Welatên Ewropayê kampanyayeke dersînorkirina koçberên Kurd bo Tirkiyeyê dane destpêkirin

Hefteya borî, di kêliyên dawî yên beriya cîbicîkirina biryara dersînorkirina Kurdekî de, dadgeheke bajarê Luneburgê yê Almanyayê biryar betal kir. Biryar bû ku Mehmet Çekas pêr, ango 28ê mehê, ji girtîgehê bibin firokexaneyê û bo Tirkiyeyê were dersînorkirin. Lê dadgeha Alman biryar da ku heta careke din li ser doza wî bê nêrîn, neyê dersînorkirin.
Çekas wek çalakvanekî siyasî yê piştgirê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê naskirin. Ji ber vê yekê çalakvanan li Almanyayê û parêzeran kampanyayek ji bo rêgirtina li dersînorkirina wî dan destpêkirin û encam ew bû ku dadgehê biryara rawestandina wê da.
Ji aliyekî din ve, li Swîsreyê jî dozeke bi heman rengî hebû û Swîsreyê dixwest wî dersînorî Tirkiyeyê bike. Înan Karabaş çalakvanekî Kurd e ku berê li Yewnanistan, Fransa û Xirwatiyayê jiyaye. Di destpêka îsal de Swîsreyê xwest wî dersînor bike, lê Înan xwe ji destê polîsan rizgar kir û çû li ser xeta trênê rûnişt. Vîdeoya wî li Swîsreyê dengvedaneke mezin çêkir. Paşê van rojan, Swîsreyê li şûna ku wî bişîne Tirkiyeyê, Karabaş şande Xirwatiyayê. Niha li Swîsreyê kampanyayek ji bo vegerandina wî bo wî welatî dest pê kiriye.
Ji aliyekî din ve, hefteya borî medyaya Japonyayê ragihand ku hikûmeta welatê wan û Tirkiye di danûstandinan de ne da ku Japonya hinek ji wan koçberên ku li wî welatî dijîn û xelkê Bakurê Kurdistanê ne, dersînor bike.
Brîtanya biryardana li ser dozên penaberiyê bileztir dike
Wezîrê Navxwe yê Brîtanyayê ragihand ku dê proseya beralîkirina wan serlêdanan were lezkirin. Ji bo vê yekê, tîmeke profesyonel, bêalî û perwerdekirî ku dikarin dozan binirxînin, dê alîkariya tîmên Wezareta Navxwe bikin.
Niha 51 hezar dozên nehatine beralîkirin hene ku daxwaza pêdaçûnê ji bo wan hatiye kirin. Beralîkirina van dozan bûye sedem ku hinek ji wan 53 hefteyan li benda beralîbûnê bisekinin. Ev yek dihêle ku penaxwaz demeke dûr û dirêj li wan otêlên ku hikûmetê heta beralîbûna dozên wan ji bo wan dabîn kirine, bimînin.
Niha li Brîtanyayê komên dijî koçberan bi berdewamî li ber wan otêlan xwepêşandanan dikin û dibêjin ji ber xemsariya hikûmetê ew koçber demeke dirêj li ser hesabê dewletê li wan otêlan dimînin.
Hikûmeta Brîtanyayê dibêje ku wan ji welatên din ên Ewropayê ezmûn wergirtiye ka çawa dozan zûtir beralî bikin.
Awistirya, Almanya, Brîtanya û Îrlanda bi şêwazeke nû pêşî li hatina koçberan digirin
Komên dijî koçberan li Ewropayê zexteke mezin li hikûmetên xwe dikin ji bo rêgirtina li koçberiyê. Ewropiyan heta niha zêdetir li ser rêgirtina li ser sînorên xwe kar dikir, lê dixwazin ji niha û pê de li hundir jî mekanîzmayên nû ji bo (wek ku ew bi nav dikin, 'ne balkêşkirina koçberiyê') cîbicî bikin.
