Fîçer - Newaf Miro Hozanvani Kurd le Almania
Newaf Mîro, helbestvanekî ji diyasporayê û xelkê Bakurê Kurdistanê ye. Ew xelkê Wêranşara Rihayê ye û ji dayik û bavekî Êzidî ji dayik bûye. Helbestên wî yên di nav 5 dîwanên wî yên çapkirî de, di nava xwendevanên Kurd de, bi taybetî yên ku bi Kurmancî dixwînin, dest bi dest digerin û tên gotin.
Ew xelkê Bakurê Kurdistanê ye, helbestvan, romannûs, çîroknûs û wergêr e. Sînga wî tije ye ji hezkirina Kurdistan û Êzidxanê. Zimanê Kurdî ji bo wî ji amrazekî têgihiştinê zêdetir e. Newaf Mîro, sala 1968an li Wêranşara Bakurê Kurdistanê di malbateke Êzidî de ji dayik bûye. Ji sala 1987an ve li Almanyayê dijî. Li wî welatî xwendiye û kar kiriye.
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Alman ti carî kêmasiyên xwe venaşêrin, nabêjin kêmasiyên me nebûne, nabêjin pêşiyên me bêguneh bûne. Li Almanyayê çanda lêborînê heye, ji ber ku eger te şaşiyek kiribe... çi qewimîbe bila biqewime, eger pêşiyên te kiribin, tu dikarî îro serê xwe ji bo wê bitewînî, yan jî çok daynî, tu dikarî bibêjî ez lêborînê dixwazim.”
Zêdetirî nîvê temenê xwe li Almanyayê derbas kiriye û serpêhatiya diyasporayê, ew zêdetir bi Êzidyatî û Kurdbûnê ve girêdaye.
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Eger Kurdbûn û Êzidîbûna me ewqas di bingehê de nebûya, bêguman me yê dest jê berda û ew ziman û hezkirin jî nedibû. Ji bo min, erka mezin a nivîskêr ew e ku ligel kesên lawaz be, ji bo civaka xwe be, ligel wan mirovên ku pêdiviya wan bi parastinê heye be; ewên ku divê wan biparêze. Li cîhanê ez xwe wek Kurdekî dibînim, her ji ber wê jî ez bi Kurdî dinivîsim. Ez di nav Kurdistan û Êzidxanê de tenê Êzidî me, naxwazim ji min re bê gotin Kurdê Êzidî, tenê Êzidî me.”
Dengê xwezayî... Newaf Mîro helbesteke xwe dixwîne.
Newaf Mîro, xwediyê pênc dîwanên helbestan ên çapkirî ye. Derbarê forma wêjeyî ya herî xweşik û şêrîn de dibêje:
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Helbest, destpêkeke bêdawî ye, êşek e, êşeke evîndarane ye ku hevdu temam dikin, ji ber ku di jiyanê de mirov heta hest bi êşê bike dijî. Ango êş bi xwe jiyan e. Eger em nikaribin hest bi êşê bikin, ev tê wê wateyê ku em ji jiyanê fêm nakin û najîn. Mirov çiqas bikaribe bigirî, ewqas jî êşê nade beramberê xwe.”
Her çend hîn ciwan e û derfeta wî ya berhemên zêdetir heye, Newaf xwediyê heşt romanan e û yek ji wan wek zanistî-xeyalî (science fiction) tê hejmartin.
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Heşt romanên min di heşt babetên cuda de hene û min hewl daye ku ez bikaribim bi rêya wan asta romana xwe... asta romana Kurdî, ew Kurdiya ku ez pê dinivîsim, ev zaravayê me Kurmanciya jorîn, asta wê bilind bikim. Çendîn corên nivîsînê hene, bo nimûne yek ji wan wek yekemîn romana zanistî-xeyalî hatiye hejmartin.”
Li gor gotina Newaf, zimanê Kurdî ji bo mirovê Êzidî, taybetmendî û girîngiyeke cuda heye.
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Ziman ji bo her kesî girîng e, lê ji bo Êzidiyan du caran girîngtir e, ji ber ku hemû qewl û beyt û zanîn û çîrok û destan û lawikên me bi vî zimanî ne. Honandina ziman wek perestinekê dibînim, ango dikarim bibêjim min bi şêwazê xwe perestineke ji bo vî zimanî kiriye.”
Dengê xwezayî... Newaf Mîro helbesteke xwe dixwîne...
Newaf, bi plan û bername dinivîse, lê dixwaze derfet û temen alîkariya wî bikin da ku zêdetir li ser Êzidyatiyê kar bike.
Newaf Mîro, helbestvan û romannûs:
“Mebest reklam nebû, ango ne ji bo wê bû ku alîkar be ji bo navûdengê, belkî babetek e ku ez pir dixwazim li vir li ser kar bikim, bi wî şêweyê ku ez behs dikim. Babeta Êzidyatiyê, gelek hêma û remz û nav hene, lê nehatine honandin, nebûne dîmenek da ku di mêjiyê mirovan de bicih bibin. Herwiha şîrovekirina rêûresmên nav olê jî kêm e, şîrovekirina diayan û peyvan jî di wê astê de nîne ku her kes jê fêm bike.”
Newaf, ku bavê sê zarokên xama ye, çendîn pirtûkên çîrokan ji bo zarok û malbatan nivîsîne. Herwiha karê wergerê jî ji zimanê Almanî kiriye.

Belav bike li ser