Welatê ‘Mexdûran’

Piştî vemirandina agirê şerê navxwe di sala 2000 de, têgeha Gendelî ket bazara siyasî ya başûrê Kurdistanê. Dû re bêyî ku gendeliyek bê eşkerekirin û çareseriyek ji bo belaya gendeliyê bê dîtin, gendelî bûye benîştê xweş ê li ser zimanan. Ji serokwezîr bigire heta bi karkerekî behsa gendelî û hebûna gendeliyê di tevna sîstema siyasî û civaka başûrê Kurdistanê de dikin. Tevgera Goran her bi navê gendeliyê saz bû û bi navê gendeliyê jî serê parlamentoya Iraq û Kurdistanê gêj kir. Ewqasî behsa gendeliyê hat kirin ku êdî rêyên gendeliyê jî bi xwe rastî gendeliyê hatin û hino hino xelk ji mijara gendeliyê bêzar bûn. Bi gotineke din gendelî bi xwe jî bêwate bû. Gelo kes têbînî kiriye çima êdî mîna berê behsa gendeliyê nayê kirin tevî ku gendelî ji her demeke din bêhtir bûye kelem li ser rêya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê?

Mexdûr û kesên ku neheqî jî li wan hatiye kirin ti nemaye belaya heman gendeliyê li wan bide û civaka kurdî bi barekî din felc bikin. Wek dibên dibe ku dermanê çav jî (helbet ne dermanê Avastîn, ku çavan ji bînî ve der tîne) bûye, li başûrê Kurdistanê kesek nebe xwe mexdûr û neheqî lê hatî kirin, nebîne. Ji wezîran bigire heta tu bigihe gizîran, gilî û gazin gihiştine ezmanan.

Opozisyon, Goran, Yekgirtû û Komel dibên neheqî li me hatiye kirin. PDK û YNK jî wek ne ba hatibe û ne baran ew jî xwe mexdûr dibînin. Parlamenterek çiku nekirine wezîrê nerazî û mexdûr e, bi hezaran şêwirmendên bê şêwir û rêveberên giştî ku meaşên wan wek hev in, ew jî mexdûr in. Pêşmerge û xelk jî ji hemûyan zêdetir xwe mexdûr dibînin. Bi kurtî li vî welatî kes tine xwe mexdûr nebîne.

Di vê mijara kelevajî ya gendelî û mexdûriyê de hem gendelkar xwe veşartiye û hem mexdûrê bi rastî jî winda bûye. Herwiha ev yek xwevedizîna ji berpirsyariyê ye, ku nîşana mirin û pêşnekeftina her civakekê ye. Gava parlamenterek ji rojnameyan re li gor zewqa xwe dipeyve û her bayek bê pê re diheje û di heman demê de jî hemû hikûmet û parlamentoyê rexên bike, lê xwe rexne neke û bi berpirsyariya xwe ranabe û bi ser de jî xwe mexdûr bibîne, êdî çi wateya rexne û berpirsyariyê dimîne?

Ger berpirsek bêyî ku mexdûr bibîne û bi bawerî berevaniya hikûmet û parlamentoyê neke (ku berpirsên wiha li Kurdistanê pirr kêm in), ger ew rojnamegerê ku tenê da ku nîşan bide ne ligel hikûmet û ne girêdayî desthilatê ye, behsa gendelî û mexdûriyê neke. Ger di nav lehiya mexdûrên civakê de, kesên ku neheqî li wan hatiye kirin bên destnîşankirin û ter û hişk bi agirê kesên ku mexdûr dibînin neşewitin, hingê mexdûr dîsa wateya xwe ya ji dil werdigire.

Ev axaftina min ji bo wê yekê bû ku pêşî pîrozbahiyê li televizyona Rûdawê bikim û dû re ji Rûdaw Tv re bibêjim, tika ye tenê behsa gendeliyê nekin, lê gendelî û gendelkaran di asta herî bilind a hikûmet û parlamentoyê de eşkere bikin. Tenê da ku hûn bibin dengê kesên ku neheqî li wan hatiye kirin behsa mexdûriyê nekin, lê mexdûrên di civakê de, di asta herî jêrîn a civakê de bibînin.