdar in, ku şaredarê West Midlandsê yek ji wan e.
Richard Parker, Şaredarê West Midlandsê:
"Ez îro wekî şaredarê West Midlandsê li vir im. Min xwest bixêrhatina hemû şandeyên vê konferansê bikim û tekez bikim ku civaka Kurdî li Birminghamê û li herêma me xwedî cihekî girîng e. Ez dixwazim pêwendiyeke min a xurt bi Kurdên vir re hebe, da ku em baştir ji hev fêm bikin û derfetên bazirganiyê ji bo her du aliyan biafirînin; hem ji bo vir û hem ji bo Kurdistanê. Ango, em bizanibin çawa dikarin bi kompaniyên Kurdistanê re kar bikin û di heman demê de derî ji wan re vekin ku ew jî bên vir."
Li Brîtanyayê, bi giştî koçber kêmtir xwedî kar û karsaziyên mezin in û piraniya wan karên karkeriyê dikin. Ligel vê jî, di nav diyasporaya Kurdî de karsaz û bazirganên jêhatî hene ku îro li vir amade ne. Her çend hin ji amadebûyan di wê baweriyê de ne ku diviyabû hejmara bazirganên Kurd zêdetir bûya, lê parêzgarê berê yê Lambethê li Londonê, ku bi xwe Kurd e, xwedî nêrîneke cuda ye.
Serbaz Berzencî, Parêzgarê Berê yê Lambethê li Londonê:
"Em wekî civakeke nû li vî welatî, wek nifşê yekem (First Generation) tên hesibandin. Komek astengî hene ku bazirganên Kurd rûbirûyî wan dibin; nimûne, ji bo kesên nû hatine, dibe ku ziman astengiya sereke be. Lê bazirganên ku ev gelek sal in li vir in û bi cih bûne, pirsgirêkên wan dişibin pirsgirêkên her bazirganekî din ê Brîtanî. Di heman demê de, bazirganên me yên gelekî serkeftî hene ku di warê xwe de gelekî pêş ketine. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku, bi liberçavgirtina ku em nifşê yekem ê koçberan in, me asteke gelekî baş derbas kiriye. Lê bêguman em dikarin zêdetir pêş bikevin û ev cure konferans jî ji bo vê armancê pir alîkar in."
Parêzerekî beşdarê konferansê jî bi vî rengî qala astengiyên li pêşiya karê bazirganî yê Kurdên diyasporayê li Brîtanyayê dike:
Fereydûn Reza, Parêzer:
"Komek sedemên curbecur hene ku bûne eger ku Kurd bi giştî, heta niha di warê bazirganiyê de negihîştine asteke pir bilind. Lê bêguman ev cure konferans deriyekî nû ji bo xelkê Kurd vedikin, ku xelkekî zîrek û jêhatî ye, da ku karibin di warê bazirganî û veberhênanê de karên baştir bikin. Ez piştrast im ku ev yek pireke pêwendiyê çêdike da ku xwedî-kar ramanên xwe biguherin, karên xwe berfirehtir bikin û hilberîna xwe zêde bikin. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku gelekî girîng e ku ev cure konferans û civîn berdewam bin."
Di salên heftê û heştêyî yên sedsala borî de, piraniya koçberên Kurd li Londonê bi cih dibûn, lê di van salên dawî de, hejmareke berbiçav a Kurdan li bajarên pîşesazî yên mezin ên din ên Brîtanyayê civaka xwe ava kirine. Roj bi roj jî, bi rêya saziyên Kurdî, rol û cihê vê civakê di nav wan civakên ku tê de dijîn, zêdetir derdikeve holê.
Koda In-house li Medya Central:
Konfranci Bzargani-UK
Keçeka Kurd xelata baştirîn li Zanîngeha Kolnê ya Almanyayê wergirt
Erwa Ebdulhemîd xelata baştirîn lêkolînê li Zanîngeha Kolnê wergirt
Erwa Ebdulhemîd hez nake jê re bêjin "kesa xwedî pêdiviyên taybet". Ew li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî û îsal teza wê ya derçûnê xelata baştirîn lêkolînê li Zanîngeha Kolnê wergirt.
Mey Dost fîçerek li ser wê amade kiriye:
Dengê xwezayî..
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Gotina 'kesên xwedî pêdiviyên taybet' ne guncav û ne rast e."
Erwa Ebdulhemîd, keçeke zîrek, wêrek û xwedî îrade ye û rojekê jî ji hewlên xwe nesekiniye. Şeş mehan li ser teza xwe ya bekaloryosê xebitî û di encamê de, wek yek ji baştirîn lêkolînên wê salê, xelateke bilind li Zanîngeha Kolnê li Almanyayê wergirt. Mijara lêkolîna wê berawirdkirina rewşa kesên xwedî şiyanên taybet li Îraq û Almanyayê bû.
