Fîçer - Zarokekî 12 salî yê Kurd li Holandayê bû şampiyonê Kîkboksê
Merd Mîkaîl Herkî, zarokekî Kurd ê 12 salî ye ku li Holandayê ji dayik bûye, bi serkeftî şampiyoniya kîkboksê ya Holandayê bi dest xist û karî ala Kurdistanê li ser dikê bilind bike.
Merd di temenê çar saliyê de çûye Holandayê û pêşî di yarîya futbolê de dest bi werzişê kiriye, lê di dema pandemiya koronayê de berê xwe daye kîkboksê. Piştî çend salan ji rahênan û berdewamiyê, karî her sê qonaxên pêşbirkiya Holandayê bi serkeftî derbas bike û bibe leheng.
Çiya Mîkaîl Herkî, bavê Merd, diyar kir ku malbat hemû piştgiriya kurê xwe dike û armanca wan ew e ku ew bibe yekem û ala Kurdistanê bilind bike. Herwiha got ku mijûlbûna bi werzişê tu bandoreke neyînî li ser xwendina Merd nekiriye û ew di asteke zanistî ya bilind de ye.
Selah Herkî, bapîrê Merd, behsa hesta Kurdperweriya malbata xwe kir û got ji zarokatiyê ve Merd xwestiye ala Kurdistanê bilind bike.
Plana dahatû ya Merd ew e ku di lîstika kîkboksê de berdewam bike û hewl bide ku nasnavê şampiyoniya Ewropayê bi dest bixe.
Merd bi hesteke niştimanperwerane diyar kir ku ew dixwaze piştêna/zinara xwe bide serok Mesûd Barzanî, ji ber ku ew ew kes e ku ala Kurdistanê bilind kiriye.

Belav bike li ser