Mezinkirina sektora giştî li Îraqê

Hejmara giştî ya karmendên ku di nava salekê de li sektora giştî ya Îraqê hatine tayînkirin û Wezareta Darayî mûçeyên wan dide ji milyonek kesî derbas bûye. Ev hejmar, li derveyî wan kesan e ku di heman demê de li ser sîstema alîkariyên civakî hatine zêdekirin.

Dewletê di van salên dawî de ji bo ku nerazîbûnên ciwanan (ku nêzîkî sêyeka nifûsa Îraqê pêk tînin) kêm bike, dest bi tayînkirinê kiriye. Ev polîtîka sal bi sal zêde bûye.

Weke mînak, sala 2015an hejmara giştî ya karmendan 3 milyon û 27 hezar û 69 kes bû lê piştî deh salan, ev hejmar gihişte 4 milyon û 74 hezar û 697 kesan. Her wiha, li gorî lêçûnên Wezareta Darayî, tenê di sala borî de zêdetirî milyonek karmendên nû hatine zêdekirin.

Zêdebûna vê hejmarê tê wateya zêdebûna lêçûnên xebitandinê (mûçe û mesrefên rojane) û kêmbûna lêçûnên veberhênanê li Îraqê. Ji ber vê yekê, di navbera salên 2015 û 2024an de lêçûna salane ya mûçeyan 27,4 trîlyon dînar zêde bûye. Ev hejmar bêyî lêçûnên alîkariyên civakî ye ku ew jî wekî mûçe têne hesibandin. Bi vî awayî, lêçûna mûçeyan sala borî ji 60 trîlyon dînarî derbas bû.

Ev hejmar di raporên Wezareta Darayî û di yasayên budceyê de peyda dibin lê pirsên girîng ev in: Çima hejmar salekê zêde dibin û salekê kêm dibin? Ji bo kîjan sektoran zêde dibin? Eger hewcedariya Îraqê bi ew qas karmendan heye, çima dema dahata petrolê kêm dibe, hejmara karmendan jî kêm dibe? Zêdebûna lêçûnên mûçe û alîkariyên civakî dê çi bandora aborî, civakî û siyasî li ser Îraqê bike?

Em dê di vê nivîsê de li ser van mijaran rawestin û di vê beşê de balê bikişînin ser zêdebûna hejmara karmendan.

Li gorî yasaya budceya 2023-2025an, hejmara giştî ya karmendan ji bo hemû sazî, wezaret û parêzgehan 4 milyon û 74 hezar û 697 kes bû. Lêçûna mûçeyên wan di wê salê de 47,2 trîlyon dînar bû lê sala 2024an lêçûna mûçeyan digihîje 60 trîlyon dînarî. Ev tê wê wateyê ku nêzîkî 1 milyon û 107 hezar karmendên nû li ser lîsteya mûçeyên sektora giştî ya Îraqê (bêyî Herêma Kurdistanê) hatine zêdekirin.

Her çi qasî amarên sala 2025an hîn temam nebûbin jî lêçûnên şeş mehên destpêka îsal nîşan didin ku ji bo mûçe û alîkariyên civakî, dewlet mehane hewcedarî nêzîkî 7,3 trîlyon dînar (5,5 milyar dolar) e.

Xaleke din a balkêş ev e: Di şeş mehên îsal de, lêçûna mûçeyan ji 30 trîlyon dînarî derbas bûye lê berî deh salan, di dema şerê DAIŞê de, lêçûna mûçeyan a salekê bi giştî 32 trîlyon dînar bû. Eger nîvê duyem ê îsal jî wekî nîvê yekem be, ev yek piştrast dike ku li Îraqê (bêyî Herêma Kurdistanê) milyonek karmendên nû hatine tayînkirin.

Beşeke mezin a vê zêdebûna karmendan û mezinkirina saziyên giştî li Îraqê, ji bo sektorên ewlehiyê bûye. Ev di demekê de ye ku cîhan pereyên xwe ji bo hişê çêkirî û xweguncandina bi guherîna avhewayê re terxan dike.

Weke mînak, sala 2015an hejmara karmendên Wezareta Parastinê ya Îraqê 362 hezar kes bû lê sala 2023yan  gihişte zêdetirî 701 hezar kesî. Berevajî vê, sala 2015an 24 hezar karmendên Wezareta Çandiniyê hebûn lê 2023yan ev hejmar daket 19 hezar karmendan. Ev yek nîşan dide ku zêdebûna karmendan ne ji bo sektorên ku cîhan niha veberhênanê li wan dike ye, ev ji bo sektorên ewlehiyê bûye.

