Îsa Ehmed Şemo: Pêşmergeyê Kevin – Beşa Duyem
Îsa Ehmed Şemo di sala 1950î de li Marsîs li devera Sindiyan ji dayik bû. Di Gulana 1967an de têkilî bi Şoreşa Îlonê re danî û heta sala 1975an Pêşmerge bû.
Piştî têkçûna sala 1975ê tevî malbata xwe koçberî Îranê dibe, lê bi neçarî ji bo dema du mehan vedigere Zaxoyê ji ber ku hevjîna wî ji aliyê hikûmeta Beisê ve tê girtin.
Di heman salê de diçe Bakurê Kurdistanê û li gundê Roboskê niştecî dibe û têkiliyê bi Serkirdatiya Qiyadeya Demkî re datîne. Di 8ê Hezîrana sala 1976an de ligel komek pêşmerge beşdarî yekemîn çalakiya leşkerî li dijî hikûmeta Iraqê dibe.
Paşê beşdarî bi dehan çalakiyên din dibe. Di sala 1979an de beşdarî kongreya nehemîn a PDKê dibe. Ji sala 1981 heta sala 1992yan bi Partiya Gel re kar dike û piştre bi hejmareke zêde ya endamên Partiya Gel re vedigere nav refên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û karê xwe yê siyasî û leşkerî berdewam dike. Niha xanenişîn e û li Zaxoyê dijî.
Di vê beşa duyem de, Îsa Ehmed Şemo behsa şer û pevçûnên navbera Pêşmergeyên Gulanê û artêşa Iraqê dike. Di şerekî de sê Pêşmergeyan bi birîndarî li pey xwe dihêlin, helwesta Cewher Namiq dê çawa be? Rola jinan di şoreşê de çi bû? Di şerê Hekariyê de çi qewimî?
Ev û çend mijarên din ên dîrokî şahidî li ser wan tê dayin.
Ev bername di roja 22yê Gulana 2022yan de hat tomarkirin û di roja 4ê Hezîrana 2022yan de hat weşandin.