Şandina û neşandina derve ya petrola Herêma Kurdistanê bûye behseke herî germ a siyasî li Kurdistanê û Iraqê. Tew li ser asta navdewletî jî. Piştî sala 2003ê heta niha hikûmeta navendî di xema wê yekê de bû ku çawa karibe desthilata wê ya reha hebe li ser dahat û serweriya welat.
Vê yekê kir ku hikûmeta Bexdayê kêmtir bîra planeke stratîjî bibe bo bidawîkirina kêşeyên navxweyî yên welat û pêşxistina aborî û siyasî bike ku heta niha nikare rêçareyekê bibîne ku bibe cihê hevjiyanê û beşdarîkirina aliyên siyasî yên din di karûbarê rêvebirina welat de.
Wek di gotara dawî ya wezîrê petrola Iraqê Ebdulkerîn Lu'eybî de derket, gefên Bexdayê li ser asta Kurdistanê bo asteke navdewletî pêş ketine. Ev şaşîtiyeke mezin e ku hikûmeta navendî destpê kiriye. Gefka derkirina kompanyayên tirkî ji bazarên Iraqê tenê welatiyên Iraqê baca wê didin.
Di heman demê de gefkirin bi blaklîstkirina kompanyayên biyanî û tirkî ku di warê petrolê de li Iraqê kar dikin dibe kelemek din bo Iraqê ku Tirkiye dibe deriyên bazirganî û siyasî ligel Bexdayê wek kerta guşarê bikar bîne, bi taybetî pêkanîna berbestê li ber şandina petrola Iraqê bi rêya boriya Kerkûk-Cîhan.
Ji aliyekî din ve ev daxuaniya cuda ya di navbera rêbazên siyasî yên Bexdayê de tê bihîstin derbarê şandina derve ya petrola Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Hewlêr-Chan ku berî heftiyekê gotar nermtir bûn bo gihîştina bi hevpeymaniyekê derbarê danîna mîkanîzmekê bo şandina derve ya petrola Kurdistanê bi rêya Tirkyeyê.
Lê gotara wezîrê petrola Iraqê peyameke cihê matmahiyê bû ji bo Kurdistanê, bi taybetî ji bo Tirkiyeyê ku dibe bê gotin, ev helwêstên cuda, dibin sedema jidestdana baweriyê bi Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve, ku ev jî bi qezenca Kurdan bidawî dibe û dibe sedema bêhtir jihevnêzîkbûna Hewlêrê û Enqereyê li ser pirsa petrolê û bazirganiya wê. Herwiha li ser asta pêwendiyên siyasî.
"Şandina derve ya petrola Kurdistanê dibe derfeta jihevketina Iraqa yakbûyî." Ev daxuyanê û bîrkirina ku herdem ji Iraqê tê bihîstin. Lê neşandina derve ya vê wizeyê jî dîsa dibe hokarek bo jihevketina Iraqa yekbûyî. Li gor gotina wezîrê petrola Iraqê "Eger Herêm nikare 400 hezar bermîl petrol di rojekê de bişîne derve, beşê budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve tê birrîn." Gefa birrîna beşê budceya Kurdistanê zengilekî metirsîdar e ku Iraqê, di paşerojeke nêzîk de, ber bi cudabûnê ve dibe.
Lê bi nerîna min, ev yekîtiya ku li Iraqê tê behskirin tenê hibra ser kaxezê ye. Belge jî ewe ku ji sala 2003ê ve heta niha desthilata navendî nikare fermandariyeke şareza bide xuyanê. Herwiha ji bilî ku nikare kêşeyên nevxweyî kêm bike, dibe bê gotin ku beşek bû ji pêkanîna kêşeyan. Ev jî vedigere wan hemû gef û guşarên ku hikûmeta navendî li ser Herêmên xwe pêk tîne. Wek mînak aloziyên niha yên Enbar ku divabû zû çareser kiriba. Eger Bexda li ser vî awayî ji siyasetê berdewam be, ew bêhtir dikeve belayan, hem ji ber kêşeyên navxweyî, herwiha ji aliyê pêwendiyên bazirganî û siyasî ve ligel welatên derdorê ku îro gellek pêwîstiya Iraqê bi pêwendiya dostane, diplomasî, bazirganî û siyasî ligel welatên wek Tirkiyeyê heye, ji bo aramkirina hundirû, xurtkirina pêgeha siyasî ya Iraqê li nav civaka navdewletî, vejînkirina bazara hundirû û dabînkirina daxwazên vê bazaraê ku pêgeha xurtiya Tirkiyeyê ji aliyê siyasî û aborî ve li ser asta navdewletî nikare nedîtî bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse