Fîçer - Zubeyda Amir xwendekareke pêşewer e li Mûsilê
Li taxa "Hemam Menquşe" ya bajarê Mûsilê, Zubeyda Amir, xwendekareke 17 salî, çîrokeke serkeftinê nivîsand ku nimûneyeke berbiçav e ji bo jinên bajêr.
Ev keçika ciwan tevî erkê xwendinê, karîbû dest bi pîşeyeke serkeftî bike, li malê berhemên bedewiyê çêdike û li dikana xwe wan difiroşe.
Zubeyda bi malzemeyên sade yên wek vazelîn, rûnê gûzê yê Hindî û rûnê Johnson, cureyek krema bêhnxweş û sabûna dermankirinê çêdike.
Dikana Zubeydayê li Kolana Faruq e, ku tê de rêzek berhemên curbecur ên laş û rû, sabûnên curbecur, mûmên bêhndar û gelek berhemên din hatine rêzkirin. Wê ev hemû berhem bi destê xwe çêkirine.
Di nav berhemên wê de sabûna gula Mihemedî, sabûna nîlî ya şîn, şeba etrî ya misk û mûmên xweşik hene ku li ser şêwaza şûnwarên kulturî yên Mûsilê hatine çêkirin.
Zubeyda rojane dikana xwe vedike û wextên xwe jî bi awayekî rêk dixe ku hem xwendin û hem jî kar bi rê ve bibe. Ew dibêje: "Spas ji Xwedê re, niha gelek kes min nas dikin û tên û tiştan dikirin."
Yasir Goyanî, niştecihê Mûsilê, diyar kir ku keçên Mûsilê çûne kursa fêrbûna çêkirina mûm û sabûn û karên destan. Ew bi dilxweşiyeke mezin behsa wê yekê dike ku îro hejmareke zêde ya keçan heye ku bi destan kar dikin.
Çîroka Zubeyda Amir nimûneyeke serkeftin û berxwedanê ye piştî qonaxa DAIŞê, ku diyar dike ku çawa jin û keçên Mûsilê bi awayekî çalak beşdarî vejandina aboriya bajarê xwe dibin û bûne çavkaniya îlhamê ji bo nifşê nû.

Belav bike li ser