Di nav DAIŞê de, Tirk zêde ne an Kurd?

01-12-2014
Turan Aktaş
A+ A-

Van çend mehên dawîn,  bi hezaran misilman ji çar aliyên dinyayê hatin û çûn ketin nav refên DAIŞê ji bo ‘cîhadê’. Yên ji Amerîka û Ewropayê çûn zêdetir bala me kişandin ser xwe, lê herî zêde ji Cezayir, Fas, Tûnis, Erebistana Siûdî û Tirkîyê çûn nav rêxistinê. Ji Tirkiyê ref bi ref beşdarbûna wan nemaze balkêş e û hêjayê vê nivîsarê ye. Ji ber ku hejmareke bilind e û nîvê wan jî bi eslê xwe kurd in. Gelo sebeb çî ye?


Herikîna welatiyên Tirkiyê ber bi refên DAIŞê balkêş e lewra heta niha ji vî welatî ti carî ev qas kes beşdarî kom û rêxistinên cîhadîst (wekî El Qaîde) nebûne. Digel ku pêşketina DAIŞê li Iraq û Sûriyê hişt ku gellek tişt bêne serê welatiyan li vî welatê cîran. Di meha Cotmehê de, dema DAIŞê bi ser bajarê kurdan yê Sûriyê –Kobanî- de girt, kurdên Tirkiyê bi girseyî daketin kolanan û aciziya xwe nîşan dan li hember sîyaseta Enqerê ya xemsar. Ev serhildan bi kuştina 50 kesî bidawî bû. Dibistan û bank û navendên tenduristiyê û mektebên birêvebirinê jî tê de, ji hezarî zêdetir avahî rûxiyan û wêran bûn. Li herêmên kurdnişîn ziyaneke mezin gihîşt aramiyê, di aliyê aboriyê de jî zirar gihîşt xelkê.


Axirê, îmaja Tirkiyê jî derbeke mezin xwar ku wek welatekî nimûne dihat dîtin bi rengê xwe yê ‘demokrat-misilman’.


Rabirdûya hilbijartinan li Tirkiyê heya sala 1950î dirêj dibe û ev heyam jî dirêjtir e ji hemû welatên misilman ên cîhanê. Tirkiye ji 2002an û vir de jî bi destê partiyeke ‘nerm-îslamîst’ tê  birêvebirin. Daxwaz û bendewariya hinek aliyan ew bû ku Tirkiye bi van taybetmendiyên xwe bibe modêlekê jî cîranên xwe re û rê li ber tundrewiyê bigire. Wan digot qey dema îslamparêz bibin şirîkê desthilatiyê, radîkalîzm wê bihele û nemîne.. Ji ber wê yekê pişt dan AK Partiyê û ew anîn ta vê rojê.


Lê vê desthilatiyê bi xwe re hin encamên nederpêşkirî anîn. Yek ji van ewe ku AK Partiyê ji bo ku dilê alîgirên xwe xweş bike û civakeke dîndar pêk bîne, rê li saziyên civakî û sîyasî yên îslamîst vekir. Bi zêdebûna hejmar û bizavên van sazîyên sivîl, pêşiya radîkalîzmê jî vebû. Vê yeke jî hişt ku ew sazî biperesin, biguherin û berê xwe bidin radîkalîzmê.

Van salên dawîn, dam û dezgehên îslamî yên fermî û nefermî zêde bûne. Hin lêkolînên civakî nîşan didin ku aliyên cîhadîst ji vê atmofsera guncan sûd werdigirin. Mizgeft û pirtûkxane ji xwe re kirine baregeh û navendên komele û perwerdekirina milîtanan. Di meha Remezanê de, hin sempatîzanên DAIŞê, bi rengekî eşkere, fitarê didin û organîzasyonên nimêja terawîhê dikin û ji xwe re alîgirên nû peyda dikin.



Em niha jî bala xwe bidin ser encamên van tiştên ku me li jorê behs kirî. Encam bi lêkolîna du mamosteyên tirk ên zankoyên Loyola û Kansas State-ê bûye raport bi sernavê “Why Turkish Citizens are Joining ISIS” û di kovara Foreign Affairs de hatiye belavkirin ku li cîhanê kovareke bi navûdeng e.

Lêkolîna wan dibêje, nêzîkê hezar welatiyên Tirkiyê beşdarî DAIŞê bûne û bi sedan kes jî çûne nava Cephet el-Nusra ku baskê El Qaîde yê li Sûriyê ye.


Her du mamoste ketine pey şopa wan endamên DAIŞê da ku wan ji nêzîk ve nas bikin; ka kî ne û bo çi bûne milîtan. Dû re gihîştine agahiyên 112 kesan û daneyên wan ên taybet.


“31 ji van 112 kesan, zewicî ne û gellek ji wan xwedî zarok in. Balkêştirîn agahî li gorî min ew e ku 51ê wan kurd in. (Yanî hema hema nîvê wan welatiyên ku ji Tirkiyê diçin nav DAIŞê, kurd in!) 34 jê tirk û ji xelkên din ên Tirkiyê ne û 27 kes jî nayê zanîn ka kî ne, ji aliyê nijadî ve…


Beşdar hemû mêr in. Di nav wan de parêzer, bazirgan, esnaf, xwendekar û karmendên dewletê jî hene. Pirrî wan xwendî ne û temenê wan derdora 27 sal e. (
ji temenê nîvekî yê şervanên kurd mezintir e)


Nêzîkê sêyekê milîtanan (30 kes) berê di şerên Bosna, Çeçenîstan, Efxanistan û Iraqê de şervan bûne.”

Li Tirkiyê, Îslam ji selefîtîyê pir cuda ye. Aliyên îslamî gotinên nerm û pragmatîk dikin ji bo di qada siyasetê de jî cihê xwe fireh bikin. Xwe rojavahez û nêzîkî laîsîzmê dibînin û nîşan didin.


Ew kesên ku li pey nimûneya nerm-îslamîzmê bûn jî, xurtbûna AK Partî û hereketa Gulen  nîşan didan wek mînaka lihevkirina oldarî û demokrasî û sekulerîzmê. Lê diyar e ku ew jî şiyar bûn û êdî ti hêviya wan nemaye ji vê yekê û ji AK Partiyê.


Dibe ku ew kes ji vir û şûn de vê heviyê li kurdan bikin. Ev tiştekî ne xirab e bo kurdan. Lê divê pêşî em vegerin pirsa serî û ji xwe bipirsin: Sedem çî ye ku kurd tevlî DAIŞê dibin bi hejmareke ji tirkan zêdetir? Ev tundrewî çawa rê vedike ku kurd biçe û birayê xwe bikuje li ser navê Îslamê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst