Li Swêdê, li bajarê Urebroyê di êrîşeke çekdarî de du kes birîndar bûn

15 August 2025
Li Swêdê, li bajarê Urebroyê di êrîşeke çekdarî de du kes birîndar bûn
Li Swêdê, li bajarê Urebroyê di êrîşeke çekdarî de du kes birîndar bûn
Roja îna borî, 15ê Tebaxê, li bajarê Urebroyê yê Swêdê, du kes li nêzîkî mizgeftekê rastî êrîşeke çekdarî hatin û birîndar bûn.
Rûdawê zaniye ku yek ji birîndaran Kurd e. Polîsê Swêdê ragihand ku her du kes ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin lê derbarê nasnameya wan de ti hûrgilî nedane.
Polîsê Urebroyê dibêje ku bûyer bi şerê navbera komên tawankar ên Swêdê ve girêdayî ye û dosye wekî "hewldana kuştinê" tê lêkolînkirin, her çend heta niha kes nehatiye girtin.
Di meha duyem a îsal de jî, di bûyereke din a çekdarî de li heman bajarî, kesekî nijadperest gule li xwendekar û mamosteyên dibistanekê reşandibûn. Di wê bûyerê de 10 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabû û hejmarek jî birîndar bûbûn. Wê demê jî yek ji birîndaran Kurdekî nişteciyê diyasporayê bû.
Derbarê bûyerê de, du şahidên Kurd ku ji nêz ve bûyer dîtine, hûrgiliyên wê ji Rûdawê re vegotin. Zêrevan Hocava, yek ji şahidan, ji Diyasporayê re ragihand: "Derdora saet 01:00ê piştî nîvro bû, dema me nimêja înê xilas kir û em ji mizgeftê derketin, girseyeke mezin li ber deriyê mizgeftê kom bûbû. Ji nişka ve kesekî dest bi gulebaranê kir û guleyek yekser li kesekî ku bi regez Afrîkî bû ket û wî di cih de jiyana xwe ji dest da."
Derbarê rewşa wî hevwelatiyê Kurd ê ku di bûyerê de birîndar bûbû û xelkê Dihokê ye, Zêrevan Hocava got: "Rewşa tenduristiya birayê me yê Kurd pir baş e û ew saxlem e. Gule rasterast lê neketiye, belkî guleyek li erdê ketiye, pekiyaye û li piyê wî ketiye, loma birîna wî sivik e."
Şahidekî din ê Kurd, ku di dema bûyerê de li cihê bûyerê bû, hûrgiliyên zêdetir ji Rûdawê re eşkere kirin û got: "Dema em ji mizgeftê derketin, me dengê teqeyê bihîst. Me dît zilamek û du kesên din li erdê ketin. Êrîşkar reşik bû. Piştî bûyerê rewşeke pir bi tirs û tevlihev çêbû, kesî nedizanî çi bike û newêrîbû nêzîk bibe."
Li gorî agahiyên ku ketine destê Diyasporayê, heta dema amadekirina vê nûçeyê, êrîşkar nehatibû girtin. Polîsê Swêdê dosyeyek bi navê hewldana kuştinê vekiriye, ku ev yek weke yek ji tawanên giran tê hesibandin û lêkolîn berdewam in.

Almanya.. Bavekî Kurd dema hewl dida zaroka xwe rizgar bike, di Çemê Raynê de xeniqî
Van rojan pêleke germê ya dijwar li Ewropayê belav bûye. Hin welatan hişyarî dane û dibêjin divê van çend rojan zêdetir baldar bin li ser kesên temenmezin û yên ku nikarin li ber germa zêde bisekinin. Li Almanya û Holandayê, rêxistinên xêrxwazî bi ava sar û hênikkeran alîkariya kesên ku li ser kolanan in û malên wan nînin, dikin.
Ji ber ku van rojan betlaneya dibistanan e jî, gelek dê û bav zarokên xwe dibin hewzên avjeniyê, parkan û ser çeman. Bi taybetî koçberên ku di avahiyên ku zû germ dibin û hênikkirina wan ne hêsan e de dijîn, zêdetir derdikevin derve.
Malbata Heval Husên jî li bajarê Kolnê ji bo hênikbûnê çûbûn ser çêm. Dema ku yek ji zarokên wî dikeve metirsiyê, ev Kurdê diyasporayê xwe davêje nava avê, bêyî ku bizanibe ev dê bibe nefesa wî ya dawî û piştî demeke kurt dixeniqe.