Diyar e li Îraqê zêdebûna hejmara karmendan ne ji bo sektorên taybet ên wekî çandinî, jîngeh û çavkaniyên avê bûye ku niha cîhan ji ber van mijaran balê dikişîne ser Îraqê. Belkî, ev zêdebûn bi taybetî ji bo saziyên ewlehiyê, di serî de wezaretên karên navxwe, parastin û Heşdî Şebî bûye.

Li gorî serjimêriya dawî ya Îraqê, hejmara kesên ku temenê wan di bin 14 saliyê de ye 16,5 milyon kes e û yên li ser vî temenî ne jî nêzîkî 29,5 milyon kes in. Li gorî amarên Wezareta Darayî, sala 2024an nêzîkî 8,8 milyon kesî alîkariya darayî ya civakî wergirtine ku her meh 250 hezar dînar bû. Ev tê wê wateyê ku li Îraqê hejmara kesên mûçe û alîkariya civakî werdigirin, digihîje nêzîkî 14 milyon kesî, ji nifûsa giştî ya 46 milyonî (tevî Herêma Kurdistanê).

Tiştê ku dîsa balkêş e di van deh salan de ev zêdebûna bi milyonan a karmendan, Herêma Kurdistanê negirtiye nav xwe. Berevajî, hejmara karmendên li Herêma Kurdistanê kêm bûye. Sala 2015an hejmara karmendan 671 hezar û 939 kes bû lê sala 2023yan ev hejmar daket 658 hezar û 189 karmendan. Dibe ku niha ji ber malnişînbûnê ev hejmar hîn kêmtir jî bûbe.

Divê em ji bîr nekin ku kêmbûn û zêdebûna van hejmaran ne girêdayî pêwîstiya bi karmendên nû ye, ev girêdayî dahata dewletê ye. Mînak, sala 2020î dema dahata petrolê pir kêm bû hejmara karmendan ji 3 milyon û 27 hezarî daket 2 milyon û 951 hezaran.

Ji aliyê dahatê ve jî şiyana dewletê ya dayîna mûçeyan bi dahata petrolê ve girêdayî ye. Ji ber ku dahatên ne-petrolî di 10 salên borî de di rewşa herî baş de jî tenê têra mûçeyên du mehan dikir. Ev nîşan dide ku dema dahata petrolê zêde be (wekî salên 2022 û 2023yan) hejmara karmendan jî zêde dibe. Dema dahat kêm be (wekî sala 2020î) hejmar jî kêm dibe.

Li Îraqê ji bilî mûçeyan lêçûneke din a mezin jî alîkariya civakî ye. Ev lêçûn di nava deh salan de ji 11 trîlyon dînarî gihiştiye 26,9 trîlyon dînarî. Li gorî raporan, her kes mehane 250 hezar dînar werdigire. Ev tê wê wateyê ku sala 2015an 3,8 milyon kesî ev alîkarî werdigirt lê sala 2024an hejmar gihiştiye 8,8 milyon kesan.

Ji bo ku Îraq karibe van lêçûnên mezin (ku tenê ji bo mûçe û alîkariyên civakî zêde bûne) fînanse bike, divê di deh salên pêşiya me de bihayê petrolê li ser 100 dolarî be û Îraq rojane 6 milyon bermîlên petrolê hinarde bike.

Bi vî awayî, hejmara kesên ku mehane pereyan ji dewletê werdigirin (çi mûçe be, çi alîkarî be), digihîje nêzîkî 15 milyon kesî. Ev hejmar dike ji sedî 51ê wan kesên ku temenê wan di navbera 15 û 64 salî de ye.

Di dawiyê de dibe ku dahata petrolê niha karibe vê hejmara mezin a karmendan fînanse bike û kêmasiyên birêvebiriyeke ku pişta xwe bi sektora giştî girêdaye veşêre lê guherîneke biçûk di bihayê petrolê de dê rûyê rast ê vê rewşê û barê giran ê lêçûnan derxe holê.

Di beşa bê de em dê li ser zêdebûna newekheviyê li Îraqê û çawaniya belavbûna pereyên petrolê ya di van deh salên borî de rawestin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)