Li gorî lêkolîneke ku Zanîngeha Aboriyê ya Londonê kiriye, hikûmetên wan welatan hewl didin ku karkirina koçberan di piraniya sektoran de zehmettir bikin. Wek mînak, mercan datînin ku divê xwedîkar pêşî derfetên xwe yên kar pêşkêşî bazara herêmî bikin û eger kesek li wir serlêdana kar neke, wê demê li anîna hêza kar bifikirin. Ligel vê, li hinek welatan ji ber nebûna hêza kar, hinek ji van tedbîran pirsgirêkan derdixin û hikûmetên wan ditirsin ku di demeke dirêj de bandoreke xirab li ser aboriya wan bike.
Almanya û Brîtanyayê rêyeke navendî dîtiye, ew jî ew e ku piştgiriyê didin hatina karkerên yasayî û jêhatî, lê li hundir zêdetir kontrola bazarê dikin da ku hêza kar a neyasayî ji bo 'karê reş' nemîne. Bi vê yekê, koçber kêm bixwazin ku bi awayekî neyasayî berê xwe bidin wan welatan.
Çîroka serkeftina koçberan li Almanyayê
Yek ji wan biryarên ku hikûmeta Almanyayê derbarê koçberên neyasayî de da û hê jî gelek nîqaş li ser hene, ew bû ku Angela Merkel, şêwirmenda wê demê ya Almanyayê, di sala 2015an de biryara wergirtina zêdetirî milyonek koçber ji Rojhilata Navîn da, ku beşeke mezin ji wan Kurd bûn.
Niha ew koçber di bazara kar a Almanyayê de xwedî roleke bi bandor û erênî ne û gelek Kurd bûne xwedan karsaziyên xwe yên biçûk. Hevkara me Mey Dost li ser rewşa koçberên Kurd deh sal piştî hatina wan bo Almanyayê şopandin kiriye.
Naveroka newsfeature-ê
Ev dikan, berberxaneya Mihemed Ferhan e. Mihemed berî 10 salan, ango di sala 2015an de, ji Rojavayê Kurdistanê gihişte Almanyayê.
Niha piştî ewqas zehmetî û westanê, bûye xwedîkar û entegrasyoneke serkeftî pêk aniye. Ev di demekê de ye ku lêkolîneke nû li Almanyayê piştrast dike ku rêjeya beşdariya koçberan di bazara kar de bi awayekî berbiçav bilind bûye.
Mihemed Ferhan – Xwediyê Berberxaneyê
"Ez di destpêkê de li Qamişloyê berber bûm. Dema ku ez hatim vir, birayekî min hebû ew jî porbir bû. Me li vî bajarî bi hev re dikaneke porbiriyê vekir. Nêzîkî heft-heşt sal dibe ku min ev dikan li bajarê Bochumê vekiriye. Kar xweş e û karekî baş e. Di heman demê de, piraniya kesên ku li cem me dixebitin xelkê Qamişloyê ne û em wan nas dikin. Wek min got, di destpêkê de zehmetî tenê ziman bû, heta ku min karî destûrnameyekê û mafê rûniştinê werbigirim. Bêyî wan tiştan, tu kes nikare kar bike. Çiqasî tu di sertaşiyê û pîşeya xwe de şareza bî jî, lê zehmetî ew e ku masteriya (hostatî) te hebe. Ji bo bidestxistina masteriyê, pêwîst e mirov pênc salan bixwîne heta ku bibe master."
Di heman demê de, lêkolîn rastiyeke aloztir derdixe holê; gelek penaberan kar peyda kiriye, lê ne hemû wek hev serkeftî bûne.
Yek ji encamên lêkolînê ew e ku kalîteya kar ji bo penaberan, ji ya niştecihên Almanyayê kêmtir e. Ev zehmetî ji bo siyaseta Almanyayê jî pirsan derdixe holê, ka çawa derfetan bi awayekî wekhev ji bo her kesî misoger bike, divê çi pêngav bên avêtin.
