Fîçer - Meha Remezanê li Mûsila Kevin: Parastina çandê di nav zarokan de

Fîçer - Meha Remezanê li Mûsila Kevin: Parastina çandê di nav zarokan de
Meha Remezanê li Mûsila Kevin: Parastina çandê di nav zarokan de
Li destpêka meha Remezanê, bajarê Mûsila Kevin bi çalakiyeke taybet û cuda ji bajarên din ên Îraqê, pêşwaziya vê meha pîroz dike.
Saziya Beytuna, komek zarokên Mûsilî kom kirine ku bi cilên kevneşopî û Îslamî, dest bi çalakiyên olî kirine. Zarokan bi defjenîn û gotina sirûdên olî, meşek ji Mizgefta Nûrî heta Minareya Edbayê bi rêxistiye.
Çalakvanê Sivîl Yasir Goyanî dibêje: "Ev çalakî bi navê 'Macîna Macîna'yê tê nasîn ku beşek ji mîrateya çandî ya bajarê Mûsilê ye. Em her sal vê kevneşopiyê zindî dikin da ku em çanda xwe bi nifşê nû bidin nasîn û cilûbergên folklorîk ên bajarê xwe biparêzin."
Di dema pêkanîna çalakiyê de, dê û bavan destê zarokên xwe girtine ku beşdar bibin. Her wiha mamoste û xwendekarên baxçeyê zarokan jî beşdar bûne.
Mamosteya Baxçeyê Zarokan Fatin Mihemed dibêje: "Me îro serdana germava Menquşeyê kir, bi rastî ezmûneke pir xweş bû. Ev jî bi hevkariya dê û bav û zarokan pêk hat. Mebesta me ew e ku zarok di temenekî biçûk de çanda neteweyî nas bikin û bizanin bav û kalên wan çawa jiyane."
Tevî ku piraniya van zarokan qonaxa şer û bêaramiyê dîtine, lê çalakiyên meha Remezanê derfetek baş e ji bo vegera xweşî û dilaramiyê ji bo jiyana wan.
Çalakvanê Sivîl Mihemed Yûsif giringiya van çalakiyan tekez dike û dibêje: "Mûsil li seranserê Îraqê bi pêşwaziya xwe ya taybet a meha Remezanê tê naskirin. Me li Saziya Beytuna, geştek ji bo zarokan li nav Mûsila Kevin rêxist da ku serdana Minareya Edbayê bikin ku di demên dawî de ji aliyê UNESCOyê ve hatiye nûjenkirin. Armanca me ew e ku em cihên dîrokî û çandî yên bajarê xwe bi zarokan bidin nasîn."
Ev çalakiya kevneşopî, gaveke girîng e ji bo parastina nasnameya çandî ya Mûsilê û veguhastina wê ji bo nifşên dahatû.
Produser: Kawa Omer
Wênegirtin: Reyan Enwer