Fîçer - Zozanên Şirnexê: Bedewiyeke xwezayî li Bakurê Kurdistanê

Fîçer - Zozanên Şirnexê: Bedewiyeke xwezayî li Bakurê Kurdistanê
Zozana "Serê Rû" ya li gundê Nîrê wek yek ji xweşiktirîn cihên xwezayî yên Şirnexê tê dîtin, ku her sal di biharê de bala gelek geştyar û xelkê deverê dikşîne.

Redvan, şivanekî deverê, ligel Kanî Helebceyî rûtîna jiyana zozanan bi rê ve dibe. Ew li zozanan xwarina kevneşopî ya herêmê ku jê re "tirşik" tê gotin amade dike û ji kaniyên sar ên deverê çêj û kêfê werdigre.

Çiyayên kesk û gulên şilêrê yên sor dîmeneke dilrevîn diafirînin ku hesta aramî û dûrketina ji qerebalixa jiyanê dide mirovan.

Berfa zozanan heta niha jî li ser lûtkeyên bilind tê dîtin, ava kaniyan ewqas sar dike ku mirov nikare ji çend çirkeyan zêdetir destê xwe tê de bihêle.

Hinek ji şêniyên gundan ji bo komkirina giyayên biharê bi ker û hêstiran diçin zozanan, ji ber ku rê dijwar in û bi otomobîlan nayên derbaskirin.

Ev zozan ne tenê cihekî geştyarî ye lê mînakek e ji awayê jiyana kevneşopî ya li herêmê.