Fîçer - "Escape Room" cîhaneke nû ya kêf û sergermiyê li Mûsilê vedike
Li taxa Şaredariyê li beşa çepê ya bajarê Mûsilê, projeya "Escape Room"ê hate vekirin, ku cîhaneke nû ya kêf û sergermiyê ye û pişta xwe bi mentiq û zîrekiyê girê dide ji bo rizgariyê.
Ev proje ji çend jûrên girtî pêk tê, ku her jûrek mamikeke taybet bi xwe heye û beşdar divê ji bo dîtina rêçareyê pişta xwe bi jêhatîbûna xwe girê bidin.
Eşref Elaf, xwediyê projeyê ku xelkê Mûsilê ye û derçûyê zanîngehê ye li Brîtanyayê, amaje bi wê yekê da ku bîrokeya vê projeyê di serdanekê de ji bo Îngiltereyê wergirtiye, lê belê guhartin û dahênan tê de kiriye, bi awayekî ku li şûna jûreke tenê ya mezin, çend jûrên biçûktir û yek di nav yekê de çê kiriye.
Elaf dibêje, "Escape Room" ne tenê ji bo ciwanan e, belkî malbat û hemû kes dikarin beşdariyê tê de bikin û kêfê jê bibînin. Herwiha ew yek jî diyar kir ku berdewam di hewla pêşxistina projeyê de ye û her demekê jûr û mamikan diguherîne ji bo wê yekê ku beşdar ezmûnên nû biceribînin.
Lîna Xanim, fermanberek e û beşdarî di projeyê de kiriye, dibêje ezmûneke gelekî xweş û sosret bû, pêşî tirsiyaye, lê belê paşê coşeke wê ya gelekî mezin ji bo wê yekê hebû ku pişta xwe bi xwe girê bide û mamikan çareser bike.
Ews Dureyt, endazyarek e û ew jî beşdar bûye, amaje bi wê yekê dike ku pêşî wer bawer bû ku zû dikare jûran veke, lê belê paşê ji bo wî derket ku pêwîstiya wî bi dem û jêhatîbûna zêdetir heye.
"Escape Room" li Mûsilê ne tenê cihek e ji bo derbaskirina demê, belkî derfetek e ji bo wê yekê ku xelkê bajêr li dahênanê bihizirin û bi rêya yarîkirinê fêr bibin.

Belav bike li ser