Wezîra Zarok, Ciwan û Malbatê û herwiha ya Penaber û Entegrasyonê ya eyaleta Nordrhein-Westfalenê dibêje "Pêvajoya entegrasyonê ji bo siyasetê erkekî berdewam e."
Josefine Paul - Wezîra Zarok, Ciwan, Malbat, Wekhevî, Penaber û Entegrasyonê ya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê
"Çend xal hene ku divê bên destnîşankirin. Niha eger rewşa we ya ziman û perwerdeyê baş be, ev ne tenê di bazara kar de mifadar e, lê hûn dikarin sûdê jê werbigirin ku di demeke kurttir de kar peyda bikin. Hûn dikarin sê mehan li vir kar bikin û her tiştî bi dest bixin. Dema em qala giraniya zimên dikin, pir caran em li ser wê yekê diaxivin ku mirov ziman nizane. Dema kesek ziman nizane, ew nikare bi tevahî beşdar bibe. Ji ber vê yekê em gelek girîngiyê didin dersên ziman û entegrasyonê û divê em li ser vî karî berdewam bin."
Ji bo bi hezaran kesên nola Mihemed, entegrasyona kar rêyeke dirêj û tijî zehmetî ye. Amarên lêkolînê nîşan didin ku tevî van aloziyan, biryarên hikûmetê bandor li ser pêşketinê kiriye.
Êdî 10 sal piştî koçberiya bo Almanyayê, çîroka entegrasyona Kurd û koçberan du aliyên wê hene; çîroka serkeftin û tevlîbûnê ye.
Lêkolînê nîşan daye ku vêga bêtir koçber kar peyda dikin, lê hê jî di mûçeyan de li gorî yên din ku kar nakin nehevsengî heye. Siberoj dê nîşanî me bide ka gelo ev serkeftin dê berdewam bike yan na.
Seûl a yekem, Tokyo a duyem û London jî sêyem baştirîn bajarên cîhanê ne ji bo xwendinê
Her sal rêzbendiya baştirîn bajarên cîhanê ji bo xwendekar û xwendinê tê belavkirin. Ji ber vê yekê, eger hûn li Kurdistanê ne û xwendekar in û dixwazin ji bo xwendinê werin vir, ev nûçe ji bo we yan ji bo xizmên we ye. Saziya QS a Brîtanî salane vê rêzbendiyê amade dike û lêkolîn dike ka kîjan bajarên cîhanê ji bo sala bê asta zanîngehên wan bilind e, xwendekarên wan ên biyanî zêde ne yan jî ji bo xwendekaran erzan û xweş in.
Ji bo sala 2026an, rêzbendiya saziyê nîşan dide ku bajarê Seûlê yê Koreya Başûr ji bo xwendekaran baştirînê cîhanê ye. Piştî wê Tokyo tê. Paşê London sêyemîn bajarê cîhanê ye. Piştî wê jî bajarê Munchenê yê Almanyayê çarem e.
Her yek ji Berlîn û Parîsê di pileya heftem û heştem de ne. Zurich a Swîsreyê û Viyanaya Awistiryayê jî di pileya nehem û dehem de ne.
Piştî du hefteyên din hilbijartinên herêmî yên eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê birêve diçin
Hejmarek lîste û berbijêrên Kurd di hilbijartinên eyaleta Nordrhein-Westfalenê de beşdar in
Hilbijartinên herêmî yên eyaleta Nordrhein-Westfalenê nêzîk bûne û dê piştî du hefteyan birêve biçin. Li vê eyaletê, ku studyoya me û ofîsa Ewropayê ya Rûdawê jî lê ye, mezintirîn diyasporaya Kurd li Almanyayê û belkî li cîhanê jî lê dijî.
