Fîçer - Koma Hawara Şinruyê: Pêşvebirina Hunera Tembûrê li Helebceyê

Fîçer - Koma Hawara Şinruyê: Pêşvebirina Hunera Tembûrê li Helebceyê
Li parêzgeha Helebceyê, komeke taybet bi awayekî bêdeng lê bi berdewamî bandora xwe li ser pêşxistina çanda kurdî dike. Koma tembûrjenên "Hawara Şinrewê" ku ji sala 2005an ve çalak e, xwe ji bo fêrkirin û parastina yek ji amûrên taybet ên kultûra kurdî terxan kiriye.
Tembûr ne tenê amûreke muzîkê ye, belkî beşekî girîng ê ruhaniyeta ola Yarsanê (Kakeyî) pêk tîne. Li gor gotina endamên komê, ev amûr "pewendiyeke ruhî ya gelekî nêzîk" ligel wan kesên ku guhdariyê lê dikin çêdike.
Mamosta Şemal Hawarî, damezrênerê komê, mînakeke diyar e ji xwebexşiyê. Mala xwe kiriye fêrgeh û bêyî beramber dema xwe ji bo fêrkirina vê hunerê terxan dike. Ev cure xizmetguzariya ku di bingeha xwe de li ser bêberamberî û hezkirinê hatiye avakirin, wêneyeke ciwan e ji pabendiya civaka kurdî beramberî mîrata xwe ya çandî.
Komê di nava bîst salî de karî zêdetirî sed û bîst fêrxwazan perwerde bike, ku temenê wan ji heşt salî heta pêncî salî ye.
Yek ji nîgeraniyên sereke yên endamên komê, ew hewldan in ku li hin deveran tên dayîn ji bo ku vê amûrê têxin ser çandeke din. Bi gotina wan, temûr "milkê me Kakeyiyan e û divê Kurd jî serbilind bin" ku amûra temûrê heye.
Di nav endamên komê de, jin jî beşdariyeke çalak dikin. Selar Kerîm yek ji endamên jin e, qala wê yekê dike ku çawa hevserê wê piştevaniya wê kiriye, ev nîşandera guherînan e di dîtina civakî de beramberî beşdariya jinan di çalakiyên çandî de.
Komê armancên mezintir ji bo dorfirehkirina çalakiyên xwe hene. Dixwazin ligel komên bi vî rengî yên Rojhilatê Kurdistanê hevkariyê bikin û toreke mezintir ji bo parastin û pêşvebirina vê hunerê ava bikin.
Koma Hawara Şinrewê mînakeke darîçav e ji wê yekê ku çawa civaka medenî dikare roleke bingehîn di parastina mîrata kultûrî de bilîze. Bi rêya berpirsiyariya kesîtî û xwebexşiyê, vê komê karî di nava bîst salan de karekî bi nirx encam bide.