Tenê di du rojan de 1157 koçber ji Kanala Îngilîzî derbasî Brîtanyayê bûn

Malbateke koçber a sê kesî, ku ji jin, mêr û zarokekê pêk dihat, ji Fransayê bi awayekî yasayî û bi mafê rûniştinê (îqame) ji bo Brîtanyayê hate veguhestin.
Brîtanya û Fransayê li hev kiriye ku li hemberî her koçberekî ku Brîtanya wî dersînorî Fransayê dike, koçberek ji Fransayê bi îqameyê derbasî Brîtanyayê bibe. Koçberên ku tên dersînorkirin, ew in ku bi qeyîkên biçûk ji Fransayê di nav Kanala Îngilîzî re xwe gihandine Brîtanyayê. Yên ku tên wergirtin jî ew koçber in ku li Fransayê ne û merivên wan ên bi îqame li Brîtanyayê hene.
Tevî vê nûçeyê jî, roja Şemî û Yekşema borî, 1157 koçberên din bi qeyîkên biçûk gihîştin Brîtanyayê. Ango wer dixuye ku cîbicîkirina peymana Brîtanya û Fransayê, koçber ji derbasbûna ber bi Brîtanyayê ve sar nekirine.
Rayedarên herdu welatan tiştek li ser wê yekê eşkere nekiriye ku ew malbata hatiye wergirtin xelkê ku derê ye û ji bo kîjan bajarê Brîtanyayê hatiye birin. Lê belê li aliyê Fransayê, karbidestên wî welatî ji medyaya xwe re gotine ku pirsgirêkeke wan a mezin di dîtina wan kesan de heye ku dibe hêjayî wê yekê bin bi vê rêyê bên ji bo Brîtanyayê şandin.
Sedema vê yekê jî ew e ku piraniya kesên li bajarên Calais û Dunkirkê, ku koçber jê derbas dibin, tu nasname bi wan re nîne û ne pêkan e bi awayekî yasayî bê zanîn navê wan ê temam çi ye û xelkê kîjan welatî ne.
Hikûmeta Brîtanyayê bi cîbicîkirina peymanê kêfxweş e û dibêje ku ew dê hêdî hêdî li ser wê yekê kar bike ku koçber têbigihîjin ku eger bigihin Brîtanyayê jî dê bên dersînorkirin. Lê li hêla Fransayê tê gotin ku peyman ne praktîkî ye û xuya ye ku dê ji bo demeke dirêj berdewam neke.
Di 28ê vê mehê de gera duyem a hilbijartinê li Nordrhein-Westfalenê birêve diçe
Şaredara nû ya Bajarê Mezin ê Kolnê dê di gera duyem a hilbijartinê de diyar bibe
Bêrîvan Aymaz ji bo posta Şaredariya Bajarê Mezin ê Kolnê berbijêr e
Sibe, Yekşem 28.09.2025, li bajarê Kolnê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin dubare dibe (ango derbasî gera duyem dibe), ji ber ku di gera yekem de ti berbijêrekî nekarî piraniya dengan bi dest bixe.
Bêrîvan Aymaz, ku Kurd e, dengên herî zêde standin, lê vê têrê nekir ku bibe şaredar. Loma sibe Yekşemê Bêrîvan careke din berbijêr e û diyasporaya Kurdan li Kolnê dikare biçe dengê xwe bide wê.
Hevkara me Mey Dost vê hefteyê li gel Bêrîvan Aymaz bû, ez bala we dikşînim ser newsfîçereke balkêş a Meyê.
Naveroka newsfîçerê:
Bêrîvan Aymaz - Berbijêra Posta Şaredariya Bajarê Mezin ê Kolnê:
“Bi rastî keşûhewayeke pir baş û xweş e.”
Di rojên dawî yên pêşbirka hilbijartinê de, ku dijwar û siyasî ye, ji bo Bêrîvan Aymaz her silavek girîngiya xwe heye. Li vir, di festîvalekê de jiyan bi başî birêve diçe û Aymaz jî mal bi mal digere. Şaredara nû ya bajêr dê di gera duyem a hilbijartinan de diyar bibe û vêga her dengek girîng e.

