Kongreya PDKê wê ji bo jinan kongreyeke cuda be û wê jin li gor kongreya borî xwedî pêgeheke xurttir bin. Tecrûbeya anîna pêş a jinan di postên bilind ên hikûmî de hat cîbicîkirin, vê carê dê PDKê vê yekê di nav serkirdatiya xwe de cîbicî bike.
Cenabê Serok Barzanî bi hûrbînî û diqet demeke xwe ya zêde ya dema borî ji bo amadekariyên vê kongreyê terxan kir û em hemû li jêr fermanên cenabê wî geşbîn in ku dê ev kongre cureyî û bi dilê cemawerê PDKê be.
Pêwîstiya me bi guhertin, xwenûkirin û amadesaziyê heye ji bo wan astengiyên nû ku li pêşner miletê me ne.
Cudahiya kongreya PDKê ew e ku hemî alî lê dinêrin û bendewar in ku siyaseta PDKê bibînin ji bo reftara li hember mijarên niştimanî, navxweyî û navdewletî.
Di vê kongreyê de wê her mijarek bi berfirehî, hûrbînî û aşkereyî were nîqaşkirin.
Wekhevî û dadmendiya dîrokî ya Barzan ji bo hemû serdeman guncav e û heger em ji ser vê rêçê derkevin cemawerê PDKê ji me qebûl nake. Lewra heger derketinek ji wan hîmên ku rêbaza Barzanî li ser wan ava bûye hebûbe, divê di vê kongreyê de bê çareserkirin û ev daxwaza dilê serok ji bo paşeroja PDKê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse