Fîçer - Sureya Mihemed: Hunermendek şûşe û gulan dike şaheser

Fîçer - Sureya Mihemed: Hunermendek şûşe û gulan dike şaheser
Li maleke biçûk li Almanyayê, Hunermenda Kurd Sureya Mihemed cîhaneke taybet ji şûşe û gulan çêdike. Ev jina afirîner, ku xelka gundê Xirêbiyê yê ser bi Şeraya Çiyayê Kurmênc a Efrînê ye, bi şêweyekî taybet û cuda, xemên dûriya welêt dike huner.
Sureya, ku xwendina akademîk di warê hunerê de li Helebê qedandiye û zêdetirî 30 salan wek mamoste kar kiriye, hezkirina wê ji bo hunerê mîrateke malbatî ye. "Her ji zaroktiyê ve min ji karê hunerî hez kiriye, ne tenê ez, lê birayên min û kesên min ên nêzîk jî, ev wek genekî genetîk e ji bo me," Sureya wisa dibêje.
Sureya karên xwe yên hunerî ji şûşeyên botlên bikarhatî çêdike. Di nav berhemên wê de, efsaneya Şamaran, Nebî Horî yê Çiyayê Kurmênc û Alaya Kurdistanê beşeke sereke ne ku xelk daxwazê jê dikin.
Çêkirina karên hunerî pêvajoyeke dirêjdem e. Sureya zelal dike: "Ez pelên giyayan tînim û dixim nav pirtûkan, her wiha ez gulan li balkonê ziwa dikim, piştre dixim nav şûşeyan û tabloyên hunerî jê çêdikim."
Li Helebê, karên destî yên Sureyayê çavkaniya dahatê ya wê û malbata wê bûn. "Keç û kurê min hebûn û min ew fêr dikirin, her wiha min gelek kesên din jî fêr dikirin. Berhemên me li Heleb, Hims û Şamê dihatin firotin," wiha dibêje.
Niha, piştî sê salan ji jiyana li Almanyayê, xewnên Sureyayê yên mezintir hene. Yek ji projeyên wê yên sereke çêkirina karekî mozaîk ê mezin e ku jineke Kurd bi cilên kevneşopî nîşan dide. "Min tabloyek çêkiriye ku nêzîkî metrekê ye, wêneyê du jinên Kurd bi cilên rengareng li gundekî ye," bi serbilindî behs dike.