Fîçer - Muzexaneya Şer li Pekînê | Parastina Bîranîna 20 Milyon Qurbaniyan

Fîçer - Muzexaneya Şer li Pekînê | Parastina Bîranîna 20 Milyon Qurbaniyan

 

Muzexaneya Şer li Pekînê | Parastina Bîranîna 20 Milyon Qurbaniyan

 Li Pekîna paytexta Çînê, muzexaneyek hatiye vekirin ku çîroka yek ji şerên herî xwîndar ên dîroka hevçerx vedibêje. "Muzexaneya Serkeftina di Şerê li Dijî Faşîst û Japoniyan de" bûye cihê parastina bîranîna nêzîkî 20 milyon welatiyên Çînî ku di dema şerê di navbera salên 1937 û 1945an de jiyana xwe ji dest dane. Ev muzexane rojane pêşwaziya nêzîkî 100 hezar serdankeran dike û bûye navendeke girîng ji bo perwerdeya niştimanî.

Muzexane li ser rûberê 12,200 metreyên çargoşe hatiye avakirin û bi sedan belge, dokûment û kelûpelên şer tê de tên pêşandan. Bûyerên dîrokî bi şêwazeke nû û bi bikaranîna teknolojiya serdemê hatine nîşandan, da ku serdanker, xasma nifşê nû, bi hêsanî di qurbanîdan û berxwedana gelê xwe de têbigihîjin.

Cîgirê Rêveberê Muzexaneyê Lai Shengliang amaje bi girîngiya bibîranîna vê dîrokê dike û dibêje, "Ev yekem serkeftina tam a gelê Çînê bû li dijî destdirêjiya derve di serdema nûjen de. Ruhê berxwedanê ku di wê serdemê de derket holê, îlhamekê dide me da ku em baştir şehîdên xwe bi bîr bînin û nirxê aştiya ku îro bi dest ketiye bizanibin. Gelê Çînê qurbaniyeke mezin daye; 335 milyon kesan ziyan dît û ziyanên me yên aborî li gorî pîvana sala 1937an, gihîşt 600 milyar dolarî."

Di nav holên muzexaneyê de, mezin û biçûk, malbat bi zarokên xwe re tên dîtin. Li Çînê, hesta neteweyî û welatparêzî ji qonaxên destpêkê yên xwendinê ve fêrî zarokan tê kirin û ev serdan jî beşek ji vê pêvajoyê ne.

Hanzining û Zhangluxi, du xwendekarên dibistana seretayî, behsa bandora serdana xwe dikin û dibêjin, "Em hest bi bandora mezin a ruhê wan lehengan dikin, ji ber ku bi saya qurbanîdana wan e ku em îro bi rehetî dijîn. Çîroka lehengekî bi navê (Zhao Yiman) û nameya ku berî mirina xwe ji kurê xwe re nivîsîbû, bandoreke kûr li ser me hişt."

Hesta şanazî û spasdariyê ji bo qurbanîdana bav û bapîran ji aliyê piraniya serdankeran ve hevpar e. Wen Haichao, mamostayeke ku bi pitika xwe re serdana muzexaneyê kiriye, dibêje, "Ez bawer dikim ku bav û bapîrên me rûbirûyî zehmetiyeke mezin bûne. Ez dixwazim zaroka min vê dîrokê bizanibe, tewra eger bi temamî jê fêm neke jî. Ez hest bi pêleke şanaziyê di dilê xwe de dikim û bextewar im ku di vê serdemê de ji dayik bûme."

Yek ji wan beşên ku bala serdankeran dikişîne, bikaranîna teknolojiyê ye ji bo nîşandana taktîkên leşkerî. Si Xiao, yek ji serdankeran, dibêje, "Beşê herî balkêş, qada pêşangeha 'Şerê Tunelan' bû ku bi teknolojiya nûjen, rola girîng a wê taktîkê di dema şer de nîşan dida. Em li vir fêr dibin ku jiyana me ya îro bi hêsanî bi dest neketiye û divê em ji bo welatê xwe têbikoşin."

Bibîranîna vî şerî ne tenê di çarçoveya muzexaneyê de ye. Her sal ji 7ê Tîrmehê heta 3ê Îlonê, pêşandanên leşkerî yên mezin bi amadebûna Serokê Çînê û berpirsên payebilind tên lidarxistin, û li her quncikeke welêt ew berxwedana dîrokî tê bibîranîn.

Vê yekê jî wer kiriye ku welatparêzî li cem takekesê Çînî di ser her tiştî re be, nexasim dema ku wê rastiyê tînin bîra xwe ku gelê wan bi çekên seretayî yên wekî riman û çekên sade, rûbirûyî artêşeke pêşketî ya Japonyayê bûye, lê bi saya vîn û hezkirina ji welat re, xwe radest nekirin û bi ser ketin.

Produser: Mehdî Ferec