Di hilbijartinan de hejmareke zêde lîsteyên Kurdî û berbijêr hene. Li herêma Ruhrê du berbijêrên Kurd hene û ji bo hilbijartina parlamentoya herêmî ya wir jineke Kurd xwe berbijêr kiriye.
Hevkarê me Zinar Şîno di vê VTyê de serdana lîsteyeke Kurdî û çend berbijêran kiriye.
Naveroka VTyê
Ew di destpêka bihara temenê xwe de ne; yekê ji wan nû dest bi xwendina zanîngehê kiriye... yê din jî li ber qedandina endezyariyê ye.
Li navenda bajarê Herne yê Almanyayê, ez Hêlîn û Eyaz dibînim. Her du jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û di lîsteyekê de bi navê "Bi Hev Re Ji bo Hemûyan" (Gemeinsam für Alle) xwe berbijêr kirine, ku tenê ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên di bin 30 saliyê re tê de ne, ji bo hilbijartinên Encumena Biyaniyan û Yekbûnê (Entegrasyon).
Hêlîn Ebdo - Berbijêra Kurd ji bo Encumena Biyaniyan û Entegrasyonê li bajarê Herne
"Ez dixwazim em bikevin nav vî karî da ku em alîkariya mirovan û miletê xwe, Kurdan, bikin. Gelek Kurdên me mafên xwe nizanin. Wek mînak, hinek ji wan derbarê dibistana zarokên xwe de yan mijarên din ên wekî wergirtina hemwelatîbûnê de ne agahdar in. Ji ber vê yekê em dixwazin rêberiya wan bikin û alîkariya wan bikin. Ez bang li miletê xwe yê Kurd dikim ku dengê xwe bidin lîsteya me (Gemeinsam für Alle)."
Em bi hev re diçin civîna wan. Lîsteya wan ji heşt kesan pêk tê, lê şeş ji wan amade ne. Alan di şirketeke avahîsaziyê de berpirsê projeyan e û bi xwe endezyarê avahîsaziyê ye û yekî din ji berbijêrên lîsteyê ye.
Alan Şêxmûs - Berbijêrê Kurd ji bo Encumena Biyaniyan û Entegrasyonê li bajarê Herne
"Kurdên me li vir gelek in. Em dixwazin bizanibin ku piştevaniyeke we heye. Ji ber ku dema ez nû hatim Almanyayê, min gelek zehmetî dîtin. Yek ji wan ew bû ku min nedizanî ji bo xwendinê berê xwe bidim ku derê. Me nedizanî ku gelek rê li ber me hene, lê em ji tu rêyekê ne agahdar bûn. Ji ber ku bavê min endezyar bû, vê yekê hişt ku ez jî berê xwe bidim beşa endezyariyê. Ji ber vê sedemê jî ez dixwazim îro alîkariya her Kurdekî ku li vir niştecih e bikim. Ne tenê Kurdan, em dixwazin alîkariya her biyaniyekî ku li vir dijî jî bikin."
Her çiqas Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê di nav lîsteya wan de nînin û tenê xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, yek ji berbijêran ku xelkê Çiyayê Kurmênc ê Efrînê ye, sedema vê yekê aşkere dike.
Ronî Cafo - Berbijêrê Kurd ji bo Encumena Biyaniyan û Entegrasyonê li bajarê Herne
"Me pir dixwest ku Kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê, her çar parçe, bi me re bin. Bi rastî hin kes ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hebûn, lê pirsgirêk ew bû ku diviyabû ew hemû niştecihên vî bajarî bin. Me hinek kes dîtin ku xwendekar bûn. Em dixwazin kesên di koma me de hemû xwende bin, bawernameya wan hebe yan jî di xwendinê de berdewam bin, mînak wek min ku dixwînim. Lê pirsgirêk ew bû ku diviyabû niştecihên bajêr bin û yên ku niştecihên vir bûn hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê ne. Lê piştrast bin ku em nûnertiya hemû Kurdistanê dikin."
