Fîçer - Endazyarek muzexaneyekê vedike

Fîçer - Endazyarek muzexaneyekê vedike
Li navçeya Hemam Menqûşê ya Mûsilê, dikaneke taybet bi kelepûr, mîras û karên destan hatiye vekirin.
Di vê muzexaneyê de nêzî 1100 parçeyên mîratî, folklorî û kelepûrî tên pêşandan, parçeyên şûşeyî, krîstal, dar, çerm û sifir heta tablo û wêneyan. Bihayê her parçeyekê ji pênc hezar dînarî dest pê dike û digihîje sed hezar dînarên Îraqî û zêdetir ji bo parçeyên taybet.
Endazyar Rafi Necîb, xwediyê muzexaneyê ye û dibêje "Min ev der hilbijart, ji ber ku niha bizavek ji bo vejandina mîratê heye. Ji bo vê navçeya ku wêraniya wê bi %90 tê texmînkirin. Wek minareya mizgefta Nûrî, mizgefta mezin û wê wêraniya ku li navçeyê rû da. Min ev navçe zindî kir bi rêya komek ciwanan li navçeya Hemam Menqûşe. Min ji ber vê yekê ev navçe hilbijart, ji ber ku navçeyeke kevn e û me dest bi vejandina diyardeya mîratiya Mûsilê kiriye." Ew amaje bi wê yekê dike ku mebesta yekem vejandina mîrateya vê navçeyê ye ku dibe ku 90 ji sedî ziyan gihîştibe wê.
Xwediyê muzexaneyê ku ji karên destan hez dike, teqez dike ku ev proje ne tenê ji bo bazirganiyê ye, belkî ji bo perwerdekirina nifşê niha ye. "Ev der cihê kêfwergirtinê ye. Beşek ji xelkê tên ji bo kirîn û komkirinê. Hinek ji wan daxwaza hinek tiştan dikin ku ez ji wan re bînim ku niha li dikanê peyda nabin."
Malbatên Mûsilî û geştyar berdewam serdana vê dikanê dikin, hinek ji wan ji bo xweşiyê serdan dikin û hinek jî ji bo kirînê. Ev livîn dibe sedema pêşveçûna çanda Mûsilê.
Rafi ku di dema xwe de mala mîratê û çend projeyên naskirî yên Mûsilê çêkiriye, bawer dike ku ev hewldan girîng in ji bo girêdana rabirdû bi niha û fêrkirina nifşê dahatû.