Fîçer - Taşt Di nav keştiyekê de li Stenbolê

Fîçer - Taşt Di nav keştiyekê de li Stenbolê
Stenbol ku weke yek ji bajarên herî bedew tê nîşandan li ser rûyê cîhanê, bi taybetî bo geştiyaran alternatîfên balkêş nîşan dide. Bajarê ku mazûvanî ji çendîn şaristaniyan re kiriye her demsal hejmareke zêde geştiyaran li xwe dihewîne. Bo ku geştiyar bi razîbûn û kêfxweşî vegerin jî gelek rêbaz hene di warê geşt û xwarinan de. Di salên dawîn de bo heman mebestê kêştiyeke nostaljîk taybet bo xwarin û taşteya li ser behrê hatiye dîzaynkirin û eleqeyeke zêde bo wê derketiye. Kesên ku bixwezin di wexta taştekirinê de dikarin di heman demê de bedewtirîn cîhûwarên Stenbolê yên li dora Bosphorûê jî bibînin.
Ew qerebelixa ku tevî sermaya sibeheke zivistanê wiha dor girtiye, ne ji bo çûyîna kar ne jî ji bo ghîştina lezgîn a cihekî ye. Her yek ji wan ji bajar an jî ji welatekî cihê, bo siwarbûna kêştiyeke taybet bi taşteyê ketine dorê.  Tenane gewiya ku di navbera dû parzemûnan de cîh digire Bosphorûs ango Gewiya Stenbolê ew demeke derfeteke wiha ya bê hempa pêşkêşî xelkê dike. Taşteyeke li ser behrê, di ber manzarayeke nuwaze ya ku bi cihên dêrîn ên çendîn şaristaniyan xemilandî ye.
Nîlûfer Çakmak | Berpirs û Solîsta Kêştiyê Dibêje :Kêştiya me ew çar sal in di ber manzaraya bê hempa ya Stenbolê de geşteke taşteyê ya nuwaze pêşkêş dike. Di kêştiyê de hejmara xebatkarên me 65 e û 12 jî muretebatê kêştiyê hene. Em xizmeteke smpatîk û enerjîk pêşkêşî mêvanên xwe yên bi qîmet dikin.  Her xwarineke me jî ji yê din xweştir û xwezayî ne. Mêvanên ku tên careke din û careke din tên. Gelek kêfxweş dibin ji ber ku ew geşteke normal ya bosphorûsê nîn e. ji ber vê em li bendê ne ku herkes were û vê kêfê bijî.
Aylîn Yûrdaçal Dibêje : Ya rast ez ne li bendêbûm ku xizmeteke ewqas bi qelîte û bi rûkenî hebe. Me beriya du rojan rezervasyon kir û her tişt di seata xwe de destpêkir. Hemû xebatkar bi rûkenî xêrhatinê li xelkê dikin û xwarin gelekî xweş in. Ew demeke gelekî dirêj e ez li maseyeke ku wiha gulîlkên zindî lê hatibin danîn rûneniştibûm. Vê yekê bandoreke zêde li min kir.
Karsazekî bi qasî 5 milyon eûro pere bi kirîn û dîzayna vê kêştiya nostaljîk serf kiriye û tenê bo taşte û şîvê li behrê vegerandiye. Ji ber ku rotaya wê li gorî dîtina cihên herî bedew ên gewiyê hatiye duristkirin, mêvan li şaneşîneke weke çîrokan xwerina xwe dixwin û muzîka ku li herdû qatan bi grûbên cûda lêdikeve jî atmosfera vê geştê bi qasî manzarayê geş û bedew û bi coş dike. Lewma geştiyarên ku seredana Stenbolê dikin êdî ew kêxtî jî kirine beşek ji mêvandariya xwe ya li Stenbolê
 Cûma çetîn Dibêje :Em ji Elmanya Hatin û beriya ku em werin bi 3 rojan me cihê xwe veqedand. Him ji bo dîtina gewiyê, him bo vê muzîkê û him jî ji bo vê taşteya gelekî xweş em hatin. Her tişt gelekî xweş û di cihê xwe de bû. Hesteke gelekî cûda li me peyda bû û teqez ew dê nebe hatina me ya dawîn.
Mehmet Alî Onal Dibêje :Em ji Edeneyê beriya rojan hatin Stenbolê. Hevalê me hebûn û gotin em di nava behrê de taşte bikin. Geşteke gelekî xweşbû. Tu zanî gewiya stenbolê li cîhanê yekem e û hevtayê wê nîn i. Rojeke gelekî xweşbû û di ber vê muzîkê de em taşteya xwe dikin bi kêfxweşî. Rojeke gelekî xweş bû.
Kêştiya ku kapasîteya wê zêdetir e ji 400 kesî bi xizmeta xwe û xwerinên xwe yên xwezayî û paqij her ku diçe dibe tercîha sereke bo taşteya li ser behrê. Lê ji ber ku daxwaz gelekî zêde ye divê pêş de rezervasyon bê kirin. Erzaniya vê geştê jî tevî qeyrana aborî bo xelkê xwecihî jî dibe sedema vê eleqeya zêde.