Li 104 bajarên eyaleta Nordrhein-Westfalenê, encûmenên biyaniyan û yekbûnê di 14ê Îlonê de tên hilbijartin û Kurdên niştecihên vê wîlayetê çav li wê yekê ne ku cihê xwe di nav wan encûmenan de bigirin.
Koda VTê li Medya Sentral:
Listeyeke Kurden Rojava Ji Bo Helbijartinen
Her derbarê vê mijarê, her yek ji Îsmaîl Casim, çalakvanê hilbijartinê û Berfîn Celen, çalakvana hilbijartinê, mêvanên Diyasporayê bûn.
Li bajarê Leverkusenê, ku hejmareke mezin a Kurdan lê dijîn, lîsteyeke Kurdî bi navê "Yekbûn" beşdarî hilbijartinên Encumena Entegrasyonê dibe. Îsmaîl Casim, yek ji nûnerên vê lîsteyê, destnîşan kir ku nêzîkî 15 hezar Kurd li Leverkusenê niştecih in, ku ev dike nêzîkî 20% ji niştecihên bajêr. Ev hejmareke berbiçav e û dê bandoreke mezin li ser biryarên şaredariyê bike.
Casim diyar kir ku dem hatiye ku Kurd li Almanyayê xwe nîşan bidin û dengê xwe bigihînin navendên siyasî û got, "Vê carê em ê xwe nîşan bidin. Nebêjin tiştek nabe. Vê carê hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtî ne û em dixwazin bi hev re kar bikin." Wî tekezî li ser girîngiya yekrêzî û beşdariya hemû pêkhateyên Kurd, ji Elewî, Êzidî û Misilmanan kir.
Berfîn Çelen, çalakvana din a hilbijartinê, dabaşa astengiyên li pêşiya beşdariya Kurdan di hilbijartinan de kir û got, "Tevî ku hejmareke mezin a Kurdan heye, lê du pirsgirêk hene. Yek ew e ku gelek ji wan hê jî bi baweriyeke tam beşdar nabin. Ya duyem, ku pirsgirêka herî mezin e, nebûna yekrêziyê di nav komeleyên Kurdî de ye." Wê da zanîn ku sê sal in ji bo yekkirina komeleyên Kurdî li Leverkusenê bêyî cudahiya olî û neteweyî dixebitin û got, "Em naxwazin bêjin ew kîjan kes e, kîjan milet e, kîjan ol e. Em tenê dibêjin em Kurd in û divê em bigihîjin wê lîsteyê [Yekbûn]."
Hêmin Ebdullah pirsî ka sûda beşdariya Kurdan di van hilbijartinan de çi ye û Berfîn Çelen bi hûrgilî bersiv da. Wê behsa çend xalên girîng kir:
Perwerdeya Kurdî: Yek ji daxwazên wan ên sereke dabînkirina zimanê Kurdî li dibistanan e. Li Leverkusenê sê dibistan hene, lê hê jî zimanê Kurdî tê de nayê xwendin.
Piştgiriya Hikûmetê: Dema ku Kurd di encumenên şaredariyê de xwedî nûner bin, hikûmet neçar dimîne ku zêdetir piştgiriya wan bike û daxwazên wan cîbicî bike.
Hişmendiya Civakî: Beşdariya di siyasetê de alîkariya Kurdan dike ku zêdetir civaka Alman fêm bikin û xwe tê de biguncînin.
Kursên Fêrbûna Zimên: Berfînê destnîşan kir ku li Leverkusenê kursên fêrbûna zimanê Erebî û Kurdî hene, lê hejmara beşdarên kursên Erebî pir zêdetir e, ku ev jî nîşana lawaziya hişmendiya zimanê Kurdî ye.
