Mîrata bavê min: Têkoşîna man û nemanê

Bavê min di salên 1930yî de ji dayîk bû. Ew cihê ku ew lê ji dayîk bûye ji bo min wekî dawiya cîhanê bû. Dîsa jî ew der bi hêzên ku sedsala bîstan ava kiribûn re gelekî girêdayî bû.

Jiyana wî ne di nava aramiyê de, di nava wêraniyê de dest pê kir. Rûxîna Împaratoriya Osmaniyan tenê sînor neguherandin, di heman demê de jiyan perçe kirin û civak belav kirin.

Bavî wî piştî wêrankirina eşîra xwe reviya û demekê kurt pişt re ji ber kerb û êşan mir. Wê demê bavê min du salî bû.

Tiştê ku li pey wan ma ne berdewamiya jiyanê bû. Perçebûnek bû, hilweşîneke bêdeng bû ku malbatan hevdu winda dikir, wekî ku ziman bi xwe têk çûbe.

Jiyaneke di nava metirsiyê de

Çîroka wî ji dîroka derdora wê nayê veqetandin. Ew bîranîna gelekî hildigire ku gelek caran hatiye sirgûnkirin heta ku cihêbûn bûye şertê jiyanê.

Ji bo man û nemanê pêwîstî bi bêdengî û berxwedanê hebû. Digel vê yekê jî li pişt vê berxwedanê tiştekî bingehîn ma: Hestê rûmetê ku bi hêsanî nedihate standin.

Di vê rewşê de welat êdî ne cihekî aram bû. Bû sozeke nediyar ku her tim di bin metirsiyê de ye.

Ew di cîhanekê de mezin bû ku tundî ne tiştekî xerîb bû lê her tim îhtimalek bû. Wisa xuya dikir ku gund di bin alozî û tengezariyeke bêdeng de ye. Qal nedihate kirin lê tirs her hebû û ketibû nava jiyana rojane.

Zarokatiyê ew neparastin, ew zû xistin nava zehmetiyan. Di 10 saliya xwe de dest bi karkirinê kir, ne ji ber ku erkek bû, ji ber ku çareyek din tune bû.

Dayîkeke nexweş, bavekî zir ê kor û birayekî biçûk: Ev ne ew rewş bûn ku mirov li ser wan bifikire, ev rastiyên jiyanê bûn. Berpirsyarî ne fikreke razber bû, barekî fîzîkî bû.

Gundê Gelhokê û nasnameya Êzidîtiyê

Gundê me Gelhokê, ji dûr ve gelekî xweş xuya dikir. Xaniyên wê yên bi rengê axê li ser girekî kesk bûn. Derdora gund bi zeviyên nîsk û genim, kulîlkên kovî û ava hêdî ve hatibû pêçan.

Wekî zarokekî ev dîmen ji bo min bedewiyek bû. Ji bo mezinan ew ne cihê aîdbûnê lê cihê berxwedanê bû. Azadî û sînordarî bi hev re bûn û jiyanek wisa ava kiribûn ku him fireh him jî teng bû.

Jiyana rojane bi kar û ducarebûnê ve girêdayî bû. Kareba tune bû, rêyên qîrkirî tune bûn. Ji bilî radeya westiyanê, tiştekî din tune bû ku rojekê ji roja din cuda bike.

Êvaran ji bêhnvedanê zêdetir bêdengî dihat. Kêm diaxivîn û gelek caran axaftin ji ber westiyanê dihate birîn. Di bin vê rûtînê de, her tim hestê lawaziyê hebû. Wekî Êzidiyan, wan dizanîbû ku cudahiya wan bi tenê dikare wan bixe nav metirsiyê.

Dê û bavê min: Du nêrînên cuda

Bavê min rêyeke parastina tiştan dîtibû. Rêkûpêkî ji bo wî ne tercîhek bû, pêwîstiyek bû. Tundiya wî ne ji dûrbûnê dihat. Ew ditirsiya ku bêyî pergalekê her tişt têk biçe.

Bêyî ku zimanekî wî hebe ku bikaribe jiyana xwe ya hundirîn bîne zimên wî berpirsyarî hildigirt. Di hêza wî de ti nermiyeke dîtbar tune bû, belkî ji ber ku nermî ti carî jê re nehatibû dayîn.

Girêdana wî ya bi dayîka wî û baweriya wî re ji wî re dibû bingeh. Dîsa jî xemgîniyeke berdewam di nav wî de hebû ku nedihate vegotin. Pêşeroj neçûbû. Pêşeroj di hundirê wî de zindî ma û bi rengekî bêdeng bandor li jiyana wî kir.

