Fîçer - Dilvîn muzîkvaneke kurd li Kazaxistanê

Fîçer - Dilvîn muzîkvaneke kurd li Kazaxistanê
Em diçin Herêma Almatî ya Kazaxistanê. Li wir, keçeke kurd ya 12 salî heye ku yek ji muzîkvanên navdar ên wê herêmê ye.

Dilvîn Îbo, ji zaroktiyê ve dest bi muzîkê kiriye. Di festîvala Grand Muzîkê ya sala 2020an de pileya yekem bi destê xwe ve anî. Her wiha pileya sêyem ya dîplomayê di pêşbaziya navdewletî ya International Artê de, di nav muzîkvanên Kazaxistan, Rûsya û Tirkiyê de bi dest xist.

Em ê di vê fîçera hevkarê me Kamêz Şedadî de, guhdariya muzîkên balkêş ên Dilvînê bikin.