Kemal Burkay

01 October 2013
Kemal Burkay

Serokê partiya HAK-PAR Kemal Burkay beşdarî programa Hevpeyvîn ya televîzyona Rûdaw bû û li ser rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê axifî

Burkay, diyar kir ku programa partiya HAK-PARê, programa herî başe ji bo çareserkirina pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê. Burkay got ew ji bo kurdên bakur Federasyonê dixwazin. Li aliyê din serokê HAK-PARê eşkere kir ku ew ji berê de li hember bikaranîna çekan bûn û rakirina çekan jî ji aliyê PKK ve ziyan gihande kurdan. 

Kemal Burkay got, bila Kurd ne li bendê bin ku serokêwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan her tiştî bide wan çimkî ew dewleta Tirkiyê birêve dibe, lê li gora dema berê tiştên baş kirine.