Di navebera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Mizgîn Hesen *
Kenala Rûdawê di 29.04.2026’an de hin pirs der barê zimanê Kurdî de pêşkêşî Ehmed Hîlalî[1] kiribûn. Pirsên ku hatibûn pêşkêşkirin jî der barê sektora perwerdeyê; zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bûn.
Li gorî Hîlalî, sektora perwerdeyê li parêzgeha Hesekê baş bi rê ve diçe û piştî entegresyon biqede, dê tenê minhacê neteweyî yê xwendinê yê Sûriyeyê bê xwendin. Hîlalî da zanîn ku ji bo xwendina bi zimanê Kurdî, du pêşniyaz hene, ew jî ev in:
- Zimanê Kurdî bibe zimanekî bijare di hefteyê de du saetan were hînkirin.
- Minhacê neteweyî yê ku were amadekirin, ji bo xwendekarên Kurd were wergerandin.
Her wiha Hîlal nêrîna xwe jî lê zêde kiribû û wiha gotibû: Pêşniyaza ku hefteyê du saetên zimanê Kurdî hebin, erênî ye û tu neyîniyên vê pêşniyazî nînin lê pêşniyaza duyem minhacê neteweyî were wergerandin, neyînî ye ji ber ku li gor dîtina wî dê di siberojê de zarokên bi Kurdî hîn bibin zehmetiyan di peydakirina kar de bibînin û dê perwerdeya bi zimanê Kurdî bi kêrî siberoja pîşeyî neyê.
Her wiha Hîlalî da zanîn ku ev her du pêşniyaz ji bo Emîndariya Giştî ya Serokkomariya Sûriyeyê hatine şandin, ew niha dixwînin û paşê bersiv tê.
Serokê Hikumeta Demkî yê Sûriyeyê di mersûma 13an de bi taybet di madeya 1, 2 û 3yan de amaje bi pirrengiya Sûriyeyê kir, Kurd wekî gelek ji gelên resen ên Sûriyeyê hesiband û zimanê Kurdî wekî zimanekî niştîmanî nas kir.
Her wiha di rêketina 29ê Kanûna Paşîn de herêmên Kurdan xwedî taybetmendiyine xweser in lê daxuyaniya Hîlalî ya der barê zimanê Kurdî û nêrînên wî yên der barê perwerdeya bi zimanê Kurdî de pir li hev nayên. Berî demekê, Îlham Ehmedê[2] di hevpeyvîneke televîzyonê ya li ser kenala El-Erebî de di bernameyê "Lilhedîsî Sîle" de diyar kir ku Ebdilhelîm Xedam[3], heman pêşniyaz; heftayê du saetan zimanê Kurdî li herêmên Kurdnişîn were hînkirin, nehatiye pejirandin û ev xal bi serê xwe bû sedemek ji sedemên lihevnekirina bi rejîma Baasê re. Li vir pirsek derdikeve, çawa piştî ku Kurdan bi piştgiriya Hevpeymana Navdewletî DAÎŞ şikand, rejîm ji herêmên xwe derxist, minhacê dewletê yê ku tenê rengek û zimanek dipejirand betal kir û li şûna wê minhacek amade kir, jinûve li heman xalê vegere? Pêşniyaza duyê ya ku Hîlalî anî pêş ku li gor wî ew pêşniyaz siberojeke pîşeyî misoger nake, dikare bi awayekî din were serederîkirin û dewlet bi xwe destekê bide ku hem zimanê Kurdî bi pêş ve bibe û hem jî paşereojeke pîşeyî peyda bike.
Me di gotareke berî niha de bal kişandibû ku divê zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanê fermî û di hemû saziyên seroktiyê, navend û daîreyên giştî de were bikaranîn û bibe zimanê perwerdeyê. Tê zanîn ku Kurd li temamê Sûriyeyê hene lê bi piranî li sê parêzgehan, ew jî Şam, Heleb û Hesekê ne bi cih dibin.
Heke bi sedhezaran zarokên Kurdan bi zimanê xwe werin perwerdekirin, derçûyiyên zanîngehên Kurdî di gerînende, navend, sazî û ofîsên giştî de bi cih bibin, gelo hîn dê siberoja Kurdên ku bi Kurdî dixwînin, di metirsiyê de be? Ne pêkan e ku piştî gelê Sûriyeyê rastî ew qasî zilm û zordariyê ji hêla Partiya Baasê û DAIŞê ve hat, careke din heman êşê bijî û bikeve şerê parastina hebûnê.
Gelê Kurd beşeke resen ê Sûriyeyê ye û ji mafê wî ye ku mîna Ereban bi zimanê xwe hîn bibe û bide hînkirin. Dema ku Rûsya li Sûriyeyê bû tevî ku Rûs li Sûriyeyê tunebûn jî û destê wê di kuştina bi hezaran Sûriyeyî de hebû jî di hefteyê de du saetan zimanê Rûsî li berava Sûriyeyê dihat dan.
