Fîçer - Kafêya Şehram; malek ji bo Kurdên Tehranê
Li navçeya Dereke ya bajarê Tehranê kafêyek heye ku bûye navendeke girîng a kombûn û jiyana çandî ya Kurdan li wî bajarî. Kafêya Şehram bi dekoreke germ û resen bûye navendeke girîng a nasnameyê Kurdî.
Şehram Peşabadî, Kurdekî xelkê Sineyê, bi damezrandina vê kafêyê berî nêzîkî 5 salan jîngeheke taybet ji bo Kurdên Tehranê afirandiye. Ew bi hevjîna xwe re berdewam li vê kafêyê kar dikin.
Ev kafê ne tenê cihekî geştyarî ye, lê belê bûye pirek ji bo nasandina çanda Kurdî ji bo geştyarên Fars û biyanî.
Arya Ehmedî xwendekarekî Kurd li Tehranê ye, dibêje "Em li vir hest bi malê dikin. Kafêya Şehram bûye germtirîn cih ji bo Kurdên Tehranê."
Kafêya Şehram mînakeke zindî ya parastina nasname û çanda Kurdî ye li navenda Tehrana paytexta Îranê.

Belav bike li ser