Fîçer - Sînan Saxol hunermendê peykersaz li Dêrsimê

Fîçer - Sînan Saxol hunermendê peykersaz li Dêrsimê
Em diçin parêzgeha Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê. Li wir hunermendekî pispor û destrengîn heye ku bi şêwazeke pir bedew peykerên xweşik û piçûk ên ajelên kûvî ji bo nav malan çêdike.
Navê wî hunermendî Sînan Saxol e û temenê wî 45 sal e. Sînan derçûyê beşa dîzayna bexçeyan li Zanîngeha Celal Beyar a Parêzgeha Manîsayê ye.
Ji zaroktiyê ve hobiya wî nîgarkêşî bû. Sînan di mala xwe de odeyek bo çêkirina wan karên hunerî veqetandiye, ji xeynî peykerên piçûk, tabloyên rengo rengo ên pir spehî jî dirust kiriye.
Em ê di vê fîçerê de karên hunerî yên Sînan Saxol bibînin.