Fîçer - Li Kerecê Kurd û Fars tembûrê dijenin
Li bajarê Kerecê yê Îranê ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn, herdem dengê tembûrê tê bihîstin.
Komek Kurdên Kirmaşanê ku li ser bîr û baweriya Yarsanî ne. Wan dengê dîroka gelekî û îmana ayînekê parastiye.
Tembûr, amûra pîroz a Yarsanan e û di xizmeta hemû Kurdan de ye, nifş piştî nifş hatiye parastin.
Ev komek mûzîkjenên Kurd in li vî bajarî, bûne parêzvanên vê amûrê û herdem vê mûzîkê zindî dikin.
Qubad Qubadî – Tembûrjen Dibêje "Ez xelkê Kirmaşanê me, li welatê Dalahoyê ji dayik bûme. Bi piştgiriya bavê min ku weliyek ji mamostayên mezin ên tembûrê bû, ez hatim nav dinyaya tembûrê. Min karî di nav wan meclîsan de, li wan cihên ku taybet bi mûzîka tembûrê bûn, mûzîka Yarsan, beşdar bibim û şanaziya min a wê yekê hebe ku ez şagirtê wan bim."
Qubad ne tenê tembûrjenekî jêhatî ye, lê destekî wî yê rengîn di çêkirina vê amûra pîroz de jî heye.
Qubad Qubadî – Tembûrjen Dibêje "Nêzîkî sê salan e em li bajarê Kerecê ne, di nav kargeha xwe de em bi karê tembûrsaziyê re mijûl in. Me biryar daye ku em bi taybetî li ser kesên ku peywendiya wan bi mûzîka meqamê ya tembûrê re heye kar bikin. Nemaze hemû meqaman, heftê û du meqam hene ku ez di xizmeta wan de dibim."
Suheyla Gordî, jineke tembûrjen e, ew xwedî doktoraya edebiyata farsî ye, lê ew tevlî hunerên kevn ên Kurdî bûye û dixwaze bi temamî meqamên Kurdî bi tembûrê fêr bibe.
Suheyla Gordî - Tembûrjen Dibêje "Ev çend sal in min ji fêrbûna tembûrê hez dikir, ji ber ku ez di malbatekê de bûm ku Yarsan bûn û doktoraya min a edebiyata farsî jî heye. Ji ber edebiyata qenî goran û edebiyata Yarsan, min hez dikir bi rêya mamosta Qubadî ku yek ji serkeftinên jiyana min bû, min karî fêrî muzîka tembûra goran bibim. Niha jî çend meh in min dest pê kiriye û spas ji Xwedê re ji bo min gelekî mifadar bû."
Qubad Qubadî û hevkarên wî ji bilî ku mûzîka Kurdî û Yarsanî diparêzin, hewl didin ku ciwanan jî fêr bikin.
Nifşê nû wek Alan Kirmaşanî, ber bi fêrbûna vê hunerê ve gavan davêjin.
Alan Kirmaşanî – Fêrxwaz Dibêje "Çar meh in ez bi ciddî li ser tembûrê kar dikim. Her çend meqam gelekî kûr in, nexasim meqamên Hezret û Sultan, lê ez kêfê ji fêrbûna helbestan û teknîkên wê werdigirim. Ez hêvî dikim ku bikarim berdewam bim û baştir vê hunerê pêş bixim."
Di navbera nifşê berê û yê dahatû de, tembûr wekî pir, çand û giyanekî berdewam e.
Ji destê Qubad Qubadî ji bo Suheyla Gerdî û Alan Kirmaşanî, ev huner ji me re dibêje ku dîrok bi rêya deng hatiye veguhestin û heta dengê tembûrê hebe, dîroka neteweyekê jî zindî dimîne.

Belav bike li ser