Li gorî daneyên fermî, îsal 25 kes di Çemê Raynê de xeniqîne. Ji ber vê yekê, li bajarê Dusseldorfê biryar hatiye dayîn ku avjenî di çêm de bê qedexekirin û kesê ku vê biryarê binpê bike, dê bi 1000 euroyî were cezakirin.
Derbarê vê yekê de, peyamnêra Rûdawê Mey Dost VTiyek amade kiriye.
Naveroka VTiyê:
Ev Çemê Raynê ye li bajarê Kolnê li Almanyayê. Di rojên havînê de, ev der cihê bêhnvedan û hênikbûna bi hezaran kesan e. Lê li pişt vê dîmena aram, metirsiyeke kujer xwe veşartiye.
Ji bo malbateke Êzidî, ev metirsî bû rastiyeke diltezîn. Bavekî 47 salî yê bi navê Heval, li vir kete ber pêlên avê û avê ew li ber xwe bir.
Wî malbata xwe li pey xwe di şokê de hiştiye. Birayê wî bêdeng li benda nûçeyekê ye, lê ne amade bû biaxive. Hevjîn û zarokên wî jî, li gorî gotina pismamê Heval, di rewşeke xirab de ne û nikarin bipeyivin.
Xudêda Nermo - Pismamê Heval:

"Pêl û gergerînekên avê pir zêde ne, xasma dema keştiyên barhilgir derbas dibin, pêlên bihêz çêdikin. Wî xwestiye avjeniyê bike, lê ketiye cihekî kûr û gergerînekê ew binav kiriye. Hêviya zindîmayîna wî pir kêm e, nêzîkî sifirê ye. Bi derbasbûna demê re jî hêviya me kêmtir dibe."
Her çend hêviya malbatê ya ji bo rizgarkirina Heval kêm be jî, ew rûbirûyî rastiyeke tal dibin. Tîmên agirkujiyê yên Kolnê roja bûyerê du saetan hewl dan termê wî bibînin, lê berdevkê wan tekez dike ku dîtina termê wî karekî pir dijwar e.
Ulrich Laschet - Berdevkê Agirkujiya Kolnê:

"Astengiya herî mezin ew e ku bi zelalî ne diyar e ew kes li ku ye. Çemê Raynê pir fireh e û em nizanin ew ber bi kîjan aliyê avê ve çûye. Her wiha, Rayn yek ji rêyên avê yên herî qerebalix ên Ewropayê ye, çûnûhatineke zêde ya keştiyan tê de heye û metirsiyeke pir mezin heye ku ew bikeve bin keştiyekê ji keştiyan. Ji bo ku di zûtirîn demê de pêşî li vê yekê were girtin, hemû tîmên hawarçûnê hatin agahdarkirin û li gorî pîvanên taktîkî yên diyarkirî, ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin da ku di zûtirîn demê de termê wî kesî bê dîtin."
Ev dijwarî, metirsiyên giştî yên Çemê Raynê radixe ber çavan. Derbarê vê yekê de, Rêxistina Almanî ya Rizgarkirina Jiyanê (DLRG) bi berdewamî welatiyan hişyar dike.
Kian Shahboudaghi - Berdevkê Komeleya Almanî ya Rizgarkirina Jiyanê (DLRG):
"Eger kesek bikeve ber pêleke bihêz a avê, divê bi ti awayî berevajî wê avjeniyê neke. Belkî, divê hewl bide bala mirovan bikişîne, hawar bike û bi pêlê re xwe bigihîne peravê. Eger bikeve nav gergerînokek avê, divê xwe binavî avê bike û ji kûrahiyê hewl bide ji gergerînokê derkeve."
Tevî ku jiyan li peravên Çemê Raynê berdewam e, ji bo malbata Heval tenê êş û şîneke kûr ji ber windakirina ezîzê wan maye. Piştî sê rojan ji lêgerîn û bendewariyeke bi êş, termê Heval 100 kîlometreyan dûrî cihê xeniqîna wî hate dîtin. Niha derfeta malbata wî heye ku ji bo cara dawî xatir jê bixwazin û wî bi rêzdarî bispêrin axê.

