Welatê Min

Welatê Min

Belgefîlma muzîkal (Welatê Min)

Belgefîlmeke muzîkal e, bi helbestên helbestvan Mueyed Teyib û bi senaryoya nivîskar û rojnamevan Ehmed Zawîtî, dîroka sed salên Kurdistanê bi şêweyekî pexşan û stran bi hev ve girê dide û vedibêje.
Helbestvan û dengxweş Hekîm Sefqan ji Rojavayê Kurdistanê tekstê dibêje, hunermend Hesen Şerîf ji Başûrê Kurdistanê, hunermend Beser Şahîn ji Bakurê Kurdistanê, hunermend Kawa ji Bakurê Kurdistanê, hunermend Firmêsk ji Rojhilatê Kurdisanê stran û temsîlê encam didin. 
Fikrî Berojî, produserê belgefîlmê ye.
Şînwar Kemal, derhêner e.
Hakan Akay, karê deng û muzîkê kiriye.
Berhemhênerê belgefîlmê Yaneya Hespsiwarî (Ketîne) ye.
Ev belgefîlmê muzîkal, li gel tevgerên balkêş ên hespên Kurdistan û sirûşta Kurdistanê, wê dîrokê vedigerîne. Berhemanîna vê belgefîlma muzîkal di heyama salekê de hatiye temamkirin ji bo ku Kurdistan bi hemû werzên xwe û bi bergê zîvînî yê berfînî ve bê nîşandan.