Dengê xwezayî..
Li gorî lêkolîna wê, li Îraqê rêjeya 11% û li Almanyayê 10% ji niştecihan kesên xwedî pêdiviyên taybet in. Herwiha cudahiyeke mezin di navbera reftara bi wan re û ya bi kesên asayî re heye.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Perwerdeya tevlêker (Inclusive Education) ew e ku hemû xwendekar bi hev re mezin bibin û biçin heman dibistanê. Eger xwendekarek xwedî pêdiviyeke taybet be, tê diyarkirin. Mixabin, nêzîkî 70% ji wan xwendekarên ku diçin dibistanên cuda, kêmtir serkeftî dibin."
Bêguman Erwa rexneyê li rewşa Îraqê jî digire û bi amarên nav lêkolîna xwe, rastiyan îsbat dike.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Li Îraqê navê wê 'perwerdeya tevlêker' e, lê mixabin pirsgirêka sereke ew e ku piştgiriyeke wan a berdewam nîne. Du ji pênc xwendekarên xwedî pêdiviyên taybet nikarin biçin dibistanê. Gelek dibistanan jî ragihandiye ku nikarin wan werbigirin, ji ber ku şiyana alîkariya wan nîne."
Berî demekê, Erwa serdana Başûrê Kurdistanê kir, hem ji bo dîtina malbata xwe û hem jî ji bo ku ji nêz ve û li ser bingeha xwendin û lêkolîna xwe, hay ji rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet hebe.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Li wir ez neçar mam ku otomobîlekê bi kirê bigirim û rampekê peyda bikim da ku di dema hilkişîn û daketinê de bi kar bînim. Ev pirsgirêk li Îraq û Kurdistanê heye. Gelekî girîng û pêwîst e ku bi dabînkirina otobus an otomobîlên taybet alîkariya veguhastina wan were kirin."
Dengê xwezayî...
Erwa keseke bêwestan e û tevî van hemû zehmetiyan, di wê baweriyê de ye ku pêşketineke baş li Başûrê Kurdistanê dîtiye.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Li Kurdistanê hewl tê dayîn ku 25% ji dibistanan, polên taybet ji bo wan xwendekarên ku xwedî pêdiviyên taybet in amade bikin."
Di vê çarçoveyê de, Erwayê serdana çend dibistanan kir da ku ji nêz ve hay ji rewşa kesên xwedî pêdiviyên taybet hebe. Yek ji wan dibistanan gelekî bala wê kişand.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Dibistana Rêbaz poleke taybet ji bo wan xwendekaran vekiribû û gotin: 'Em wan werdigirin û alîkariya wan dikin da ku xwendina xwe kuta bikin.' Lê wan amaje bi wê yekê jî kir ku pirsgirêka wan ew e ku hikûmet alîkariya wan nake. Cudahî ji vir derdikeve holê; li Almanyayê jî bêyî alîkariya hikûmetê kar zehmet in, lê li vir ew alîkarî hatiye dabînkirin."
Mijareke din a girîng, pirsa pênaseya rast e. Li gelek welatan ev nîqaş hîn berdewam e û encameke yekgirtî jê derneketiye holê lê Erwa bi rêya lêkolîna xwe gihîştiye nêrîn û encameke taybet bi xwe.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Kesên xwedî pêdiviyên taybet, ew in ku xwedî şiyaneke cîgir in. Ango, her yek ji wan xeysetek heye û dikare di warrekî cuda de xizmetekê pêşkêşî derdora xwe bike."
Dengê xwezayî...
Niha Erwa li karekî digere da ku wek karmendeke civakî dest bi kar bike, lê çalakiyên wê tenê bi vê yekê namînin.
Erwa Ebdulhemîd - Xwediya Pêdiviyên Taybet:
"Li vir ez karekî xwebexşî dikim; ez serdana hin nexweşxaneyan dikim û bi wan kesên ku rûbirûyî bûyeran bûne re rûdinim. Ez bi wan re diaxivim û rêberiya wan dikim ka çawa dikarin alîkariya xwe bikin piştî ku ji nexweşxaneyê derdikevin û vedigerin malê, xasma ewên ku tûşî felcê bûne."
Peyama Erwayê ji bo paşerojê ew e ku di dema derxistina biryaran de, bi taybetî yên girêdayî jiyana kesên xwedî pêdiviyên taybet, her tim nêrîna van kesan bi xwe were wergirtin. Herwiha, Erwa daxwaz dike ku peymana Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet, bi cidî were cîbicîkirin.
