Roja şemiyê 30ê heyva 4ê ya 2016ê alîgirên Muqteda Sedir ketin nav parlamentoya Iraqê û devera Kesk û parlamanto dagîr kirin û herwiha li çend parlimanteran jî dan. Niha her kes vê pirsê dike, çima Îran û Amrîka ku nifûza wan li Iraqê da heye û rewşê aram nakin yan nikarin aram bkin.
Fermandê Operasyonan yê Bexdayê rewşa awarte ragihand û parlamentoyê jî rûniştna xwe heya roja Sêşemê paş xist. Neteweyên Yekgirtî jî ofîsa xwe li Bexdayê daxsit hinek malbatên parlamanteran jî stara xwe birin bo balyozxaneyên nav devera Keek.
Li hember van bûyerên Bedayê, pirsyareke girîng di nav reya giştî da derketiye holê ew jî girêdayî bi desthelata Îranê û Amrîka li wî welatî ye. Madem Îran û Amrîka bûn ku li Iraqê gotina yekê û dawiyê digotin, bo çi karobarên Iraqê bi awayekî nerastexwe bihevdengiya hevdû, pêşde nabin?
Lîstikvanên lîstka siyasî ya nav Iraqê, tenê Îran û Amrîka nîn in, li rex van her du welatan Erebistan û Tirkye jî hene. Lê rola Tirkyê niha ji ber mjûlbûna wî welatî bi pirsa Sûriyê û şerê Bakûrê Kurdistanê berçav nîne. Erebistan jî dibêje, bi fermî ji meydana siyasî hatiye dûrxistin û ji bilî hinek helwêstên lawaz bandoreke taybet li Iraqê nake.
Desthilata Îranê berî şerê DAIŞê veşartî bû lê bin navê şerê DAIŞê de Îranê şeriyet da bi midaxleya xwe di nav karobarên siyasî û leşkerî yên xwe. Lê çima bandora Amrîka li Iraqê berçav nîne? Amrîka çend sal in ku dev ji meydana siyasî ya Iraqê berdaye û tenê di van mehên dawiyê de vegeriyaye Irqê û dixwaze siyaseta xwe ya li Iraqê berçav re derbas bike û dixwaze vegere meydana Iraqê.
Di dema nebûna Amrîka de, hejmonî û hevdengya pêwîst di navbera aliyên siyasî bi Washingtonê çênebû ku niha hêvî bê kirin ku Amrîka bandora pêwîst dayne ser pêvajoya siyasî ya Iraqê.
Ser baweriya Îranê, rastî evay e Malikî û Sedir niha li gorî plan û bernameyên Îranê kar nakin û Muqteda Sedir û Nûrî Malikî weke masiyekî ne ku hinek caran ji destê Îranê dişemitin û ev her du kesayetî berevajî gelek grûpên şîe li gorî nexşerêka Îranê nalîzin û berewakî vê yekê hinek komên din jî hene ku pêştir guh nedidan bi Îranê, lê niha baweriyê didin û hewl didin rewşê aram bikin.
Wezareta Derve ya Îranê derbarê velvînên Erebistanê de jî dibêje, heya wê dema ku Erebistanê li Iraqê balyozê xwe destinîşan nekiribû, tu karek nedikir, lê ji wê dema ku balyozê Siûdiye hatiye diyarkirin, Erebistanê hinek livên nû li Iraqê dest pê kiriye û balyozê Siûdiye li Iraqê ewqasî çalak bûye ku bigre hebûna wî di nav pirsên herî biçûk ên Iraqê de jî heye. Ji ber vê jî nabe mirov wesa hest bike ku Erebistan weke berê li Iraqê bê liv maye, belku planên nû kişandiye û dixwaze wan cîbcî bike.
Niha rewşa Iraqê aloztir ji her demekê ye û Muqteda Sedir bo berev pêşda bireve û hesaneyeke bi ewleha syasî bo xwe çêbike , dest bi bê seroberyê kirye û nûrî malkî jî bi hemû hêza xwe hewl dide ji vê rewşê bi başî li ser qezenca xwe sûdê werbigre û cardin desthilatê bigre destê xwe.
Wisa diyar dike ku, paşerojeke zelal li benda Iraqê nîne.
Wek wezareta derveya welatên dagîrkerên siyaseta Iraqê dibêjin, tê pêşbînî kirin rewşa siyasî ya vî welatî hebû, nebû, xraptir ji ya heyî be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse