Xelkê navçeya Silêmaniyê dijberiya desthilata YNK û PDKê dikin. Atmosfereke siyasî ya wiha li navçeya Silêmaniyê heye ku bi her rewşeke navçeyî yan cîhanî re, di rûyê desthilata herêmê de diteqin. Lê ew teqîn hertim demkî ye û piştî demekê desthilatdarên navçeyê pir bi hêsanî rewşê kontrol dikin.
Kontrolkirina teqîn û nerazîbûnên cemawerî yên Silêmaniyê ji hêla YNKê ve wek jîrî û zîrekiyeke siyasî û ewlekarî ya YNKê tê dîtin.
Emê li vir behsa hinek fakter û hokaran bikin ku dihêlin YNKê di hemû qonaxan de zora xwepêşandan û nerazîbûnên Silêmaniyê bibe û wan bêdeng bike.
Eger ez ji şert û mercên babetî dest pê bikim, divê ez îşaretê bidim du xalên sereke.
Yekem: Her nerazîbûnek li Kurdistanê di kokê de ne nerazîbûneke radîkal e ku bixwaze hemû dezgehên desthilatê hilweşîne. Lê armanca sereke ya wan nerazîbûnan nîşandana hêrsketina xelkê ji desthilatdaran e. Herwiha hewldan e ji bo hişyarkirina desthilatdaran û neçarkirina wan ji bo pêkanîna reforman di sazî û dezgehên hikûmetê de.
Lewra nerazîbûneke bi vî awayî hertim sînordar û berteng dimîne, hem di mekanîzmê û hem jî di stratejiyê de.
Duyem: Xelkê Kurdistanê bawer dikin desthilata YNK û PDKê rehên xwe kûr berdaye nav civaka kurdî û her ji wê jî peyda dibe. Ango hîn kûrahiya civakî ya desthilata YNK û PDKê heye ku, ev kûrahî piştevaniyeke mezin e ji bo mana van herdu hêzan.
Lewra fikirîna giştî wiha ye ku her hewldanek ji bo dawîanîna li desthilata YNK û PDKê bi rêya şoreşa cemawerî karesatbar e û tukes nikare pêşbîniya çarenivîsa wê bike.
Ev bawerî li ba piraniya desthilatdarên siyasî yên Kurd jî heye. Lewra tew ewên ji desthilatê nerazî jî, naxwazin rîskeke bi vî awayî bikin. Çimkî bawer dikin çarenivîsa her şoreşeke cemawerî nediyar e.
Em niha dikarin çend xalan nîşan bidin ku girêdayî awayê tevgera YNKê ne li hember wan nerazîbûnên sînordar ku li navçeya desthilata wê pêk tên.
Nerazîbûnên Silêmaniyê nerazîbûnên cemawerî yên spontan û neplankirî ne. Desthilata YNKê û hikûmet li Silêmaniyê desthilateke rêkxistî ye. Ev dike ku hertim YNK û sazî û dezgehên desthilata hakim li Silêmaniyê bikarin nerazîbûnan bêdeng bikin.
Rola hêz û aliyên siyasî di nerazîbûnên Silêmaniyê de roleke biçûk û nesereke ye. Ew tenê di warê medyayî û bi rêya beşdariya beşekî ji endamên wan – bê rêxistin – beşdarî wan nerazîbûnan dibin û tu roleke wan di dirustkirina stratejiyekê ji bo wan nerazîbûnan nîne.
Çimkî hertim ew hêz li gor ragirtina statûya xwe ya cemawerî li hember wan nerazîbûnan tevdigerin û di kokê de naxwazin xelk bi rêya daketina ser cade û kolanan mafên xwe bidest bixin, lê dixwazin xelk bi rêya bawerîkirina bi wan û bicihkirina wan di nav sazî û dezgehên fermî de û bihêzkirina helwest û gotara wan li hember desthilatdarên herêmê, bigihin mafên xwe. Ango projeya wan ne projeya guherîn û reformeke ji nişkê ve ye, lê projeya wan demdirêj e.
Lê ji ber ku YNKê hêzeke rêkxistî ye, ev xaleke bihêz dide vê hêzê ku tevgereke realîst û zîrek li hember nerazîbûnên spontan û nerêkxistî bike.
