Fîçer - Pîşeyên kevn ên Duhokê di bin metirsiya jinavçûnê de ne

Fîçer - Pîşeyên kevn ên Duhokê di bin metirsiya jinavçûnê de ne
Di demekê de ku bajarê Duhokê bi lez ber bi pêşveçûn û geşbûnê ve diçe, pîşeyên kevn ên vî bajarê dîrokî ber bi nemanê ve diçin û tenê hejmareke kêm ji wan kesên ku van pîşeyên kevn dikin, karê xwe didomînin.
Texwîb Ehmed Qero, yek ji kevntirîn seatçiyên Duhokê, ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye û ji salên heftêyî ve bi vî karî ve mijûl e. "Ev pîşeyeke zehmet e, ji ber ku kes nîne bikaribe alîkariya te bike."
Mihemed Elî, boyaxçiyekî li Duhokê, nêzî 60 sal in di vî karî de berdewam e. Ew li ser cadeya Sînemaya Newrozê, ji saet 8ê sibehê heta banga mexribê, zêdetir ji 30 cureyên boyaxê difiroşe.
Îdrîs Bankî, kevntirîn sosfiroşê Duhokê, çîroka destpêka pîşeya xwe vedigerîne sala 1991ê, dema ku piştî vegera ji koçberiyê, dest bi vî karî kir "Kurên min ji vî karî hez nakin, taqeta wan a vî karî nîne, ji ber ku pir zehmet e."
Bajarê Duhokê di dema çend dehsalên borî de rastî guherîneke mezin hatiye. Ji bajarekî çend hezar kesî gihîştiye zêdetirî milyonek û pêncsed hezar kesî, lê vê geşbûnê bandoreke neyînî li ser pîşeyên kevnar kiriye.