Fîçer - Keştiya Nûh; Zilamek 45 Sal e Gencîneya Pirtûkên Kevin li Silêmaniyê Diparêze

Fîçer - Keştiya Nûh; Zilamek 45 Sal e Gencîneya Pirtûkên Kevin li Silêmaniyê Diparêze
Li yek ji kolanên bajarê Silêmaniyê, pirtûkxaneya "Keştiya Nûh" bûye cihekî diyar ji bo xwîner û rewşenbîran. Hesen Mihemed, xwediyê pirtûkxaneyê, zêdetirî 45 sal e di karê xwe de berdewam e û gencîneyeke binirx a ji zêdetirî 30 hezar navên pirtûkan kom kiriye, ku dîroka çapkirina hinekan ji wan vedigere sala 1900î.
Hesen Mihemed, behsa destpêka karê xwe dike û dibêje, "Cara yekem sala 1979an bû, min çend pirtûkên xwe bi pişta xwe birin Baneyê û li wir firotin." Piştre di sala 1983an de wî pirtûkxaneya xwe ya yekem li nêzîkî Mizgefta Mezin a Silêmaniyê danî û ji sala 2011an ve li cihê xwe yê niha berdewam e.
Pirtûkxaneya Hesen Mihemed cuda ye, ji ber ku her cure pirtûk tê de hene; ji felsefe û derûnnasiyê bigire heta dîrok û pirtûkên olî û fikrî yên curbicur. Ew di wê baweriyê de ye, "Madem ku civak her cure ye û xelk bi her awayî difikire, divê ez jî bi wî awayî pirtûkan bifiroşim."
Karê Hesen Mihemed bêtir ji hobiyê çavkanî girtiye ne ji bazirganiyê. Ew dibêje, rojane nêzîkî 80 hezar dînar mesrefa wî heye, lê dahata wî nagihîje wê mîqdarê û zarokên wî alîkariya wî dikin. Digel vê yekê, kêfxweşiya wî ew e dema kesek piştî lêgerîneke dirêj, pirtûkeke kêmpeyda li cem wî peyda dike.
Resûl Hisênê nivîskar pirtûkxaneyê wek "Keştiya Nûh" bi nav dike, ji ber ku "her cure tişt tê de heye." Ew di wê baweriyê de ye ku hebûna vî cihî nîşana rewşenbîriya bajêr e û dibêje, "Ne tenê ev bajar, belkî şêx, mele û zana jî deyndarê Mamoste Hesen û vê pirtûkxaneyê ne."
Derbarê paşeroja pirtûkxaneyê de, Hesen Mihemed hêvîdar e ku piştî wî jî berdewam be û dibêje, "Min ji zarokên xwe re gotiye, çi dibe bila bibe pirtûkxaneyê ji nav nebin, ji ber ku ew ji bo we ciwanî ye."