Fîçer - Ezîzê Rengareng | Zilamê Rengîn ê Cizîrê

Fîçer - Ezîzê Rengareng | Zilamê Rengîn ê Cizîrê
Ji Cizîra Botan, zilamekî rengîn heye bi navê Ezîz. Temenê wî 78 sal e, lê jiyana wî tijî reng û kêf e. Ev zilamê taybet her sibehekê rengekî hildibijêre û ji serî heta pê, cil û bergên wî rengî li xwe dike, çi sor 
be, çi kesk, zer an jî şîn.

Mala Ezîz xezîneyek e ji bi sedan reng, cil û berg, pêlav û aksesûarên ku wî kom kirine. Ji bo wî, cilguhertin ne tenê ji bo çûna derve ye, belkî rêyek e ji bo kêfwergirtina ji jiyanê û çêkirina ahengiyê bi xwe re.

Berî teqawidbûna xwe, Ezîz jiyaneke zehmet derbas kiriye û wan salan tenê reş li xwe kiriye, ji ber ku rengê wî yê bijarte reş bû. Lê piştî teqawidbûnê, wî biryar daye ku jiyana xwe tijî reng bike.

Dema di kuçeyên Cizîrê re derbas dibe, gelek kes wêne pê re digirin û bi rengên wî dilxweş dibin. Meşa wî ya rengîn, bedewiyê li bajêr zêde dike.

Ji bo Ezîz, reng zimanek e, hestek e, bîranînek e. Di 78 saliya xwe de, ew nîşanî me dide ku her cilê li xwe dike, belgeyeke zindî ye ji bo wê yekê ku dem çermê mirov qermiçî dike, lê reng dil û ruh ciwan dike.