Fîçer - Li gundê Kuredawê mîrateya çandî tê parastin

Fîçer - Li gundê Kuredawê mîrateya çandî tê parastin
Li nav xwezaya dilrevîn û xweşik a Şarbajêr, li gundekî biçûk bi navê Kuredawê ku tenê 48 kîlometreyan dûrî Silêmaniyê ye, niştecihên wê hewleke berbiçav ji bo parastina mîrateya çandî û dîrokî ya devera xwe didin.
Niştecihên gund muzexaneyeke taybet ava kirine û amûr û kelûpelên kevn ên jiyana rojane ya bav û kalên xwe tê de kom kirine.
Di demsala sermayê de tenê 14 mal li gund dijîn û di havînê de digihêje 30 malan, lê xelkê wê karîne navendeke çandî ava bikin ku ji bilî muzexaneyê, dîwarekî taybet ê wêneyên kevn ên gund û pirtûkxaneyeke biçûk jî tê de heye.
Mam Kerîm Sewarî, yek ji niştecihên gund e, behsa bîranînên xwe dike û dibêje: "Dema ez van wêneyan dibînim, hemû bîranînên demên borî tên bîra min, demên ku berf heta du metreyan dibariya û me bi 30 kesan rê ji bo pezê xwe vedikir."
Hîn jî pirsgirêkên xizmetguzariyê yên gund hene, wek nebûna dibistaneke baş û nexweşxane û rêyên qîrkirî, lê niştecihên wî gundî karîne mînakeke xweşik a parastina çand û pêşxistina çandî pêşkêş bikin.