Berevajî wî, dayîka min di heman hawîrdorê de bi hişmendiyeke cuda tevdigeriya. Xwendin û nivîsandina wê, ew cuda dikir. Dema ku xelkê hewcedarî bi rêberî an jî zelaliyekê hebû, diçûn cem wê.

Ew jî di nava heman sînoran de dijiya lê wan sînoran ew pênase nedikir. Di tevgerên wê de otonomiyeke bêdeng hebû. Wê red dikir ku bi temamî teslîmî şert û mercan bibe.

Têkiliya di navbera dê û bavê min de ne wekî çîrokeke evînê ya asayî bû. Hêdî hêdî çêbû û bi berpirsyariyên hevpar ve hat guhertin.

Wan dizanîbû ku ji bo jiyanê divê bi hev re bixebitin. Têkiliya wan ne diyarker bû lê aram û pêbawer bû. Ji hestiyan zêdetir xwe dispart berxwedana hevpar.

Siya Îbrahîm Paşayê Milî û pêşeroja giran

Lê pêşeroj her tim zindî bû. Çîrokên malbatê gelek caran dihatin vegotin. Ne wekî dîrokeke dûr, wekî tiştekî neçareserkirî bûn. Navê Îbrahîm Paşayê Milî xwedî giraniyek taybet bû.

Eşîra bavê min û kalikê min, ji bo guhertina rewşa xwe, li dijî Împaratoriya Osmaniyan bi wî re bûn yek. Lê belê ew berxwedan nebû sedema rizgariyê. Di encamê de windahiyên mezin çêbûn.

Erd hatin desteserkirin. Malbat ji hev hatin veqetandin. Jiyan hatin rûxandin. Tiştê ku li pey ma ne dawiyek bû.

Kêmasiyek bû ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibû. Ev dîrok di nav tevgeran, bêdengiyê û di navberên peyvan de ma. Bavê min ew wekî parçeyekî xwe hildigirt.

Çîrokên li ber agirê êvarê

Tundiya pêşerojê bi awayên veşartî li holê bû. Di biryarên baldar û di dudiliyan de xuya dibû. Wan dizanîbû ku ewlehî qet ne garantî ye. Dema ku dihate qalkirin, hewa diguherî. Wekî ku giraniya tiştên qewimî hîn jî dihate hîskirin.

Bavê min qal dikir bê çawa zilm li wan hatiye kirin. Wî qala zehmetiya jiyana bihevrejiyanê û aloziya aîdbûnê dikir. Wî gelek caran digot ku mirov bi hev ve girêdayî ne û tevî cudahiyan jî bi hev re ne. Dîsa jî ji ber aloziyên di nav civaka xwe ya çandî û zimanî de gelekî dilteng dibû.

Li gel van bîranînan, formên din ên çîrokan jî hebûn. Êvaran li ber agir, çîrokên ronahiyê, milyaketan û rîtmên pîroz deriyekî nû vedikir.

Roj, ji hebûneke fîzîkî zêdetir dihate fêhmkirin. Erd wekî tiştekî zindî ku bêhna xwe vedide û xwe nû dike dihate dîtin. Van çîrokan tirs ji holê ranedikirin. Lê wan rêyeke din a têkiliya bi cîhanê re nîşan didan û nîşan didan ku li pişt êşan jî jiyan didome.

Rêwîtiya Almanyayê: Deriyek ber bi paşerojê ve

Biryara çûyîna dayîka min a ji bo Almanyayê bû xaleke werçerxanê. Ew bi tenê çû û kete cîhaneke ku bi her awayî ji wê re xerîb bû. Ji bo bavê min qebûlkirina vê gavê cesaretek dixwest ku bi hêsanî nedihate vegotin. Razîbûna wî encamên xwe anîn. Ceza û zextên ku paşê hatin, aloziya di navbera biryara takekesî û hêviyên civakî de nîşan didan.

Dema ku ew jî çû pey wê, em li pey man. Wekî zarok em ji dê û bavên xwe û ji berdewamiya jiyanê qut bûn. Bîranînên min di vê xalê de dest pê dikin û diguherin. Êdî kêmtir rêkûpêk û ji nişka ve ne.

Wexta çûyînê ne wekî zincîreyek rûdanan, wekî wêneyekî tê bîra min. Sîluetên wan dûr diketin û di nav dûrahiyê de wenda dibûn. Tê bîra min ku ez bezîm, min gazî wan kir û min hewl da ku ez bi tiştekî ve bigirim ku nedihat girtin. Ew li paş xwe nezivirîn. Windabûna wan şikestineke wisa bû ku wê demê fêhmkirina wê zehmet bû.

