Fîçer - Seyrangeha Elî Dîno, buhişta Bakurê Kurdistanê
Seyrangeha Elî Dîno yek ji cihên geştyarî yên herî balkêş ên Parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye. Ev der nêzîkî bajarê Cizîrê ye û bi çiyayê xwe yê kesk û ava xwe ya zelal tê naskirin.
Elî Dîno kesayetiyeke dîrokî ye ku di sedsala şanzdehan di serdema Mîrektiya Botanê de jiyaye. Koşka Elî Dîno hê jî li Şirnexê maye û xelkê Şirnexê wê wek sembola berxwedanê dibînin. Gelek dengbêj û hunermendan stran li ser Elî Dîno gotine.
Di rojên Şemî û Yekşemê de, geştyar ji Tirkiyê û Herêma Kurdistanê serdana vê seyrangehê dikin. Ava kaniyê tûj, paqij û zelal e lê pir sar e. Seyranî çalakiyên cuda yên wekî lîstik, goşt biraştin, strangotin û dîlan dikin.
Her çend av paqij û zelal be jî lê ji ber sarbûna wê ya zêde, kêmtir dikarin avjeniyê tê de bikin. Digel vê yekê jî hê jî ciwan avjeniyê tê de dikin.
Geştyar bi rengekî berdewam Elî Dîno bi bîr tînin û stran jê re dibêjin. Wî nola Robin Hoodê Kurdan dibînin. Xelk çîrokên wî ji bo zarokan vedibêjin û bi vî awayî çanda neteweyî ji bo nifşên dahatû diparêzin.

Belav bike li ser