Çîroka Helîm Yûsif a herî dirêj
Pirtûka çîrokan a Mirî Ranazin a nivîskarê kurd Helîm Yûsif cara yekem di sala1996an de ji aliyê Weşanxaneya Avesta li Stembolê hat çapkirin. Pirtûk ji du beşan pêk tê: Beşê yekem bi navê (Mirî Xweşik in) û beşê duyem (Mirî Ranazin) e, çîroka herî dirêj jî ku ji tekane bêjeyekê (gotinekê) pêk tê û di beşê duyem ê pirtûkê de cih digire.
Bi baweriya gellek kesan, aborîkarî yan bikaranîna miqate û aborî ya peyvan di hemû janreyên edebiyatê de wek helbest, çîrok û romanê karekî di cihê xwe de ye û nîşanek e li ser zîrekî û hostetiya nivîskar. Lê Helîm Yûsif ne tenê ev şêwe di vê çîroka xwe ya (herî dirêj de) bikar aniye, belê gihîştiye astekê ku kariye bi rêya yek peyva ku ji du kîteyan pêk tê çîrokekê pêk bîne. Ev peyva ku ez behs dikim jî peyva (Pere) ye ku nivîskar wê wek çîroka xwe ya herî dirêj wesf dike.
Demek di ser mirovahiyê re derbas bû ku Pere yan dirav hîn nehatibûn afirandin û nebûbûn damarê aborî û jiyana mirovan. Berê, di warê bazirganî û aboriyê de mirovan berhemek li hember berhemeke din bi hev diguhert. Lê belê demek bi ser mirovan de tê ku dibînin pêwist e berhemeke taybet hebe ku bikaribe bi hemû berhemên din re bê pevguhertin û wiha Pere û dirav hatin çêkirin.
Bi derbasbûna demê û herikîna zemên re, cîhan ber bi modernîzm û sermayedariyê çû ku çîroka Helîm jî girêdayî vê qonaxê bi xwe ye. Di vê qonaxê de, hino hino mirovan xwe mîna dîl an koleyên Pere û diravan dît. Çimkî sîstema ku derket holê aborî yan Pere ji xwe re wek bingeh girt û her tişt bû ji pereyan heta bi pereyan.
Li ser gerdûna mezin û berfireh a Xwedê tiştekî ku bêyî pereyan bê bidestxistin nema. Pere bûn destpêk û Pere bûn dawiya hemû çîrokan. Roj bi roj jî li seranserê dinyayê Pere bûn çavkaniya hêz, serdestî û desthilatdariyê. Sazûman jî bû sazûmana Pere û diravan û kesê bi Pere bû kesê bihêz û serdest. Kesê yan aliyê bê Pere jî bû aliyê hejar û bêhêz.
Li gorî ku di pirtûka pîroz a Mesîhiyan (Mizgînî – Încîl)ê de hatiye gotin, dema Îsa Pêxember dibîne ku xelk tên ku Xwedayê xwe ji bîr bikin û didin dû komkirina pereyan û ji wan hez dikin û dikarin hevdu li ser wan bikujin yanî dibin evd û koleyên pereyan, hişyariyê dide miletê xwe û rasterast ji wan re dibêje: “Hûn nikarin du Xwedayan biperêsin: Xweda û Pere!” Çimkî peristina pereyan dikare mirov kor bike û bihêle ku mirov li şûna Xweda, pereyan bi xwe biperêse û ji wan re here sicûdê û li çok bibe!
Diyar e ku di edebiyata ola Mesîhî de Pere wek hîm û bingehê şer û xirabiyê tên wesfkirin, wek mînak di “Nameya Yekemîn a Pawlosê Tersûsî bo Timothy de, wiha tê gotin: “Hezkirina pereyan koka hemû xirabiyan e. Eger miletek pereyan ji xwe re bike armanc dê rêya îman û baweriyê winda bike û tûşî gellek derd û azaran bê.” Di herdu Incîlên Markos û Matte de jî, wiha tê gotin: “Derbasbûna devehekî ji kuna derziyê hêsantir e ku dewlemendek derbasî mîrnişîniya Xweda bibe.”