Heft Kurd ji bo hilbijartinên parlamentoya Norwêcê berbijêr in
Li Norwêcê hilbijartinên parlamentoyê tên lidarxistin û heft Kurdên ku li wî welatî dijîn berbijêr in û hewl didin kursiyên parlamentoyê misoger bikin. Li Norwêcê diyasporayeke çalak û xwenda ya Kurdistanê heye û niha jî di parlamentoyê wî welatî de parlamenterekî Kurd heye.
Ebdulbaqî Husênî, bavê Manî Husênî, ku yekane parlamenterê Kurd e di parlamentoyê Norwêcê de, zengila hişyariyê lê dixe û radigihîne ku tevî vekirîbûna sîstema siyasî ya Norwêcê, lê Kurd çiqas bi siyaseta welatê xwe yê zikmakî ve mijûl in, nîvê wê girîngiyê nadin qada siyasî ya ku dikare paşeroja wan misoger bike.
Ebdulbaqî Husênî siyasetmedarekî kevnar û şareza di civaka Norwêcî de, mêvanê bernameya Diyasporayê bû. Wî rexne li beşek ji Kurdên wî welatî girt û got: "Hejmara Kurdên ku ji hemû parçeyên Kurdistanê hatine û di nav civaka Norwêcî de çalak in, pir kêm e. Piraniya wan zêdetir bi siyaseta Kurd û Kurdistanê ve mijûl in, ne bi siyaseta welatê ku bûye niştimanê wan ê duyem. Vê yekê jî kiriye ku bandora wan li ser biryarên siyasî yên herêmî kêm bibe."
Husênî tekez kir ku sîstema siyasî ya Norwêcê ti astengiyekê li pêşiya koçber û kemîneyan danayne, belkî derî li ber her kesî vekiriye û dibêje: "Li vir derî ji her kesî re vekiriye, cudahî nîne tu Kurd î yan xelkê welatekî din î. Her mirovekî çalak û jêhatî be, dikare bikeve nav siyasetê û bigihîje postên herî bilind."
Ji bo îsbatkirina gotinên xwe, bavê Manî Husênî çîroka serkeftina kurê xwe weke mînakeke zindî anî ziman û rave kir: "Manî ji rêxistina ciwanan dest pê kir, paşê bû endamekî çalak ê Partiya Karkeran. Çend caran bû parlamenterê yedek û dawiyê weke parlamenterekî sereke çû parlamentoyê. Ev belge ye ku rê ji bo her kesê ku ji bo wê bixebite vekiriye."
Derbarê çarenûsa heft berbijêrên Kurd ên vê carê de, Husênî pêşbîniyeke heta radeyekê bêhêvîker pêşkêş kir û ragihand ku tenê şansê serketina du kesan ji wan xurt e, ku yek ji wan kurê wî Manî Husênî ye û yê din jî xanimeke xelkê Bakurê Kurdistanê ye.
Sedema neserkeftina yên din jî bi şaşiyeke stratejîk ve girêda û got: "Pirsgirêk ew e ku piraniya Kurdan berê xwe didin partiyên biçûk ên ku bingeheke wan a cemawerî nîne û şansê wan ê gihîştina parlamentoyê sifir e. Ji bo ku tu serketî bî, divê bikevî nav partiyên mezin û bibandor, weke Partiya Karkeran (ku Manî endamê wê ye) û partiyên din ên sereke. Wê demê dê derfeta te ya serketinê hebe."
Di dawiya axaftina xwe de, Ebdulbaqî Husênî bal kişand ser hêza veşartî ya dengderên Kurd li Norwêcê û got: "Eger Kurd li vir bibin yek, dikarin hevkêşeyan biguherînin. Hejmara Kurdan li Norwêcê, bi taybetî li Osloya paytext û derdora wê ne kêm e. Eger hemû yekgirtî û bi awayekî stratejîk dengê xwe bidin berbijêrên Kurd ên hêja, bêguman dikarin çendîn kursiyên parlamentoyê misoger bikin. Lê mixabin, ev yekrêzî nîne û deng belawela dibin."
Banga Husênî di bernameya Diyasporayê de, weke zengilekê ye ji bo Kurdên Norwêcê da ku li şûna ku çavê xwe li rabirdû û dûriya niştiman bigerînin, berê xwe bidin paşeroja xwe ya siyasî li wî welatî û bibin hêzeke bibandor û xwedî biryar.

