Fîçer - Zilamekî Japonî bi keçeke Kurd re dizewice
Tatsûya Abê kesekî Japonî ye, xwendekarê zanîngehê li Stenbolê bû. Li wê derê dil dikeve keçeke Kurd û ji bo xwazgîniya wê diçe Bakurê Kurdistanê. Paşê mala bavê keçikê wî dikin zavayê xwe û di sala 2023yan de dizewicin. Piştî vê jî Tatsûya dibe misilman.
Tatsûya bi şêwazeke pir baş hînî zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciya Jorîn bûye û bi Kurdiyeke rewan dipeyive. Piştî qedandina zanîngehê, bi jina xwe Kubrayê re vedigere Japonyayê û bi hev re li wir dijîn. Tatsûya dibêje "Kubrayê ji min re got ez Kurd im, ez Kurdmanc im. Min jî xwest bizanim Kurd çi ne. Loma ez çûm kursa hînbûna Kurdî û min xwe hînî Kurdî kir."
Tatsûya ji bo xwendina doktorayê vegeriyaye bajarê Amedê û teza xwe ya doktorayê li ser hucrik û medreseyên Bakurê Kurdistanê amade dike. Dixwaze derbarê xwendina hucrikên Kurdan de bêtir bizanibe.
Ew ji dengê dengbêjên Kurd pir hez dike, xasma dibêje "Ez dildarê dengê Şakiro me û gava ez lê guhdarî dikim, agir bera dilê min dide."

Belav bike li ser