KOMA WETAN Û KEREMÊ GERDENZERÎ *

Delodîniya “Beatles” ya ku di sala 1960-î de ava bibû, di 10 saliya xwe de, dema ku di serî de Amerîka û Îngilîstan, beşeke mezin ji dinyayê dabû ber “lehî” ya xwe, ciwanekî kurdê êzîdî ku li Tiflîsa Gurcistanê perwerdehiya muzîkê didît, biryar dabû ku “Rocka KurdΔ bike. Navê vî ciwanê kurd ê êzîdî ku yek ji endamên bi hezaran malbatên ji ber zilma Roma Reş neçar mabûn ji herêma Serhedê koç bikin, Keremê Teharê Gerdenzerî bû.

 

Keremê Teharê Gerdenzerî, hêj gava 22 salî ye, di sala 1974-an de, dest bi xebatên muzîka kurdî ya modern dike. Ev xortê ku “bas gîtar” bi kar dianî, du sal paşê, bi 3 hevalên  xwe ve ango di sala 1976-an de komeke muzîkê ava dike: Koma Wetan... Di koma ku sergîtarîst, solîst û rêveberê wê Keremê Gerdenzerî bû de, Rafaelê Şamilê Dasinî (perkusyon), Lêvon Gregorî Şaxbazyan (keyboard) û Emerê Sebriyê Recebî (solo-gîtar-vokal) endamên din ên komê bûn. Koma Wetan, bi vî awayî wekî “yekem koma muzîkê ya rockê” di nav dîroka muzîka kurdî de cih digire.

 

Mirov meraq dike; gelo Keremê Teharê Gerdenzerî dizanîbû ku dê koma wî ya bi navê Koma Wetan ku di sala 1976-an de ava kir, piştî 30 salan jî, ji aliyê guhdarên muzîkê ve bi dilşadî bête guhdarîkirin û bi tiliyan bête nîşandayîn? Em vê yekê nizanin lê, rastiyek jî heye ku Koma Wetan, îro bingeha hunermend û komên ku muzîka rocka kurdî pêk tînin bixwe ye. Ezê hinek “ji xwe qayîl” bibêjim,Piştî avabûna wê bi 32 salan paşê jî, ez vê komê di ser gelek komên ku niha di piyaseya muzîka kurdî de ne re dibînim. Helbet gelek sedemên vê yekê hene.

 

Li erdnîgariya ku kurd lê dijîn, ji nîveka salên 1990-î heta salên 2000-î hejmara komên ku bi awayeke profesyonel xebata muzîka kurdî dikirin û hejmara muzîsyenên ku bi tena serê xwe distran, mîna tiliyên destan kêm bûn. Bi taybetî di tevahiya gotûbêjên bi hunermendên ku rocka kurdî dikin re de, hunermend her dem navê Koma Wetan hildidin û dibêjin ku ew dibin bandora vê komê de mane. Ev yek bixwe jî girîngiya vê komê ji bo kurdan, tîne bîra me.

 

Helbet ez ne otorîteyeke muzîkê me, lê ez bawer im guhdarekî baş ê muzîkê me. Ez baş tê derdixim, ka kîjan “newa” kurdî ye û kîjan “awaz” kopiyeke xerab a muzîka kurdî ye. Lê xala ku herî zêde min eleqeder dike ev e, kom û stranbêjên kurd, zimanê kurdî çiqasî rast û dirust bikar tînin an jî bikar nayinin. Bi rastî jî sedema bingehîn a ku ez îro jî bi dilxweşî li Koma Wetan guhdarî dikim ev e ku îro jî kom, bi kurdiya xwe ya herikbar û resen, bi hêsanî xwe bi gundiyekî kurd û bi kurdekî ewropî dide guhdarîkirin.

 

Îbrahim Seydo Aydogan ku yek ji wêjevanên kurd ê ji nifşê nû ye, di gotareke xwe ya ku komeke din a muzîka kurdî dida nasîn de, li ser Koma Wetan tespîteke wisa dike ku ez serdanpê beşdarî wê tespîtê dibim.