Almanya.. Amadekarî ji bo konferanseke berfireh a ciwanên Rojavayê Kurdistanê tê kirin
Ji dilê Ewropayê, ciwanekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê xema parastina nasnameya nifşê nû yê Kurdan hildaye ser milên xwe û bi rêya destpêşxeriyekê hewl dide wê valahiya çandî ya ku koçberiyê di navbera ciwanan û kok û rehên wan de çêkiriye, tije bike.
Ehmed Hesen, ku çîroka koçberiya wî di sala 2015an de ji gundê Bilêcê yê girêdayî Qamişloya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û li Almanyayê bi cih bû, mînaka wan ciwanên Kurd e ku tevî mijûlbûna bi jiyana rojane û kar re, ji xema paşeroja neteweya xwe qut nebûne. Ew ku niha zewicî ye û xwedî zarokek e, weke ku ew bi xwe dibêje, "wek her ciwanekî din ê Rojava" piştî fêrbûna zimên, dest bi kar kiriye û niha li cihê karê xwe berpirsê beşekê ye. Lê armanca wî ya mezin li derveyî çarçoveya karê wî ye.
Ev xewn di sala 2020an de bû rastî û navê "Vejîn"ê lê kir. Vejîn ne tenê destpêşxeriyek e, belkî projeyek e ji bo vejandina hesta neteweyî û parastina ziman û çanda Kurdî di nav wan ciwanên ku li diyasporayê ji dayik bûne yan mezin bûne.
Ehmed Hesen, ku berpirsê giştî yê destpêşxeriyê ye, armanca sereke ya Vejînê ji Diyasporayê re wiha rave dike: "Armanca sereke ya Vejînê ew e ku em pêşî lê bigirin û nehêlin ku ciwanên Kurd li diyasporayê ji ziman, dîrok û çanda xwe dûr bikevin. Em alîkariya wan dikin da ku reseniya xwe biparêzin û di heman demê de em wan han didin ku bibin yek û bi hev re bixebitin, da ku bikarin hem ji bo xwe û hem jî ji bo Kurdistaneke azad têbikoşin."
Bi baweriya Ehmed, enerjî û şiyaneke mezin di nav ciwanên Kurd ên diyasporayê de heye, lê gelek caran ev enerjî belav e û arasteyeke wê ya rast nîne. Ew dibêje: "Ciwanên Kurd nemaze xwedî hêzeke mezin in, lê pêwîst e ev hêz bi awayekî rast bê bikaranîn. Vejîn hewl dide hem xwe û hem jî ciwanên derdora xwe birêxistin bike û wê wêrekiya rastîn bide wan ku her kes bikare bi hêz ji bo xwe û ji bo Kurdistanê bixebite."
Ehmed Hesen ku mêvanê Diyasporayê bû, bi hûrgilî ronî xiste ser kar û çalakiyên destpêşxeriya Vejînê û wan astengiyên ku li derveyî welat rûbirûyî ciwanên Kurd dibin û çawaniya rûbirûbûna wan. Wî ragihand ku ew ji bo lidarxistina konferansekê ji bo 130 ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên ku li diyasporayê dijîn, dixebitin, bi armanca yekkirina wan û danîna nexşerêyeke ji bo paşeroja wan.
Navborî rave kir ku mekanîzmaya hilbijartina wan hûr û pirralî ye û got: "Temenê beşdaran dê di navbera 18 û 42 saliyê de be û rêjeya beşdariya jin û mêran dê 50% bi 50% be. Her wiha, ne tenê kesên akademîk û xwenda dê beşdar bibin, belkî nûnerên hemû çînan ji bijîjk, endezyar, karker û tewra kesên nexwenda jî dê bên vexwendin, ji ber ku baweriya me ew e ku her takekesekî Kurd di civakê de xwedî rol e."
Ehmed Hesen sê armancên sereke yên konferansê destnîşan kirin:
1. Damezrandina "Yekîtiya Kurdên Rojava": Ji bo yekkirina deng û helwesta Kurdên Rojavayê Kurdistanê li diyasporayê.
2. Piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD): Weke yekane hêza rewa û parêzvana Kurd û pêkhateyên din ên herêmê.
3. Parastina mafên Kurdan: Xebitîna ji bo ku di paşeroja Sûriyê de mafên gelê Kurd ji dest neçin û biryar di destê Kurdan bi xwe de be.
