Fîçer - Xwaringeheke kelepûrî li Şarbajêr bîranînên rabirdûyê zindî dike
Xwaringeheke kelepûrî li Şarbajêr bîranînên rabirdûyê zindî dike
Li qezaya Şarbajêr, xwaringeheke kelepûrî deriyê xwe ji mêvanan re vekir, ku tê de bîranînên rabirdûyê bi rêya kelûpelên kevn û kelepûrî zindî dibin.
Mihemed Mewlûd, xwediyê xwaringehê, amaje dike ku pêdivî û kelûpelên kevn ji gundan kirîne, herwiha xelk û nasên wî jî alîkariya wî kirine di komkirina wan kelûpelan de, çimkî hezkirineke wî ya taybet ji tiştên çandî re heye.
Mihemed Mewlûd dibêje: "Di destpêkê de ev der çayxane bû, lê paşê ez fikirîm ku kelûpelên kevn û kelepûrî tê de nîşan bidim. Min bi du berên kevn dest pê kir, ku xelk jê matmayî man, paşê min kelûpelên din jî kom kirin."
Wî behs jî kir ku ew amade ye pereyan bide ji bo kirîna her tiştekî kevn ku xelk naxwazin, tewra eger biha be jî. Ew dibêje ku wî sindoqên buraq û kelûpelên mis ê kevn kirîne, herwiha kevçiyekî wî yê çeqilmast jî heye ku dîroka wî vedigere sala 1943an.
Piştîwan Talib, fermanberek e û dibêje: "Me li Şarbajêr gelek çayxane û xwaringeh dîtiye, lê me ev der hilbijartiye, çimkî keşûhewaya vir cuda ye û tu hest dikî ku tu di serdemeke kevn de dixwî."
Zêdetirî 1000 parçe kelûpelên kevn di xwaringehê de hene, ku temenê wan di navbera 50 û 80 salî de ye.

Belav bike li ser