Erwa Ebdulhemîd keçikek e ku gelek ji jiyanê hez dike û her dem bi geşbînî û kelecan li jiyanê dinêre; keçikek e ku ne tenê li ser xwe, lê li ser kesên din jî difikire.

Almanya.. Soryaz Yûsif bûye kesayetiyeke navdar a nav torên civakî
Soryaz Yûsif xelka Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye, lê niha li Almanyayê bûye navekî naskirî. Li ser torên civakî zêdetirî 300 hezar şopînerên wê hene û keç û ciwanên diyasporayê han dide da ku di nav wan civakên ku tê de dijîn de çalaktir bin û baştir kar bikin.
Soryaz Yûsif, bandorkera torên civakî, mêvana Diyasporayê bû. Ew xwendekareke Kurd e, xelka Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ye û li Almanyayê niştecih e. Wê karîbû bibe yek ji dengên herî bi bandor li ser torên civakî û peyameke wê ya zelal heye ji bo handana ciwan û jinên Kurd ber bi girîngîdana bi xwendinê û pêkanîna armancên wan.
Soryazê, ku ji sala 2013an ve welatê Almanyayê ji bo jiyanê hilbijartiye, niha xwendekara qonaxa dawî ye li beşa bijîşkiya diranan li yek ji zanîngehên herî bi nav û deng ên Almanyayê, Zanîngeha Charité ya li Berlîna paytext. Wê di gel xwendina xwe ya dijwar, demeke zêde ji bo bandora erênî li ser medyaya civakî terxan kiriye û bûye çavkaniya îlhama bi hezaran ciwanan.
Armanca sereke ya Soryazê di vî karî de, wekî ku ew bi xwe behs dike, handana ciwan û jinên Kurd e ji bo ku xwendin û zanistê bikin bingeha jiyana xwe. Ew dixwaze wê nêrînê biguherîne ku xwendin tenê erkekî nexweş e, û wê bike çandeke şêrîn û tijî hêvî.
Bandora peyamên Soryazê di gotinên şopînerên wê de bi zelalî diyar dibe. Ew dibêje: "Gelek kes hatine cem min û ji min re gotine ku berê heza wan ji xwendinê re nebû, lê dema em guhê xwe didin gotinên te û postên te dibînin, xwendin li cem me şêrîn dibe û em hest dikin ku me enerjiyeke nû wergirtiye. Ev cure peyam min gelekî kêfxweş dikin û min han didin ku ez berdewam bikim."
Ew tekez dike ku vê hewldanê sînorên takekesî derbas kirine û bûye peyamek ji bo hemû jinên Kurd, nemaze nifşê nû û ciwan. Soryazê hêvîdar e ku bibe "deng û rengek" ku îlhambexş be û nimûneyekê nîşan bide ku jina Kurd dikare di hemû waran de, çi di warê akademîk û çi di warê bandora civakî de, serkeftî be.
Bi vî awayî, çîroka Soryaz Yûsif nimûneyeke berbiçav a ciwaneke Kurd a serkeftî ye ku ne tenê di warê xwendina xwe de hewl dide, lê teknolojî û torên civakî jî ji bo armanceke bilind û xizmetkirina civaka xwe bi kar tîne, bi taybetî di demekê de ku pêdiviya ciwanan bi hander û nimûneyên zindî yên serkeftinê heye.

Xanimeke siyasetvan a Kurd wek yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên seranserê Almanyayê hat binavkirin
Rojnameya BILD li Almanyayê, ku yek ji yên herî navdar û zêde tê firotin e, bi zîrekiya çêkirî dest bi lêkolîn û rapirsiyekê kir. Bi vî awayî ku wêne û agahiyên 1900 parlamenterên herêman û parlamentoya federal a Almanyayê dane modeleke zîrekiya çêkirî da ku çi bike? Siyasetmedarên herî balkêş destnîşan bike.
Di nav van nêzîkî 2 hezar parlamenteran de, xanima parlamenter Seyran Papo, ji herêma Schleswig-Holsteinê, bûye yek ji 10 siyasetmedarên herî balkêş ên Almanyayê.
Xanim Papo ser bi Partiya Demokratên Xirîstiyan (CDU) e û di nav partiya xwe de çalak e. Ew gelekî li ser wan dozan dixebite ku ji bo Kurd, Kurdistan û diyasporaya Kurdan li Almanyayê girîng in.
Bêguman Xanim Papo gelek caran bûye mêvan li studyoya Rûdawê li Almanyayê û bi Kurdiyeke xweş a Cizîrî siyaseta Almanyayê ji bo temaşevanên Diyasporayê zelal kiriye.