Îsmaîl Casim tekezî li ser rola girîng a jina Kurd di siyasetê de kir û got, "Jinên Kurd di her war û qadê de pêşeng in. Em hemû li cîhanê dizanin ku jinên Kurd çawa DAIŞ û teror têk birin û li Kobanî û cihên din qehremanî nîşan dan. Dem hatiye ku mafê xwe bistînin û di lîsteyên hilbijartinan de nûnertiya wan hebe."
Casim mînaka Bêrîvan Aymaz da ku dixwaze bibe şaredara Kolnê û ev yek wek tiştekî pîroz bi nav kir. Wî her wiha got ku hejmareke mezin a jinên Kurd dixwazin bibin beşek ji siyasetê, lê hê jî hin kes hene ku dixwazin rê li ber wan bigirin.
Hêmin Ebdullah bangek li Kurdên Başûr jî kir ku li Almanyayê niştecih in û dibe ku kêm ji siyaseta Almanyayê serwext bin û got, "Bandora van hilbijartinan li ser jiyana we ya rojane heye. Divê hûn biçin dengê xwe bidin û beşdar bibin. Li Leverkusenê lîsteya Yekbûnê heye, ku bi rengê zer hatiye destnîşankirin."
Berfîn Çelen jî diyar kir ku "Yekbûn" navek e ji bo lîsteya ku hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digire û got, "Em dixwazin hemû Kurdên Leverkusenê û tevahiya herêma Nordrhein-Westfalenê piştgiriyê bidin lîsteyên Kurdî û dengê xwe bidin Kurdan."
Hunermendekî Kurd li Almanyayê bi straneke komîk navdar bûye
Malik Samo: Pirek di navbera çanda Kurdî û Almanî de
Bi şêwaza Kurdî û bi zimanê Almanî stranek li ser bêîqamebûna xwe belav kir. Tê de gazind dikir ku bi salan li bendê maye û hê jî îqameya wî nîne.
Televizyonên navdar ên Almanyayê li ser torên civakî strana wî dîtin û yek li pey yekê ew kirin mêvan. Ev di salên berê de bû. Niha jiyaneke nû ya Malik heye û ji bo cara yekem di Diyasporayê de çîroka stranê û jiyana xwe ya piştî stranê ji we re vedibêje.
Malik Samo, hunermendê navdar ê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, mêvanê bernameya Diyasporayê bû û tê de qala jiyan û xebata xwe ya hunerî li Almanyayê kir.
Samo, ku xelkê gundekî ser bi bajarê Hesekê ye, vêga li Almanyayê niştecih e û ji bo danasîna huner û çanda Kurdî bi cîhanê re, xasma bi civaka Alman re, dixebite.
Malik Samo bi derbirîneke tijî hest dest bi axaftina xwe dike û dibêje, "Dema ez bi te dikenim, ez lal û bêziman dibim, dema dengê te tê." Ev gotin hezkirina wî ya bêtixûb ji bo huner û muzîkê nîşan didin.
Di temenekî biçûk de berê xwe daye Almanyayê û dest bi xwendinê kiriye. Ew behsa qonaxên destpêkê yên jiyana xwe dike û dibêje, "Min li vir ji aliyê zimên ve gelek zehmetî kişand." Lê ev zehmetî nebûne asteng li pêşiya pêşxistina behreya wî ya hunerî. "Dilê min ecêb evîndar e, bawer bikin ez ji karê xwe hez dikim."
Hunermend Malik Samo tekezî li ser girîngiya muzîkê û muzîka folklorî ya Kurdî dike û wê wek "ruhê me" bi nav dike. Her çend ji bo çend salan li Almanyayê karê hunerî lê hatibû qedexekirin, lê hezkirina wî ji bo muzîkê tu carî kêm nebû. "Ez gelek kêfê jê werdigirim."