Lê Kurdan şerê DAIŞ û rejîmê kir, êşa nijadperestî, zimanperestî û çandperestiyê kişand, ma bila careke din ji bo heman mijarê têbikoşe. Kurd ne dagirker û ne jî mêvanên Sûriyeyê ne, ew gelê resen ê Sûriyeyê ne.
Gelek welatên pirziman û pirneteweye hene ku bi hev re gihîştine rêyeke çareseriyê bêyî ku hev tune bikin an jî bazara kar û siberoja pîşeyî li hemberî hev bi kar bînin, hin nimûne:
- Sîngapora nebû navendeke aborî ya cîhanê bi ferzkirina zimanekî lê bi fermîkirina çar zimanan, ew jî ev in: Îngilîzî, Milayewî, Çîniya mandarîn û Tamîlî tevî ferzkirina du zimanan ku her ziman ên hînkirinê ne. Dewlet bi xwe piştgiriyê dide ragihandin, birêvebirî û kar û barên îdarî bi her çar zimanan.
- Qanûna zimanan li Kanadayê ji sedî 40 di karên xizmetguzariyê de her kesî neçar dike ku bi her du zimanan; Îngilîzî û Fransî bixebite. Di piraniya saziyên dewletê de, her kes neçare her du zimanan bizane.
- Fîlanda danpêdanê bi zimanê Swêdî dike tevî ku Swêdî li Fînlandayê ji sedî 5 ji pêkhateya wir in. Dewlet sîstema xwendinê ji baxçeyên zarokan heta bi zanîngehan digire ser xwe û budceya wê dide.
Kurmancî, ne zimanekî wiha ye ku nehatiye bikaranîn, ev 14 sal in ku li Rojava û Sûriyeyê tê bikaranîn, bûye zimanê hînkirinê, heta astekê ketiye bazara kar û gel pê kar dike. Her wiha kurmancî li Tirkiyeyê di zanîngehên mîna Artuklu, Dîcle û Wanê de wekî yek ji zimanên zindî tê hesibandin û bi sedan tezên mastir û doktorayê li wan zanîngehan bi vî zimanî hatine encamdan.
Li Fransayê li Zanîngeha Înalkoyê Kurdî dihat û tê hînkirin. Li Sovyeta berê minhacekî dibistanan bi Kurdî hatibû amadekirin û dihat hînkirin, li Başûrê Kurdistanê Kurdî (Soranî-Behdînî) zimanê perwerdeyê ye.
Li Amerîkayê jî ji sala 1992’yan ve dewletê bi rêya saziya Dengê Amerîkayê piştgirî dida Kurdî û budceyeke taybet jê re vediqetand. Heke dewletên hêzdar û biyanî dikarî bi rêya sîstemekê zimanê Kurdî biparêze û bi pêş ve bibe, çima hikumeta demkî ya Sûriyeyê nikare mafê perwerdeya zimanê dayikê ji gelê Sûriye yê resen re fermî bike û daxe destûrê?
Dema ku Ehmed El-Şeri xwe wekî Serokê Hikumeta Demkî da naskirin û Esed Şeybanî wekî Wezîrê Karên Devre yê Sûriyeyê hat ragihandin, Şeybanî got ku ew hêvî dikin ku Sûriyeyê bikin mîna Sengaporayê. Bikarana modela Sengaporayê wekî îdîayeke siyasî têrê nake, divê ev nêrîn di pratîkê de bi pejirandina pirrengiya ziman were nîşandan.
Heke Hikumeta Demkî di avakirina dewleteke nûjen de ji dil be, divê bizane ku yekîtiya neteweyeyî û bipêşveçûna rastîn ne bi asîmîlasyonê lê bi entegresyoneke demoqratîk a Kurdan û di asta yekê de naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî pêk tê.
Bi milyonan Kurd bi vî zimanî diaxifin û bi sedhezaran pê dinivîsin û navgîna wan a wergirtina zanistê ye. Divê zimanê Kurdî bi koka xwe ya resen, bi dewlemendiya xwe ya çandî û ferhengî û bi bikaranîna xwe ya berfireh a di qadên akademîk, dîplomasî, siyasî, hikûmî û îdarî bibe zimanê fermî û bibe sitûneke bingehîn di avakirina Sûriyeya nû de.
Sînordarkirina zimanê Kurdî ne tenê siberoja bi hezaran Kurd dixe metirsiyê, lê ewê bingehê civakî û ewlekariya Sûriyeyê lawaz û sist bike. Sûriyeya nû wê bi naskirina zimanê Kurdî wekî zimanê fermî yê Sûriyeyê misoger bibe.
*Mamostaya Kurdî ya Zanîngeha Rojava
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
[1] Berdevkê tîma serokatîya Sûrîyeyê ku ji bo cîbicîkirina bendên Rêkeftina 29'ê Çileyê hatiye erkdarkirin.
[2] Seroka Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser
[3] Cîgirê serokê Sûrîyeyê bû (1984-2005)