“Bêguman ez ê serdana wan taxan bidomînim ku min hejmareke mezin a dengan lê bi dest xistine, da ku bînim bîra her kesî ku di 28-09an de careke din her dengek girîng e. Lê ez ê biçim wan taxên ku min deng ji derveyî partiya xwe lê standine jî, ew cihên ku ne keleha Partiya Keskan in.”
Bêrîvan Aymaz, berbijêra Partiya Keskan ku xelka Bakurê Kurdistanê ye, di qonaxa dawî ya bangeşeya hilbijartinê de ye. Piştî gera yekem, wê zêdetirî 28% ji dengan bi dest xist. Niha jî rûbirûyî rikberê xwe yê ji Partiya Sosyal Demokrat dibe. Îro stratejiya wê zelal e: rasterast bi xelkê re diaxive û girîngiya van çend rojan di wê yekê de ye ku dengderan li ser kolanan razî bike.

“Min bi mijarên vî bajarî beşdarî bangeşeya hilbijartinê kir. Mînak, xaniyên bi bihayên guncaw, sîstemeke baş a veguhastina giştî, otobus û trên, ku mirov hest bike bi awayekî ewle ji cihekî digihîje cihekî din. Lê di heman demê de rewşa ser kolanan, bikaranîna eşkere ya madeyên hişbir ku weke mînak li Neumarktê heye, ev ew mijar in ku min di dema bangeşeya hilbijartinê de qala wan kiriye û ev dê di rojên pêş de jî bibin mijarên gotûbêjê.”
Li şûna ku bi gotarên mezin biaxive, ew di nava xelkê de digere û hevdîtinên rûbirû pêk tîne da ku baweriyê ava bike û piştgiriyê bi dest bixe. Bêrîvan Aymaz nîşan dide ku ew ji bo rikberiya vê hilbijartinê amade ye û peyama wê jî zelal e ku pişta xwe bi xelkê girêdaye. Me pirs ji hinek dengderan kir ka ew çi di berbijêriya wê de dibînin.
Kaan Akkaya - Xwendekar:
“Bi baweriya min, ew teqez pir baştir ji me fêm dike, ji ber ku ew bi xwe di wan tiştan de jiyaye ku em tê de dijîn. Ez bawer dikim ku dê nêrîneke wê ya baştir li ser vê yekê hebe, ne weke keseke ku ji vê yekê fêm nake û weke me ne ji heman binyadê be.”
Lutz Marquardt - Rahêner û Model:
“Ez bi xwe her dem bi wê yekê me ku jinek bibe berbijêr, ango ez vê yekê weke tiştekî pir baş dibînim. Bi baweriya min, jin xwedî hesta hevxemiyê ne, bi taybetî ji bo birêvebirina bajarekî. Her wiha ez paşxaneya wê weke jineke Kurd a ji Bakurê Kurdistanê pir balkêş dibînim. Ez bawer dikim wê gelek tişt dîtine û xwedî çîrokeke bibandor e û di bajarekî weke vî de ku bi milyonan kes û bêguman gelek jinên koçber û kesên xwedî paşxaneya koçberiyê lê dijîn, ew dikare bi hêsanî ji xelkê fêm bike.”
Paulina Rduch - Pispora Xurekê:
“Ji ber vê yekê ez pir pêşwaziyê lê dikim ku li şûna ku em roj bi roj zêdetir ji hev dûr bikevin, em nêzîkî hev bibin. Ez bawer im ev yek ji wan armancan e ku divê bê şopandin û hewla cîbicîkirina wê bê dayîn. Her wiha divê ev yek di serî de ji asta herî biçûk dest pê bike.”
Ev piştgirî ji bo Bêrîvan Aymaz cihê hêviyê ye û di van demjimêrên dawî de armanc ew e ku dengderên dudil bên razîkirin.
Şansê Bêrîvan Aymaz û Partiya Keskan ji bo ku van rojan di hilbijartinên diyarker ên Şaredariya Bajarê Mezin ê Kolnê de dengên zêde bi dest bixin, gelekî mezin e. Di rojên pêş de ew û rikberê wê yê ji Partiya Sosyal Demokrat dê ji bo vê postê rikberiyê bikin.
Her derbarê gera duyem a hilbijartinên şaredariya bajarê Kolnê yê Almanyayê de, rojnamevana navdar a Kurd û Alman Çîler Firtina mêvana Diyasporayê bû. Wê ronahî xist ser girîngiya hilbijartinê, rola Bêrîvan Aymaz a berbijêra Partiya Keskan, û beşdariya Kurdan di vê pêvajoyê de.
Firtina, ku ji nêz ve çavdêriya kampanyaya hilbijartinê kiriye, diyar kir ku Bêrîvan Aymaz di gera yekem de dengên herî zêde bi dest xistine, lê serkeftin di gera duyem de pir zehmet e. Wê sedema vê yekê bi wê ve girêda ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Rastgir a tund (AfD) bang li dengderên xwe kirine ku piştgiriyê bidin berbijêrê SPD, ku ev yek rikberiyê pir dijwar dike û divê em heta kêliya dawî têbikoşin û dengên herî zêde ji bo Bêrîvanê bi dest bixin.
Firtina dabaşa xalên lawaz ên rikberê Bêrîvanê kir û got: “Rikberê Bêrîvanê ne xwedî profîleke şexsî ya diyarkirî ye, belkî xwedî ajandayeke hizbî ye.” Wê her wiha destnîşan kir ku rikberê wê piştgiriyê dide çêkirina tûneleke metroyê li Kolnê, ku lêçûna wê bi milyonan euro ye. Firtina got: “Partiya Keskan û nexasim Bêrîvan li dijî vê projeyê ne, ji ber ku pêwîstiya me bi wan pereyan ji bo çareserkirina karûbarên civakî û pirsgirêkên din heye.”
Wê aşkera kir ku ev yek ji xalên lawaz ên rikberê wê ye, ji ber ku ew zêdetir giringiyê dide mijarên siyasî yên ku ne di xizmeta xelkê Koln û Almanyayê de ne, “Em şerekî kesayetî li dijî wî nakin, belkî em têkoşîneke siyasî li ser pirsên siyasî li dijî wî dikin.”
Firtina da zanîn ku encamên baş ên Bêrîvanê di gera yekem de bûne sedem ku dengderên li nav bajarê Kolnê bi serkeftina wê bawer bikin û zêdetir bên handan ku dengê xwe bidin wê, “Tevî ku ew koçber bin, jin bin, ji bo kesên li vir li Kolnê zehmet e ku xwe ji bo posteke wiha ji bo şaredariyê berbijêr bikin, lê me dît ku dengderên xwedî paşxaneya koçberiyê deng dan û piştgirî dan Bêrîvanê.”
Derbarê kampanyaya bangeşeyê de, Firtina got: “Me kampanyayeke pir zelal û çalak li ser kolanan û her wiha li ser torên civakî dest pê kiriye.” Wê her wiha amaje bi wê yekê kir ku her kes hewl dide cîran, heval û xizmên xwe qayîl bike da ku mafê xwe yê demokratîk bikar bînin û deng bidin.
Firtina behsa çalakiyên Bêrîvanê di du hefteyên borî de kir û got: “Her roj panelek li cihên cuda yên bajêr tê lidarxistin da ku xelk biçin û guh bidin wê.” Ew her wiha dibêje: “Di van panelan de, Bêrîvan û rikberê wê behsa pirsên herî girîng ên Kolnê dikin û her kes dikare biçe wir guhdarî bike, pirsan bike û bersivên xwe werbigire.” Wê tekezî li ser westandina Bêrîvanê kir û got: “Bi taybetî du hefteyên borî pir zehmet bûn, ji ber ku ew rojane çend caran beşdarî panelan dibû da ku dengderan qayîl bike.”
Firtina tekezî li ser girîngiya rola Kurdên niştecihên Kolnê kir, ku hejmareke wan a mezin heye û ji seranserê Kurdistanê hatine, “Gelek ji wan xwedî nasnameya Almanî ne, lewma dikarin deng bidin.” Wê bang li Kurdên diuasporayê yên li herêmê kir ku roja Yekşema bê careke din biçin dengê xwe bidin û mafê xwe bikar bînin.
Firtina hişyarî da û got: “Hinek kes wisa difikirin ku ji ber SPD û Demokratên Xiristiyan jî piştgiriyê didin berbijêrê SPD... dibêjin şansê Bêrîvanê yê serkeftinê nîne, lê bi rastî ev ne rast e.” Wê tekezî li ser ruhê Kurdayetiyê kir û got: “Em Kurd in, em ji bo mafên xwe têdikoşin... Em her kesî han didin da ku roja Yekşemê biçe mafê xwe yê demokratîk bi dest bixe û dengê xwe bide Bêrîvanê.”
Di dawiyê de, Firtina bang li hemû kesên ku guh didin bernameyê kir ku bi meriv û cîranên xwe re têkiliyê deynin û ji wan bixwazin ku deng bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Tenê pêwîstiya wan bi nasnameya xwe (ID Card) heye da ku deng bidin... Ne pir zehmet e. Bêrîvanê hemû Kurd kirine yek û hêviya me wan e ku li vir li Kolnê siyaseteke baştir ji bo her kesî bikin; ne tenê ji bo Almanan, belkî ji bo yên din jî, nemaze ji bo Kurdan. Lewra girîng e ku bi rastî biçin dengê xwe bidin Bêrîvanê.”
Ewropa.. 8emîn salvegera Giştpirsiya Serxwebûnê hat pîrozkirin
Îsal 8emîn salvegera Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê bû. Diyasporaya Kurdan di dema giştpirsiyê û salên piştî wê de jî bi germî beşdarî kampanyaya bangeşe û piştgiriya giştpirsiyê bûbû. Niha ev yek bûye weke kevneşopiyeke salane ku li hemû bajar û bajarokên Ewropayê, li her cihê ku diyasporaya Kurdan lê hebe, salvegera giştpirsiyê tê pîrozkirin.
Hefteya borî li Norwêc, Swêd, Danîmarka, Almanya û welatên din jî bi xwepêşandanên rengîn, bi ala Kurdistanê, cil û bergên Kurdî, sirûda neteweyî û stranan ev bîranîn hat pîrozkirin.
Rêxistinkarê pîrozbahiyan Konfederasyona Revenda Kurdistanî bû. Ji bilî Kurdistaniyan, dostên Kurdistanê yên li Ewropayê jî di pîrozbahiyan de beşdar bûn.
Brîtanya ji bo rêgirtina li 'karê reş' tedbîrên nû digire
Hikûmeta niha ya Brîtanyayê dixwaze wisa bike ku dema tîmên kontrolê diçin ser dikanekê yan karsaziyekê ji bo dîtina kesên ku karê reş dikin, bi du tikandinan bizanibin ka mafê rûniştin û karê we heye yan na. Ev jî bi wê yekê dibe ku her kes neçar be ku nasnameyeke dîjîtal bi wî re be.
Ev nasname sepanek (aplikasyon) e ku li ser mobayla we dixebite û tê de (navê we yê temam, hûn xelkê kîjan welatî ne, mafê we yê rûniştin û kar heye yan na) ligel wêneyekî we heye.
Sepan bi Wezareta Navxwe (Home Office) ve girêdayî ye. Tîma kontrolê nasnameya we skan dike û demildest dizane ka ew kesê di wêneyê de ye heman nav û agahiyan hildigire ku li Home Office-ê hene yan na. Eger weke hev bin, pirsgirêka we nîne. Eger cuda bin, pirsgirêk e.
Hêj li ser vê yekê tê xebitandin û dem jê re divê. Tê çaverêkirin ku heta sala 2029an bi temamî bikeve meriyetê. Lê ji niha ve opozîsyon li dijî vê yekê ye û dibêje ku divê ji bo her kesî (xasma yên ku welatiyên Brîtanyayê ne û ne koçber in) ne mecbûrî be ku ew nasname bi wan re hebe.
Trump ji Ewropayê re: Hûn nikarin hatina koçberan kontrol bikin
Li gorî daneyan, hatina koçberan bo Ewropayê 21% kêm bûye
Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe ya hefteya borî de li Neteweyên Yekbûyî, derbarê koçberan de hişyarî da welatên Ewropayê û ji wan re got ku bi vê rewşa xwe ya niha, welatên wan dê bibin dojeh. Wî her wiha gelekî pesnê karên xwe ji bo rêgirtina li hatina koçberan bo Amerîkayê da.
Daneyên ku Ajansa Parastina Sînor û Peravên Yekîtiya Ewropayê (Frontex) di rojên borî de belav kirine, nîşan didin ku li gorî par, îsal hatina koçberan bi qaçaxî bo Ewropayê ji sedî 21 kêm bûye.
Bi taybetî jî yên ku berê bi rêya Polonyayê dihatin, di heşt mehên borî de ji sedî 44 kêmtir hatine. Ji Balkanê rêjeya kêmbûnê ji sedî 47 û ji Afrîkayê jî ev kêmbûn hê zêdetir e û ji sedî 52 ye. Tenê bi rêya Tirkiyeyê, ku gelek koçber ji beşên Kurdistanê jê tên Ewropayê, rêje kêmtir e û ji sedî 18 e.
Polîsê Îtalyayê: Du kesan bi fêlbaziyê milyonek euro bi dest xistine
Du şêwirmendên bacê li parêzgeha Piacenzayê rêyeke sosret dîtine û bi saya wê 141 koçber bi awayekî yasayî û bi îqameyê anîne Îtalyayê.
Ew herdu kes çûne cem şirketên mezin ên parêzgeha xwe û ji wan pirsîne: “Gelo hewcedariya we bi hêza kar ji derveyî Yekîtiya Ewropayê heye?” Şirketan jî gotine ku pir pêdiviya wan heye. Wan jî gotiye: “Wê demê daxwaznameyan binivîsin û du qat ji hejmara ku hûn hewcedar in daxwaza karkeran bikin.”
Ev yek dihêle ku hikûmet mafê rûniştin û kar bide nîvê kesan. “Karûbarên wan ên yasayî jî li ser milê me ne.” Piştî wê, wan mafê rûniştinê ji bo nîvê din jî wergirtiye û ew maf firotine wan 141 koçberan. Bi vî awayî milyonek euro qezenc kirine.
Fêlbaziya wan jî bi vî awayî aşkera bûye ku yek ji wan koçberan nizanibû ku di kar de fêl heye û çûye daîreyeke hikûmetê da ku bizanibe ka çi bi serê îqameya xwarziyê wî hatiye, ku şêwirmendan 4000 euro jê wergirtibûn da ku jê re werbigirin.
Bi vê yekê lêkolînê dest pê kir û hîlebazî aşkera bû. Niha lîsansa karê wan herdu kesan hatiye betalkirin û li benda cezayê dadgehê ne.
Koma Chamosê beşdarî festîvalên Ewropayê dibe
Karên koma Chamosê tije enerjî ne. Dema ku ew muzîkeke Kurdî lêdixin, bi sedan ciwanên ku Kurdî nizanin radibin ser xwe û dikevin govendê. Hevkarê me Şivan Berwarî newsfîçerek amade kiriye.
Şalaw Sofî - Endamê Koma Chamosê:
“Silav li we, navê min Şalaw e, xelkê Kerkûkê me û 25 sal e li Holandayê dijîm.”
Guido van Nistelrooy - Endamê Koma Chamosê:
“Navê min Guido ye, xelkê Holandayê me. Ji me re dibêjin Chamos. Em bi hev re muzîka elektronîk a Kurdî hildiberînin.”
Şalaw Sofî - Endamê Koma Chamosê:
“Me di sala 2018an de dest bi Chamosê kir. Em strana Kurdî bi muzîka elektronîk re tevlihev dikin. Em li tevahiya cîhanê van ahengan bi strana Kurdî li dar dixin da ku nîşanî hemû cîhanê bidin ku strana Kurdî çi ye, çanda Kurdî çi ye.”

“Ez her dem ji muzîka Kurdî hez dikim, îlhameke mezin jê werdigirim û hez dikim wê bi muzîka club û elektronîk re tevlihev bikim û li seranserê cîhanê belav bikim. Ez kêfxweş im ku diçim Kurdistanê.”
Şalaw Sofî - Endamê Koma Chamosê:
“Dema em ahengan li dar dixin û dibînin ku ciwanên Kurd tên ahengên me, em pir dilxweş dibin. Em nîşanî wan didin ku strana Kurdî dikare di cluban de jî bê lêxistin. Em hêvîdar in ku di deh salên bê de vê projeyê pêk bînin.”

“Me nû dest bi vê projeyê kiriye û em dixwazin bi salan li ser berdewam bin. Gelek tişt hene ku bên kirin û gelek cih hene ku em serdana wan bikin. Ez bawer im ku em dikarin bi salan vî karî bikin, ez pir ji vê yekê hez dikim.”
Şalaw Sofî - Endamê Koma Chamosê:
“Di meha Gulanê de me li Silêmanî û Koyeyê du aheng li dar xistin. Îsal ez pir kêfxweş bûm ku vegeriyam welatê xwe û me aheng li dar xist û hemû ciwan li wir hatin ahengên me. Ez bi wê yekê jî pir kêfxweş bûm ku min karî hevalê xwe yê herî baş, Guido, bibim Kurdistanê û Kurdistanê nîşanî wî bidim.”

“Berî çend mehan ez cara yekem çûm Kurdistanê. Pir bi dilê min bû; çand, xwarin û muzîk. Ez dixwazim di demeke nêz de careke din serdana wir bikim. Çend hefteyên din em ê li Hewlêrê bin, ez pir bi kelecan im ku careke din diçim Kurdistanê.”
Derbarê beşdariya Koma Chamosê di festîvalên Ewropayê de, her yek ji Şalaw Sofî û Guido van Nistelrooy, endamên komê, mêvanên bernameya Diyasporayê bûn. Wan behsa kar, çalakî û armanca koma xwe kir, ku vêga di nav geşteke hunerî ya mezin de ye ku çendîn welatên Ewropa û Asyayê, tevî Kurdistanê, li xwe digire.
Şalaw Sofî, Kurdekî Kerkûkî ye û ji zarokatiya xwe ve bi malbata xwe re çûye Holandayê. Sofî qala wê yekê dike ku yekem projeya wan tevlihevkirina muzîka Kurdî û elektronîk bûye, “Ev yekem projeya me bû gava me dest bi karê li ser muzîka Kurdî kir. Me ew bi muzîka elektronîk re kom kir û me îlhama xwe ji gelek melodiyên Kurdî û amûrên muzîka Kurdî yên weke dahol û yên din wergirt.”
Şalaw sedema navlêkirina projeya wan bi “From Hawler to Amsterdam” (Ji Hewlêrê bo Amsterdamê) şirove kir û got: “Me xwest dema xelkê Kurdistanê wê bibîne yekser bizanibe ku ev projeya kesekî Kurd e yan lawekî Kurd tê de beşdar e. Em dixwazin xelk li Ewropayê jî bizanibe ev ji ku tê, ji ber ku Hewlêr li Ewropayê zêdetir tê naskirin; paytexta Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber wê me got ‘Ji Hewlêrê bo Amsterdamê’, ji ber ku em bi xwe li Amsterdamê dijîn.”
Guido van Nistelrooy, ku biraziyê lîstikvanê navdar ê Holandayî Ruud van Nistelrooy e, tekezî li ser enerjî û hêza muzîka Kurdî kir û got: “Di muzîka Kurdî de enerjiyeke pir mezin heye. Ez dibînim ku xelk pir pê dilxweş dibe.” Wî amaje bi wê yekê kir ku pêşwaziya xelkê Kurdistanê û heta ya Holandiyan jî pir germ bûye, ji ber ku muzîka wan enerjiyeke mezin dide û dihêle ku ew bi hev re govendê bigerînin.