Bi tenê paşê mimkin bû ku ew kêlî bi awayekî din were şîrovekirin. Çûyîna wan ne terkkirinek bû, ew hewldanek bû ji bo avakirina paşerojekê. Ji bo ku rojekê vegerin, ji nû ve ava bikin û me bibin jiyaneke din çûn. Ji bo wan ev hêvî bû lê ji bo min wekî windahiyekê ma.

Jiyana li xerîbiyê û girîngiya perwerdeyê

Li Almanyayê jiyana wan bi kar û xebatê hat pênasekirin. Wan di bin şert û mercên ku xebateke berdewam dixwest de tiştekî nû ava kir. Bavê min berpirsyariya xwe domand lê wî fersendeke din jî ji me re afirand.

Wî israr kir ku em perwerde bibin. Perwerde ji bo wî ne tenê qîmetek bû. Rêyeke parastina rûmetê û avakirina otonomiyê bû. Teşwîqkirina wî ya ji bo xwendin, fêrbûn û fikirandinê, guherînek bû ku ji jiyana wî jî wêdetir çû.

Serbilindiya wî bêdeng bû. Ew serbilindî di axaftinên wî yên li ser me de diyar dibû. Wekî ku bipêşketina me piştrast dikir ku pêşeroj ne diyarkerê her tiştî ye. Di helwesta wî de baweriyek hebû. Wî dizanîbû ku guhertin pêkan e, tevî ku ev yek berxwedanê bixwaze jî.

Şopa ku ji nifşekî derbasî nifşekî dibe

Niha wekî bavekî ez dibînim ku ev dînamîk çawa didomin. Zarokên min ne tenê wekî kalikekî, wekî çavkaniya reseniyê û bingeheke aramiyê lê dinêrin. Di vê wateyê de hizra welat, êdî ne erdnîgariyek e. Welat ew tişt e ku ji nifşekî derbasî nifşekî dibe.

Dîroka berfireh a li pişt jiyana wî, tiştên ku ji civakekê wêdetir in nîşan dide. Windabûn, koçberî û bêdengî ne diyardeyên îzolekirî ne. Trawma ne tenê di bîranînê de dimîne. Ew bi tiştên ku nayên gotin û bi qalibên ku bêyî zanabûn berdewam dikin re dijî.

Di kariyera xwe ya pîşeyî de ez rastî gelek çîrokên wiha hatime. Ez her tim parçeyekî bavê xwe di nav wan de dibînim: Berxwedanek ku li dijî axaftinê disekine, hêza berdewamkirina jiyanê ya piştî perçebûnê û kûrbûneke bêdeng ku naxwaze bala kesî bikişîne.

Wêneyê wî yê ku di hişê min de maye ne yekî dramatîk e, ew hebûneke berdewam û bêdeng e. Di nav wî de taybetmendiyek hebû ku wekî ronahiyeke hundirîn dikare were pênasekirin. Ew ne tiştek bû ku dixwest were dîtin, ew hêzeke xweragir bû.

Vê hebûnê jiyana wî ava kir û ew hîn jî şekil dide jiyana li pey wî.

Dema ku ew mir, çûyîna wî hema bêje nedihat fêhmkirin. Wekî ku ew tengezariya ku jiyana wî pênase dikir hêdî hêdî ji holê rabûbe. Tiştê ku li pey ma, jiyanek bû ku bi zehmetiyan dagirtî bû lê di heman demê de ew jiyaneke xwedî îrade bû ku ji bo qebûlkirinê li benda ti kesî nesekiniya.

Ew ne kesekî wisa bû ku bi gotinên mezin biaxive. Dîsa jî tevî her tiştî li ber xwe da û paşve gav neavêt. Mirov dikare vê yekê wekî evînekê bibîne ku hewce nake tu wê bînî zimên.

Tiştên ku wî li pey xwe hiştine tenê ne bîranîn in. Di kiryarên me de, di naskirina xwe de û di têkiliyên me yên bi kesên din re dijîn. Di zarokên me, di biryarên me û di berdewamiya bêdeng a hinek qîmetan de heye.

Jiyana bi vê mîratê re, ne ducarekirina wê ye, veguhastina wê ye ji bo asteke din. Ev yek tê wê wateyê ku mirov him kêmasiyên wê qebûl bike û him jî hêza wê bibîne.

Eger cihek li derveyî vê jiyanê hebe, mirov dikare wî li wir xeyal bike. Li wê derê êdî bi barê ku hildigirt nayê pênasekirin, belkî ew gihîştiye wê hêza bêdeng ku tevahiya jiyanê pê re bû.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)