Di beşeke din a axaftina xwe de, xwediyê destpêşxeriya Vejînê bal kişand ser zêdebûna diyardeya nijadperestiyê ya li dijî Kurdan li Almanyayê û qal kir ku alîgirên hikûmeta Sûriyê çalak bûne û pirsgirêkan ji Kurdan re çêdikin û dibêje: "Mixabin em dibînin ku nijadperestî zêde bûye, xasma ji aliyê wan Erebên Sûrî yên ku alîgirên rejîmê ne û piştî sala 2019an hatine Almanyayê. Ew birêxistinkirî ne û li her derê dijberiya her tiştê Kurd û Kurdistanî dikin."
Hesen bang li Kurdên diyasporayê kir ku rûbirûbûna wan bi rêya yasayê be û got: "Almanya welatekî demokratîk e û yasa tê de heye. Pêwîst e her bûyereke nijadperestî ji polîsan re bê ragihandin û em bi rêya yasayê mafê xwe bistînin, ne bi şerê dest û pê yê ku li Rojhilata Navîn belav e."

Almanya.. Di heft mehên borî de 434 koçberên Îraqî hatine dersînorkirin
Li Almanyayê, gelek caran nûçeya dersînorkirina komek hevwelatiyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê belav dibe, lê kes ne xwedî daneyên fermî ye ka îsal (ango di heft mehên borî de) çend kes hatine dersînorkirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zinar Şîno, derbarê vê yekê de pirs ji Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê kiriye. Lars Marmeseen, berdevkê wezaretê, ji Rûdawê re ragihandiye ku di dirêjahiya heft mehên borî de 434 kesên ku hemwelatînameya wan a Îraqî hebû (ango tevî xelkê Başûrê Kurdistanê) hatine dersînorkirin.
Ji wê hejmarê, 328 kes rasterast bi balafirê ji bo Îraqê hatine şandin. Ji bilî vê, her di heft mehên borî de, 380 hevwelatiyên Îraq û Başûrê Kurdistanê bi daxwaza xwe vegeriyane û ji Almanyayê bar kirine.
Ev hejmar nêzîkî hejmara wan kesan e ku di dirêjahiya diwanzdeh mehên sala 2024an de bi daxwaza xwe ji Almanyayê bar kiribûn û 496 kes bûn. Yek ji dosyeyên herî navdar ên dersînorkirina îsal, dosyeya dersînorkirina malbata Qasim bû, ku malbateke Êzidî ye û çar zarokên wan hene.
Piştî ku ew li balafirê hatin siwarkirin û gihandin Bexdayê, lap wê demê dadgeheke Berlînê biryar da ku serlêdana penaberiya wan bi awayekî neyasayî hatiye redkirin. Paşê, dadgehê diyar kir ku ev biryar nayê wateya vegerandina malbatê ji Kurdistanê bo Almanyayê. Tevî vê yekê, hewldanên yasayî û komkirina îmzeyan ji bo vegerandina malbatê bo Almanyayê hê jî berdewam in.

Heta dawiya îsal, dê bersiva hemû serlêdanên hemwelatîbûna Swêdê bê dayîn
Ajansa Koçberiyê ya Swêdê, ku saziya fermî ya dewletê ye ji bo biryardana li ser dosyeyên koçberî û penaberiyê, ragihand ku heta dawiya îsal dê bersiva hemû serlêdanên wergirtina hemwelatînameya Swêdê bide.
Hin ji wan serlêdanan ev çar sal in ku hatine pêşkêşkirin û ajansê nikarîbû wan beralî bike. Li ser vê yekê jî gelek rexne lê hatibûn girtin. Weke ku ajansê rave kiriye, beralîkirina dosyeyan dê li gorî kevnbûna serlêdanan be; ango, eger serlêdanek çar sal berê hatibe pêşkêşkirin, dê zûtir ji ya ku sê sal berê hatiye pêşkêşkirin, bê çarekirin.
Hin guhertinên din jî hene ku dê dest bi pêkanîna wan bê kirin. Mînak, êdî kesên ku dosyeyên penaberiya wan tên girtin, nikarin bi sedema dîtina kar daxwaza mafê manê bikin.
Her wiha, ji niha û pê de dê li şûna 5 salan, pêwîst be kesek 8 salan li Swêdê xwedî mafê  ane be da ku bikare daxwaza hemwelatînameyê (yan pasaporta Swêdê) bike.