 

“Di salên 70-yî de Koma Wetan, bi bandora Jimi Hendrix û Deep Purple, di muzîka kurdî de serdemeke nû vekiribû. Lê tiştê girîng ew bû ku Koma Wetan xwe ji kurdîtiyê û ya girîngtir jî, xweji zimanê kurdî dûr nekiribû. Eger hûn bi baldarî guhê xwe bidinê, hûnê rastî tu “eyb û şerm” ên kurdî neyên. Ev kom, di salên 90-î de ji aliyê kurdên bakurî ve hate keşifkirin. Lê di pratîkê de hunermendên din ji vê komê feyz û bandor wernegirtine!..  Cihê pirsê ye, gelo kom û hunermendên îro, dikarin bi qasî Koma Wetan bi fedakarî û kedkarî bixebitin? Pêwîst nake ku mirov bi dirêjî li ser vê pirsê hizir bike! Bersiv, bêguman “na” ye!

 

Wekî kes, ji bo min cihê daxê û istirabê ye ku hinek kom û hunermend li salonan derdikevin pêşberî bi hezaran kurdî û bi pêşkêşiya tirkî dibêjin, “Arkadaşlar, şimdi de Mihemed Şêxo’dan Ay lê Gulê’yi sizlere seslendireceğiz”. (Hevalno, niha jî emê ji we re strana Mihemed Şêxo Ay lê Gulê pêşkêş bikin) û kilam û stranên kurdî distrên. Cihê şerm û rûreşiyê ye ku îro,  gelek kesên ku muzîk, sînema û tiyatroya kurdî çêdikin, bi qasî çarîkeke gundiyekî kurd jî nikarin zimanê xwe bikar bînin. Hasilî kelam, li her derê dinyayê zimanê miletek, herî têkûz ji aliyê rewşenbîr, hunermend û mujîkjenên wî miletî ve tê axaftin, lê li cem me kurdan ev rewş berevajî ye, gundiyên kurd baştir bi kurdî dizanin. Di vî warî de sekin, ked û xebata Koma Wetan girîng e û şayanê pesindanê ye.

 

Bi rastî jî Koma Wetan, newa û melodiyên ji kedkarên muzîkê yên ku bi kurdî ramiyan û bi kurdî gotin, diyariyê me kirin. Tu caran wekî piraniya komên muzîkê yên kurd, bi farisî, tirkî, erebî û bi zimanên ewropî nefikirî û bi kurdî negot. Bêyî ku tu caran ji bîr bikin ku Serhed çavkaniya sereke ye, “stran”, “kilam” û “govend”ên herikbar ên Yêrevan û Tiflîsê, bi keftûlefteke mezin û hesreta axa xwe ya “ku tu caran nedîtibûn” hewl dan bigihînin me. Gava ez li Tirkiyeyê, kesên li ser navê pop û rocka kurdî texlîdê Haluk Levent û yên wekî wî dikin –di ser de jî texlîdeke xerab-, gotinên kurdî, awazên kurdewarî dejenere dikin, di ser de jî xwe wekî kesên hîmdarê “rock” û “pop” a kurdî lanse dikin dibînim, hurmeta min a ji Koma Wetan re qat bi qat bilindtir û zeximtir dibe.

 

Cara yekem ne ew kes bûn ku me strana “Bayê Elegezê” ji wan hîn kir?.. “Bayê Elegezê” ya ku ji pênûsa Karlanê Çaçan derketî û danerê muzîka wê jî Keremê Gerdenzerî bû… Helbet bi teksta Karlanê Çaçan û bi muzîka Gerdenzerî, bi riya vê koma xoşevîst em hogir û nasyarê strana Bayê Elegezê bibûn.

 

Elegez, Elegez

Mîna bûka gul, gevez

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyên zelal dikişin rêzê

Temam gul in çîçek fêzê

Kaniyên zelal dikişin rêzê

Elegez, Elegez

Mîna bûka gul, gevez...

 

Her wiha çendîn newa û awazên kurdewarî ku bi mohra vê komê jîndar bûne…

Em çend ji wan rêz bikin:

 

Cahaltî; Gotin: Letîfê Huseyn û Ezîzê Îsko, Muzîk: Keremê Gerdenzerî.

Perîşan; Gotin: Ordîxanê Celîl, Muzîk: Keremê Gerdenzerî.

Sînê; Gotin û Muzîk: Keremê Gerdenzerî.

Filîto; Anonîm ji Herêma Xerzan, Aranje: Keremê Gerdenzerî.

Şêna Min; Kilama Gel a Anonîm, Aranje: Keremê Gerdenzerî.

