Fîçer - Çîroka Îdrîs, ji kevnfiroşiyê heta stranbêjiyê

Fîçer - Çîroka Îdrîs, ji kevnfiroşiyê heta stranbêjiyê
Çîroka Îdrîs, ji kevnfiroşiyê heta stranbêjiyê
Li kolanên nahiyeya Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê, dengekî wek yê bilbil, li pey ereboka gerok a karkerekî bilind dibe. Ev deng xem û şahiya xelkê herêmê vedibêje.
Ev dengê Îdrîs Husênzade ye, kesekî xwedî dengekî xweş e û 37 salî ye. Her roj karê kirîn û firotina kelûpelên kevn dike û di heman demê de bi dengê xwe dilê xelkê xweş dike.
Îdrîs wan bîranînan vedibêje ku dema zarok bû, mamosteyên wî ew han dane da ku baş bixwîne û pêşerojeke wî ya rind hebe, lê wî her tim digot, "Ez dixwazim fêrî stranbêjiyê bibim."
Karê sereke yê Îdrîs kevnfiroşî ye, lê di heman demê de xewnên wî yên mezin hene. Handana xelkê herêmê û belavbûna stranên wî, hêzeke mezin didinê.
Îdrîs hêvîdar e ku bikaribe li ser karê xwe berdewam be û di asteke bilindtir de xizmeta hunerê bike ji bo dilxweşkirina mirovan.
Çîroka Îdrîs, çîroka wan kesan e ku aramiya malbata xwe ji rûmet û navdariyê girîngtir dibînin, lê xewnên wan jî namirin.
Wî di navbera rastiya jiyana xwe û xewn û xeyalên xwe de hevsengiyek çêkiriye û herdu jî di kesayetiyeke westiyayî de kom kirine.