Fîçer - Hunermendekî ji Bakurê Kurdistanê Keleha Hewlêrê dike tablo
Hesen Huseyîn Deveçî, ku bi navê hunerî "Malmîmî" tê naskirin, şêwekarekî navdar ê kurdên Anatoliya Navîn e ku li Almanyayê dijî. Ew yek ji wan hunermendên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ye ku bi xebata xwe ya hunerî tê naskirin.
Di sala 2024an de cara yekem serdana Kurdistanê kir. Tewra wî hîna tu cih li Bakurê Kurdistanê nedîtibû, ji ber ku destûr nedan ku ew serdana bakurê welêt bike. Ev serdan ji bo vekirina pêşangeheke taybet li Hewlêrê bû.
Pêşangeh bi hevkarî û vexwendina Enstîtuya Goethe ya Almanî li Hewlêrê hate vekirin. Wekî ku ew dibêje, gera Kurdistanê ji bo wî gaveke girîng bû ku ji nêz ve bi welatê xwe re bibe nas.
Yek ji tiştên ku li Hewlêrê jê ecêbmayî dimîne Keleha Hewlêrê û dîroka wê ya dirêj e. Vê ecêbmayînê wisa lê kir ku di vegera xwe de biryar bide ku tabloyekê ji bo Keleha Hewlêrê çêbike. Wekî ku ew dibêje, ev tablo yek ji wan berhemên hunerî yên herî hezkirî yên jiyana wî ye.
Xebata hunerî ya Malmîmî nîşandera peywendiya kûr a hunermendê Kurd bi dîrok û çanda welêt re ye, herwiha derxera girîngiya Hewlêrê û dîroka wê ya kevn wekî çavkaniyeke îlhamê ji bo hunermendên Kurd e.

Belav bike li ser