Herwiha di Pirtûka Pîroz de gellek pend û ayet li ser pereyan hene ku hemû jî bi nerîneke negatîf li pereyan dinerin, wek: “Xwe newestîne daku tu zengîn bibî”, “Bibihîzin birayên min yên hêja: Mane Xwedê feqîrên vê dinyayê wek zengînên îmanê û mîratgirên mîrnişîniya xwe hilbijartine”, “Kesê ku tinaziyê bi feqîrekî bike, afirînerê wî eybdar dike”, “Qewîtiyê li zengînan bike ku bi ser xwe ve neçin û karên baş bikin û bila di karên qenciyê de jî zengîn bin”, “Zîv û zêrê wan nikare wan di roja xezeba Xwedê de xilas bike.”
Ji bilî ola Mesîhî, di edebiyata ola Îslamê de jî û nemaze di Qur`ana Pîroz de, mijara pereyan hatiye behskirin. Helbet Quranê û Îslamê jî Pere û dirav rexne kirine, lê belê ne bi qasî ola Mesîhî û rê bêhtir li ber karê aborî û bazirganî vekiriye û wek karekî rewa û hêja dîtiye, lê belê ku li gorî prensîbên Îslamê û şerîeta Xweda bin û divê diravên bidestxistî di xizmeta karên çê û li ser rêya Xwedê bên xerckirin. Ango di Îslamê de bidestxistina pereyan a helal û ya heram heye, ya helal wek çandinî, bazirganî û pîşesaziyê û xwedîkirina dewar û heywanan. A heram jî wek qumar, selefdarî û selefxwarî.
Di Qur`anê de bi vê wateyê tê gotin ku: “Kesên ku pereyên sêwiyan bi zordarî dixwin, di rastiyê de di zikên xwe de agir dixwin.” Herwiha tê gotin: “Pere û zarok xweşiya vê dinyayê ne.” Bêguman ev nayê wateya ku Îslam hezkirina pereyan erênî dibîne, çimkî li gorî fîlosofî û dîtina Îslamê herdem buhişt li şûna dinyayê û xweşiyên wê yên demkî tê pêşniyarkirin.
Têmaya pereyan di wêje û edebiyata miletên din yên dinyayê de jî reng daye. Di gellek berhemên edebî yên cîhanî de, nexasim di romanên romannivîsên navdar de, Pere yan mijarên girêdayî aborî û dirav û hilberînê dibin yek ji têmayên sereke yên wan berheman. Wek mînak, di romana Jonasan Swift “The Bubble” (1720) de, mijara hilberîn û karê bazirganî tê behskirin. Di romana “Our Mutual Friend” (Dostê me yê Hevbeş) ya Charles Dikens de ku di sedsala nozdehan de hatiye nivîsandin, mijara pereyan wek têmaya sereke tê nîqaşkirin.
Honoré de Balzac jî di “Ketin û Rabûna Cêsar Birotteau” (1837) de, behsa çîroka xwediyê dikaneke bêhniyan dike û rewşa aborî û bazirganî ya wê demê li Parisê berçav dike. Fyodor Dostoyevsky di romana “Qumarbaz” (1867) de behsa kesekî qumarbaz dike û hestên girêdayî birin û windakirina pereyan di lîstikên şensê û qumarê de dike, herwiha durûtî û şellafiya arîstokratan nîşan dide yên ku bi dev dibêjin em ji pereyan hez nakin, lê belê di rastiyê de jiyana wan li ser hîmê peristin û komkirina pereyan hatiye damezrandin.
Herwiha di berhemên Mark Twain, Guy de Maupassant, Leo Tolstoy, Robert Louis Stevenson, Anton Çexov, G.K. Chesterton û Philip Larkin de jî têmaya dirav û pereyan tê gotûbêjkirin.
Lewma em dikarin bêjin ku di jiyana sermayedarî û modernîzmê de ku mirovên dema me di nav lepên wê de wer bûne, wek Helîm Yûsif dibêje, Pere çîroka herî dirêj in û bi qewlê Karl Marks mirovan nizanîbû ku ew dê bibin nêçîr û koleyên Pere û diravên ku ji hêla mirovan bi xwe ve hatine afirandin!