Fîçer - Yara Îsmaîl - li Amerîkayê bûye nimûneyeke bilind a karê xwebexş

Fîçer - Yara Îsmaîl - li Amerîkayê bûye nimûneyeke bilind a karê xwebexş

Zarokên Kurdên dîyasporayê serkeftinên bêhempa derdixin holê û yek ji wan jî keçe Kurd Yara Ismael ê. Yara Ismael li bajarê New Yorkê di zanîngeha hiquqê de ya ku yek ji wan 6 zanîngehên hiquqê yên herî baş yê Amerîkayê ye dixwîne û di heman demê de jî ji bo jinên kurdên ku li kampan de dimînîn rêxistineke alîkarîyê ava kirîye.

Yara Ismael (Rêvebira rêxistinê): Ez li Bexdayê ji dayik bûm, dayika min ereb û bavê min jî kurd e. Dema ez biçûk bûm min welatparêzîya xwe ya kurdî naskir. Dema ku ez 13 salî bûm me koça California yê kir û min dest bi dibistinê kir her wiha ez li wir ketim têkilîyê bi civaka kurdan re. Paşê jî derbasê kolejê bûm û li wir jî bi civakên navneteweyî re ketim nav têkilîyên nû. Min li Claremont McKenna College ê beşa Têkilîyên Navneteweyî, Rêvebirî û Mafên Mirovan xwend. Piştra jî ez hatim New Yorkê û min li Zanîngeha New Yorkê dest bi beşa hiquqê kir. Ev sala min a dûyem e. Ez bi taybetî jî hez dikim di qada hiquqê de berdewam bikim lewre him rêxistina karê min û him jî ez bi civaka kurdan re dixebitim. Ez hêza hiquqê dibînim.

Rêxistina ya bi navê Alîkarîya Penaberên Kurd, rexistineke nonprofit e ango wisa ye ku bêyî qezencek kar û xebat dike û ji bo tenduristîya jinan dixebite. Bi taybetî jî ji bo pêvistîyên jinên kurd yên ku li Kurdistanê û li kampan dimînin kar dike.

Yara Ismael (Rêvebira rêxistinê): Me ev rêxistin bi grubêk jinên Kurdên Amerikî re damezrand. Di sala 2019 de dema ku Tirkîyê Rojavaya Kurdistanê dagirker kir me li San Diego yê wê demê ji bo alîkarîyê rêxistin damezrand. Gelek grub û kes jî bi me re ketin têkilîyê wê demê û alîkarî kirin. Me bi taybetî jî alîkarî li ser mesela serê mehê ango dema bênimêjî ya jinan kir. Ji ber ku ev mesele di nav hin kurdan de wek tabû ye û tê paşgûh kirin. Lê em alîkarîyên xwe wisa hildibêjêrin ku him ji bo demek dirêj û him jî ji bo xezayê pirsgirêk nîne.

Yara dibêje ew zêdetirî alîkarîyê ji bo jinên ku li kampa Bardarash û kampa Gawîlan de dimînin dikin û her du jî nêzikê Hewlerê ne. Ew wisa dixebitin ku bila alîkarî bi awayek daîmî bibe. Niha ew li ser modelekî dixebitin û salek û 2 salên pêşîya me ew ê jinên xwecihî bînin li ser kar ji bo pêvîstîyên wan bixwe. Her wiha ew wan perwerde jî dikin.

Yara Ismael (Rêvebira rêxistinê): Me heta niha 5 caran alîkarî bir û me alîkarîya bi hezaran jinan kir. Me bi hezaran pedên jinan û binkincên jinan û pêvistîyên din ên jinan li wir belav kir. Di alîyê din de jî dermanên êş kujîyê, sabûn jî me belav kir. Em jinên li wan kapman perwerde jî dikin bila bizanibin ka çawa dikarin bi kar bînin.

Yara got ku ew rêxistina xwe firehtir dikin. Ew hez dikin zêdetir derfetan bi kar bînin. Mirov dikarin him bibin sponsor û him jî dikarin organîzasyonên ji bo berhevkirina alîkarîyê kar bikin. Ger hûn hez dikin alîkarî bidin divê bi wan re bikevin têkilîyê. Li Kurdistanê, derveyê Kurdistanê û hema bêje li her derê cîhanê dibe.

Yara Ismael (Rêvebira rêxistinê): Website me zîyaret bikin, hûn dikarin bi raste rast li wir sabaş bidin û hin dikarin bi me re bikevin nav têkilîyê û em ê we baştir agahdar bikin ka hûn çawa dikarin alîkarî bikin. Hûn him dikarin li ameîrkayê bibin beşa tîma me û him jî li kampan de bi me re bi dilxwazî bixebitin.

Yara di alîyê din de jî bale dikşîne li ser taybetmendîya civak û serkeftinên kesayetîyê.

(SB-5)-Yara Ismael (Rêvebira rêxistinê): Bi tijîbûneke şexsî û serkeftineke şexsî li hev hatina civakê gelekî girîng e. Ango her şexsîyetên kurd li dîyasporayê û li Kurdistanê li ser xwe baştir kar bikin ango xwe pêşve bibin civaka xwe jî bi xwe re pêşve dibin. Divê em hemû alîkarîya civaka xwe him bi şexsî û him jî bi civakî bikin lê di qadên cuda de.

Wisa xuya dike ku keç û xortên kurdan dema ku derfet dikeve destên wan gelekî baş bikardînin û her çiqas ji Kurdistanê nejîn jî gelê bîrve nakin.