Danîmarka ji bo malnişînan welatê herî baş e
Dibe ku ji bo kesên li diyasporayê dijîn, nexasim ên li Ewropa û Amerîkayê, zanîna vê yekê balkêş be: kîjan welatên cîhanê ji bo teqawidbûnê cihên herî baş in? Saziya Brîtanî "Wise Financial" berawirdiyek kiriye û li gorî wê berawirdiyê, welatê herî baş ê cîhanê ji bo teqawidbûnê Danîmarka ye.
Piştî Danîmarkayê, Holanda di rêza duyem a cîhanê de ye, paşê Fînlanda, Japonya û Spanya li pey hev di rêzên sêyem, çarem û pêncem de ne. Awistirya li pêşiya Almanyayê ye û di rêza heftem de ye, Almanya nehem e û Swêd û Brîtanya jî di rêzên hejdehem û nozdehem de ne.
Pîvanên vê rêzbendiyê di serî de li ser bingeha xizmetguzariyên tenduristî, kalîteya jiyanê û rêjeya bextewariyê di nav kesên malnişîn de hatine danîn. Danîmarka û Holanda bi wê yekê tên nasîn ku di van waran de, bi taybetî di warê xizmetguzariyên tenduristiyê de, xwedî sîstemên herî baş ên cîhanê ne.
Saziyê her wiha lêkolîn kiriye ka li kîjan welatan kesên malnişîn ên herî bextewar dijîn. Di wê rêzbendiyê de, Fînlandî di rêza yekem a cîhanê de ne, li pey wan Danîmarka, paşê Îslenda, Swîsre û Holanda tên.
***
Çarenûsa bileta erzan a geştê ya Almanyayê ne diyar e
Almanya.. Metirsiya rawestandina bileta bi navê "Deutschlandticket" heye
Li Almanyayê, bileteke erzan ji bo siwarbûn û gera li seranserê Almanyayê bi trên, metro, tramway, bas û amûrên din ên giştî yên veguhestinê heye.
Gelek Kurdên ku li Almanyayê dijîn xwedî vê biletê ne û bi abonetiyeke mehane ya nêzîkî 60 euroyî (Bihayê rast 49 Euro ye), dikarin li seranserê Almanyayê bigerin. Yekîtiya Bajarên Mezin ên Almanyayê hişyarî daye ku eger hikûmeta federal a niha barê projeyê hilnegire, dibe ku di sala 2026an de bê rawestandin.
Sedema vê yekê jî ew e ku lêçûnên amûrên veguhestin û çûnûhatinê pir zêde ne û pereyên ku ji abonetiyê tên û rêjeya beşdaran kêmtir ji wan lêçûnan e. Ji ber vê yekê, divê hikûmeta federal vê valahiya darayî tije bike.
Îsal, heta niha hikûmeta federal û herêmên federalî nêzîkî 3 milyar euro ji bo fînansekirina projeyê xerc kirine, lê ji bo sala bê ne diyar e ka ev yek dê berdewam bike yan na.

Swîsre.. Li Cinêvê hikûmet çûnûhatina bi tramway û basan bê pere dike
Di demekê de ku li Almanyayê îhtîmala nemana bileta erzan (Deutschlandticket) heye, li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, hikûmeta herêmî (kanton) biryar daye ku çûnûhatina bi amûrên veguhestinê bike bêpere.
Ango, eger hûn niha li Cinêvê bijîn an ji bo geştê çûbin wir, dikarin bê xeman û bê bilet li trên, tramway û basan siwar bibin.
Cinêv yek ji wan bajarên Ewropayê ye ku her tişt tê de biha ye, û her wiha gelek geştyar serdana wê dikin ji ber ku xwedî bedewiyeke efsûnî ye. Ev bedewiya efsûnî ji ber xwezaya wê ya spehî ye ku ev çend sal in di bin tehdîdê de ye.
Jîngeha Cinêvê roj bi roj qirêjtir dibe û kalîteya hewayê pir xirab bûye. Ji ber vê yekê, hikûmeta Cinêvê dixwaze bi kêmkirina çûnûhatina otomobîlan û handana xelkê ji bo bikaranîna amûrên giştî yên çûnûhatinê, hinekî hewaya bajar û herêmê paqij bike.