Fîçer - Çêkirina Doşava Tûyan li Xurmalê

Fîçer - Çêkirina Doşava Tûyan li Xurmalê
Şermîn Newşêrwan, jineke Xurmalî ye, bizniseke biçûk a malê damezrandiye ku ji hilberîna doşava tûyan pêk tê. Ev biznisa biçûk nimûneyeke baş e ji çawaniya bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê ji bo çêkirina berhemên xwecihî û siruştî.
Şermînê di heyama pênc salan de di hilberîna doşava tûyan de bi berdewamî kar kiriye. Vî karî li mala xwe encam dide û berhemên wê li hemû bajarên Kurdistanê peyda dibin. Hin caran berhemên xwe bi online difiroşe.
Doşava tûyan ji tûyên spî tê çêkirin ku berhemeke siruştî ya baxvanên Hewramanê ye. Werza berhema tûyan di pêşiya havînê dest pê dike. Ev mêwe çavkaniyeke dewlemend e bi vîtamînên B, C, A û kanzayên cur bi cur.
Doşava tûyan berhemeke siruştî û xwecihî ye ku berê wekî dermanekî siruştî hatiye bikaranîn. Sûdeke wê ya mezin ji bo sîstema xwînê heye û ji bo paqijkirina kîsê ser hêkdana jinan û çareseriya gelek arîşeyên tenduristî tê bikaranîn.
Ev cure biznisên biçûk nimûneyek baş in ji bikaranîna çavkaniyên siruştî ji bo çêkirina kar û dahata xwecihî.