Ew bi hesretî dabaşa wan deman dike ku ciwanan saz lêdixist û wî jî bi rêya kaset û şirîtên kevn guh dida dîlan û muzîka Kurdî. Vê hezkirina kûr a ji bo muzîkê hiştiye ku ew li ser rêça xwe ya hunerî berdewam be, tewra di nav çandeke biyanî de jî.
Malik Samo destnîşan kir ku heta sala 2012an, ne îqame û ne jî pasaporta wî hebû, û vê yekê gelek astengî ji bo jiyana wî çêkiribûn. Yek ji berhemên wî yên herî diyar, straneke bi zimanê Almanî ye ku tê de sê nifşên "ich bin" (ez heme) derdibire. "Min çîroka xwe û stranên xwe gotiye, da ku her kes derbarê min de bizanibe." Ev stran wek pirekê ji bo pêwendiya di navbera çandan de, çîroka jiyan û nasnameya wî digihîne guhdaran. Her stran û beyteke ku dibêje, çîrokeke wê heye. Malik Samo bi serbilindî ragihand ku ew bi zimanê Almanî stranan dibêje.
Armanca sereke ya Malik Samo ew e ku çand û hunera Kurdî bi gelê Almanyayê bide nasîn. "Ji bo ku ew jî bibînin." Ev hewldan ne tenê ji bo wî ye, lê ji bo nifşên siberojê ye jî. "Ez vî tiştî ji bo ruhê zarokên me dixwazim, ji ber ku zarokên me li vir zêdetir bi zimanê Almanî ve girêdayî ne."
Malik Samo hêvî dike ku bi rêya hunera xwe, zarokên Kurd li Almanyayê bi reh û kokên çanda xwe ve girêdayî bimînin û fêrî ziman û hunera dayikê bibin.
Malik Samo behsa wê yekê dike ku di wê dema ku ew bê îqame bû, jiyana wî ne xweş bû û dûrbûna ji merivên xwe gelek zehmetî jê re çêkiribû. Lê van zehmetiyan nehişt ku ew dev ji hunera xwe berde. Ew destnîşan dike ku stranên wî yên wê demê, êş û janên wan derdibirîn lê di heman demê de şahî û hêvî jî tê de hebû.
Strana ku Malik Samo bi Almanî gotiye, bandoreke mezin kiriye û gelek kesan, ne tenê Kurdan, lê Almanan û heta gelên Afrîkayê jî guhdarî kirine. Samo behsa wê yekê dike ku gelek caran ji aliyê mirovan ve tê sekinandin û daxwaza selfie jê tê kirin, ku ev jî nîşan dide ku ew li ser TikTok û medyaya civakî pir navdar e.
Derbarê siberojê de, Malik Samo dibêje ku ew tu carî ne li bendê bû ku televizyonên Almanî wî vexwînin an jî ew di konsertên mezin ên Almanyayê de stranan bêje. Lê niha ew serbilind e ku beşdarî wan bûyerên hunerî dibe û di çêkirina klîban de bi her du zimanên Kurdî û Almanî berdewam e.
Di dawiyê de, Malik Samo spasiya heval û piştgirên xwe dike, wek hunermend Şerîf Omer, Weşbo Brahîm û Hadî Hemûd ku roleke girîng di pêşxistina hunera wî de lîstine.
Ew behsa wê yekê dike ku malbata wan ji Çarbaxa ser bi Şêx Ebdî ve bû û hunera wî ji malbata wî dest pê nekiriye, lê wî bi xwe bêyî tu paşxaneyeke hunerî, daye ser vê rêyê.
Niha Malik Samo li ser amadekirina klîpeke nû ya bi zimanê Kurdî dixebite ku straneke Dîlan Xumaranî ye, û dê di gotina stranan bi zimanê Almanî de jî berdewam be. Ew hêvî dike ku bi rêya hunera xwe pireke xurt di navbera çanda Kurdî û Almanî de dirust bike û derfetên zêdetir ji bo danasîna çanda Kurdî bi cîhanê re biafirîne.

Belav bike li ser