Derbarê hilbijartina strana “Berzî Berzî” de, Guido got: “Hizira Şalaw bû ku em wê stranê çêkin. Wî got ‘were em tiştekî wiha bikin’ û stran nîşanî min da. Pir bi dilê min bû û min got ‘erê, were em bikin’.”
Guido dabaşa yekem serdana xwe ya Kurdistanê kir û ew weke serpêhatiyeke nû û bêhempa wesif kir û got: “Ez bi gelek Kurdan re mezin bûm, gelek hevalên min ên Kurd hene, lê ew cara yekem bû ku ez diçûm û min cih didît... Ez pir dilxweş bûm ku min ev tişt dîtin û min pir ji xwarinên wan hez kir, weke kebab pir xweş bû.” Her wiha got: “Min li Kurdistanê gelek muzîkjen dîtin û em bi wan re di têkiliyê de ne da ku di pêşerojê de bi hev re kar bikin.”
Derbarê Hişê Çêkirî (AI) û bandorên wê li ser pîşesaziya muzîkê, Şalaw dibêje: “Pir girîng e ku di serî de kar û berhemên me hebin, lê hişê çêkirî jî dikare alîkariya me bike da ku em dengan baştir bikin... Lê divê rêz li dengê stranbêj bê girtin û mafê wî parastî be.” Şalaw her wiha got: “AI dikare ji bo çêkirina remîksên nû û baştirkirina kalîteya deng alîkar be.”
Niha Koma Chamosê di nav geşteke dijwar de ye. Wan şeva borî li bajarê Kolnê konserek da, îro Şemiyê berê xwe didin Helsinkiyê li Fînlandayê û paşê jî ber bi Hamburgê ve diçin. Di 6ê Çiriya Pêşîn a 2025an de, ew dê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê konsereke mezin li dar bixin.
Her wiha, di 11ê Çiriya Pêşîn a 2025an de, ew dê ji bo sê hefteyan geştekê bo Asyayê bikin û serdana Jakarta, Malezya û Sîngapûrê bikin, paşê jî cara yekem serdana Misrê dikin.
Di 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an de, ew dê remîksa strana “Dilê min teng e” ya hunermend Karwan Hewramî belav bikin.
Berlîn.. 15emîn Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe
Li Berlînê Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe. Rêkxerê festîvalê berî destpêkirina bernameyê ji Diyasporayê re axivî û behsa ajandaya festîvalê kir.
Rêzan Ebdilezîz, Rêkxerê Festîvalê:
“Weke ku hûn dizanin, ev 15emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ye ku li Berlîna paytexta Almanyayê birêve diçe. Derbarê vekirinê de, fîlmê me yê destpêkê yê derhêner Nefşe Berîvan bû, ku behsa keçeke Êzidî dike ku li Ewropayê ji bo mafên xwe têdikoşe. Weke her sal, mijareke me ya taybet heye; mijara festîvala me ya îsal ‘pêkvejiyan’ e. Em behsa pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê dikin. Zêdetirî pêncî fîlm hene, di nav wan de fîlmên dokumanter (belgefîlm), fîlmên dirêj û kurtefîlm. Festîval dê ji niha heta yekê Çiriya Pêşînê berdewam bike û em ê pir bi beşdariya we kêfxweş bibin. Ji bilî programa fîlman, programên me yên din jî hene: Pêşangehek bi navê ‘Thinking Like a Mountain’ (Weke Çiyayekî Fikirîn) bi serpereştiya Seçkîn Aydin heye. Her wiha du nivîskarên me yên nû hene, Elçîn Hesen û Yavuz Ekincî, ku dê roja Yekşema bê werin û pirtûkên xwe pêşkêş bikin. Wekî din, di 30yê vê mehê de ahenga me ya dawî heye. Em ê pir bi hatina we şa bibin. Eléonore, ku keçeke Fransî ye, dê beşdar bibe û em ê bi beşdariya we jî pir kêfxweş bibin.”

Belav bike li ser