De Megrî; Kilama Gel a Anonîm, Aranje: Keremê Gerdenzerî.

 

Koma Wetan, piştî hate damezirandin, başdarî li gelek festîvalan dike û gelek konseran li dar  dixe. Di sala 1977-an di warê “Awazên Nûjen” de xelat werdigire. Di Koma Wetan de, ji bilî awazên otantîk ên kurdî, berhemên din jî gelek bûn ku bi piranî tekst û aranjeyên wan ji hêla Keremê Gerdenzerî ve hatibûn çêkirin.

 

Di sala 1990-î de, fîrmaya Aprêlêvskî Ordêna Lenîn albûma Koma Wetan derdixe. Li ser berga albûma navborî hatiye nivîsandin ku albûm, di sala 1979-an li Tiflîsê, ji aliyê fîrmaya “Melodiya” ve bi navê “Bayê Payîzê” hatiye derxistin.  

               

Di sala 1991-ê de Koma Wetan belav bû. Gerdenzeri di sala 1992-yan de koçî Moskovayê kir. Vê gavê li Fransayî dijî. Di navbera salên 1996-1998-an de, ji bo albûma “Azadî” bi Leonîd Atabekov, Nîkolay Şêstov û Aleksander Vorobyov re dixebite. Di salên 1999-2000 –î de albûma “Hewar” çêdike. Dîsa di sala 2001-ê de albûma bi navê “Stranên Kerem Gerdenzerî bi Orkestra” digihîje ber destê guhdarên xwe. Di sala 2002-yan de jî “Stranên Hilbijartî ji Albûma Keremê Teharê Gerdenzerî” di camekanên muzîkmarketan de cihê xwe digire.

 

Li derveyî welêt ez pirî caran lê geriyam. Min xwest ez pê re gotûbêjeke dûvedirêj bikim û serpêhatiya Koma Wetan jê hîn bibim. Eger ne şaş bim sala 2002-yan bû, bi kurê wî Rizganê Kerem re, li brûkselê hevnasiya me çêbû. Rizganê ku wê demê li Stûdyoyên ROJ TV-yê bi karê elektrîk û teknîkê ve mijul dibû, gava ji min re behsa bavê xwe kir û got ku ew li nêzî Parîsê di nav mercên dijwar de jiyaneke penaberî dijî, ez gelek xembar bibûm, serê min ketibû ber min, gotin di qirika min de mabûn... Niha ez difikirim û dipirsim,Gelo me çima nekarî em komeke ku bingeha “Rocka Kurdî” daniye û hê jî di vî warî de wek hîmeke sereke tê qebûlkirin, bidin jiyandin? Çima em kurd bi ser neketin ku em mercên xebata muzîkê ji hostayekî wekî Gerdenzerî re ava bikin ku wî ji her tiştî bêtir ji hunera xwe hez dikir?!..

 

Keremê Teharê Gerdenzerî di 6-ê Adara 1952-yan de li Tiflîsa Gurcîstanê tê dinê. Bavê wî Teharê Hacî Gerdenzerî û diya wî Redîfa Nacîvbeg Reşî ye…

 

Keremê Teharê Gerdenzerî, ev banga min li te ye hosteyê “Banga Elegezê”; tu bidî Xatirê Xwedê û Şemsa Nûranî, paşê jî li ser xatirê Teharê Hacî Gerdenzerî û Redîfa Nacîvbeg Reşî, me ji “sewt” û “awaz” ên xwe mehrûm neke û bêpar nehêle…

 

***

 

Ev nivîsar, di kovara bi navê “Esmer-ê” ku li Stenbolê weşana xwe dikir de, bi zimanê tirkî hatiye weşandin. Di Îlona 2008-an de pêşî di Azadiya Welat de, paşê jî di malpera Netkurdê de bi zimanê kurdî hate weşandin.Vê gavê jî bi mebesta ku kesên nexwendine bixwînin, pêşkêşî dêhn û bala xwendevanên hêja yên Rûdawê dikim…

Elegez: Elegez, li nêzîkê Yêrevanê navê çiyayekî bilind e. Navê herêma ku bi heman navî tê nasîn. Li derdora Çiyayê Elegezê û 12-13 gundên kurdan hene.

Îlon 2008, Stenbol 

 

 

 

salihkevirbiri@hotmail.com