YNK baş dizane ew nerazîbûn tenê hêrsketin in û tu stratejiyeke diyarkirî li pişt wan nîne. Lewra ji pêşî ve rê dide dirustbûna wan heta sînorê ku tîn û germiya hêrsketinê bidawî tê. Piştre dema motîfa rasteqîn a nerazîbûnê tê vemirandin, bi tevgereke ewlekarî ya bilez dawî li kêferatê tîne!
Bi giştî ev tevgera YNKê di demekê de tê ku nerazîbûnan demeke dirêj domandiye, bê ku tu stratejiyeke realîst bidest xistibin. Ji ber vê yekê jî çi cemawer û tew çalakvan jî di destê çalakiyên xwe de asê mane û nizanin ber bi kû ve bibin. Herwiha xelk bi giştî bêzar bûye û zimanhalê xelkê doza bidawîanîna nerazîbûnan dike.
Eger em berê xwe bidin xwepêşandanên 17ê sibatê, emê vê rastiyê bi zelalî bibînin.
Nerazîbûnên 17ê sibatê ku bi dirêjiya 62 rojan li pey hev dubare dibûn, hemû alî bêzar û westandî kiribûn. Tew çalakvan jî ji dubarebûna heman şêweya derbirîna nerazîbûnan bêzar bûbûn. Bi tu hawî guherîn di awayê birêveçûna nerazîbûnan de nebû.
Bêhnfirehiya desthilatdarên Silêmaniyê li hember nerazîbûnan jî, çalakvan li pêşiya du egeran hîştibû yan berdewam bikin an jî dev jê berdin, çimkî guhertina stratejiyê karekî zehmet bû û ji karîna xelkê û çalakvanan mezintir bû.
Hertim bi awayekî rasterast an nerasterast YNKê xwe dike beşek ji nerazîbûnan û medyaya xwe jî bi şêweyekê araste dike ku heta radeyekê nerazîbûna xelkê nîşan bide. Timî jî alîgirên YNKê di nav nerazîbûnan de hene.
Ev siyaseta YNKê bi awayekî ye ku gelek caran YNKê bi xwe dibe berdevka nerazîbûnan. Di dema borî de, di germiya nerazîbûnên xelkê di destpêka îsal (2016) de, serkirdeyekî YNKê di civîneke rojnamevanî de piştgiriya xwe ji bo hemû daxwazên xelkê nîşan da. Bawer bikin, serkirdeyekî bilind ê YNKê doza serhildanê li dijî gendelî û desthilatdarên gendel ên Herêma Kurdistanê kir!!
Çimkî hemû desthilatên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di destê YNKê de ne, ew vê wek hêncet bikar tîne û berê piraniya xwepêşandan û nerazîbûnan her û her dide PDKê.
Hebûna postên sereke yên hikûmetê li ba PDKê û hebûna wan dosye û postan jî ku cihê pirsgirêkê ne li ba PDKê, kiriye ku YNKê bikare bi hêsanî berê nerazîbûn û rexneyên li ser sîstema desthilatdariya Herêma Kurdistanê bide PDKê.
Li navçeya Silêmaniyê dijatîkirin û rexnekirina PDKê û hikûmetê wek rengekî azadiya derbirînê jî tê dîtin û YNKê karîbû bi arastekirina nerazîbûnan ber bi aliyê PDKê, hem xwe wek navçeya azadiya derbirînê bide naskirin û hem jî xwe ji berpirsyarî û stûgirtina xirabiyan vedize.
Ji bo famkirina vê baweriyê, ew yek tenê bes e ku em bala xwe bidinê çima nerazîbûnên 17ê sibatê li pêşber şaxê çaran ê PDKê kom bûn.
Herwiha divê em têbînî bikin ku beşekî berçav ji nivîskar û rojnamevanên rexnegir ên navçeya Silêmaniyê ji YNKê bêhtir, PDKê rexne dikin.
Hin caran rexneya hinek rexnekerên YNKê ji ber wê yekê ye ka “çima YNK bûye dûvik û dûvelanka PDKê?” Lê di dawî de redkirina rasteqîn li ser vê ramana rexnegir ne girêdayî YNKî, lê girêdayî PDKê bi xwe ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse