Şînnameyek ji bo Mizgîn Hesko

Doh bi şev... şeveke asayî bû. Lîstikeke gogê li ser ekranê, dengekî nas ê hevalekî ku ji dûr ve li ser telefonê diaxivî û wext dikişand lê di bin vê rûtîna asayî de hesteke xerîb dilê min dorpêç kiribû.

Mîna ku ew axaftina dirêj û bêdawî, ew wextê ku derbas nedibû, dixwest tiştekî ji min veşêre, dixwest hatina nûçeyeke bêyom dereng bixe. Dilê min ji min re digot, "Tiştek qewimiye" û qewimîbû. Piştî ku telefon hat girtin, min rûpela Facebookê vekir û wê nûçeyê wekî birûskekê di nava tariya şevê de li min da. Mizgîn Hesko koç kiribû.

Wê gavê, ne tenê dil, peyv jî di cih de qerisîn. Bêdengiyeke giran li balkonê rûnişt. Ew bêdengiya ku li pey qêrîneke bêdeng tê. Doh bi şev, dema ku bajar di xew de bû, di wê bêdengiya kûr de, dengê Mizgîn Hesko her û her biliya. Ew siwara ku qîma xwe bi rêyên asayî nedianî, ew canê ku her tim li ber pala welatekî birîndar diherikî, çavên xwe ji vê cîhana fanî girt û ber bi bêdengiyeke ebedî ve çû.

Îro nivîsandin zor e. Bêjeyên ku divê rêz bibin û şînnameyekê birêsin, wekî "çivîkên ber oxirê" di erdhejeke giyanî de ji hev ketine. Peyvên ku ew bi xwe malxwêya wan bû, niha li wateya xwe digerin, li stargehekê digerin.

Her cara ku min nûçeya weşandina berhemeke wê belav dikir, ez bi wê re diaxivîm. Peyv di navbera me de pirek bûn. Îro ew pir hilweşiyaye. Ev ne nivîseke ji bo pesindayinê ye, ji ber ku ew ji pesindayinan dûr bû, ew di nav keda xwe de noq bû. Ev hewldanek ji bo fêmkirina wê valahiya kûr e ku wê li pey xwe hiştiye, valahiyeke ku tenê bi peyvên wê bi xwe dikare hinekî were pênasekirin.

Firişteya ku li jêr digeriya û li jor vegeriya

Adara 2020î dema ku cîhan di nav şevên nexweşiyê yên herî tarî de diçû û dihat, dema ku tirsa Koronayê wekî sîbereke reş li ser mirovahiyê rûniştibû, Mizgîn Hesko li Almanyayê di nav tenêtiya sirgûnê de, li ronahiyê digeriya.

Li firişteyan digeriya lê ne li firişteyên asîmanî, yên bi "por zêrîn û dêm sor" digeriya. Wê firişteyên rast dîtibûn, firişteyên ku ne li buhiştê, li nexweşxaneyan, di nav kolanan de, di nav pêlên tirsê de digeriyan. Wê helbesta xwe ya navdar "Korona û firişteyên li nav me" nivîsî û got:

"Berî niha

Min digot:

Firişte

Tenha li jor in

Li buhiştê ne...

Lê niha

Wan li jêr

Li nav me dibînim

Nexweşan hildigirin

Natirsin, zîz nabin

Bi hezkirinê dagirtî ne

Dil kor in."

Ev helbest ne tenê vegotineke hunerî ya webayê bû. Manîfestoya felsefeya jiyana Mizgîn Hesko bi xwe bû. Wê pîroziya asîmanan anîbû ser rûyê erdê. Wê got, "Xwedan li jor bihêlin... Û li jêr.. Li nav me binerin."

Mizgîna dilpaqij çavê me kişand ser wan mirovên ku di nav tariyê de dibûn "şemalok" di deryayên bêçarebûnê de dibûn "çiradank." Pirtûkxaneya Frankfurtê ya navdar ev dîtin, ev kûrahiya mirovî nas kir û di sala 2021ê de ew helbest wekî yek ji metnên herî baş û nûjen ên cîhanê pejirand. Dengekî Kurdî, ji zimanekî bêdewlet, di nav navdartirîn pirtûkxaneyên cîhanê de vedeng da.

Lê îroniya herî bi jan ev e: Di heman demê de ku wê firişteyên li ser erdê didîtin, ew bi xwe jî hêdî hêdî vediguhast firişteyekê. Di heman deman de, nexweşiya penceşêrê wekî dêwekî reş bi laşê wê girtibû. Ew firişteyên ku "firmêskên nedîtbar dibarînin", di rastiyê de, ew bi xwe bû.

Ew firişteyên ku "di nav pêlên metirsiyê de nimêjên jiyanê dixwînin" ew bi xwe bû ku bi pênûsa xwe li ber mirinê disekinî û sirûda jiyanê dinivîsî. Wê hingê me nizanîbû ku ev helbest ne tenê ji bo cîhanê, lê pêşdîtiniyek ji bo qedera wê bi xwe bû. Ew ê bibe ew firişteya ku li jêr, di nav me de, bi êşên xwe re jiyaye û bi berhemên xwe rê nîşanî me daye.

Ji bêhna axa Cizîrê heta bêdengiya sirgûnê

Çîroka wê li wir dest pê kir, li gundê Şilhomiyê ku gundekî Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1973yan de.

Wê li wir, di zaroktiya xwe de ne tenê ji axê, ji çîrokên dapîran, ji stranên şevbuhêrkan û ji bêdengiya deştên Cizîrê yên dûz û dorfireh, hînî yekemîn tîpên helbesta xwe bû.

Wekî ku wê bi xwe di hevpeyvînekê de ji Alî Gurdilî re gotibû, asîmanê bi stêrk, hilma axê piştî baranê, û zerê bênderan wêneyên pêşîn bûn ku di bîra wê de nexş bûn. Ew zaroktiya ku wê pirs dikir, "Gelo çima hin stêrk geş dimînin û hin dirijin?" di rastiyê de, ew lêgerîna felsefî bû ku dê tevahiya jiyana wê bidomanda.

Bavê wê, wekî wê bi xwe dabû xuyakirin, mirovekî tolerans û welatparêz, deriyên cîhaneke din lê vekiribûn; cîhanek ku tê de Quran, Incîl û Mishefa Reş wekî hev pîroz bûn. Ev mîrasa piralî, dê paşê di berhemên wê de xwe wekî kûrahiyeke mirovî ya berfireh nîşan bida.

Lê wekî her Kurdekî nifşê wê, zimanê serdestan, Erebî, bûbû zimanê dibistanê. Di destpêkê de, wê bi wî zimanî hestên xwe dirêst lê wekî ku wê bi xwe digot, "pênûs di nav tiliyên min de dilikumî".

Birîneke kûr, bêtara Helebceyê, bû ew xala veqetandinê ku zimanê wê yê dayikê ji nû ve di canê wê de vejand. Helebce ne tenê bûyer bû, ew bû sedema ku pênûsa wê li hember zimanê dagirker serî hilde. Wê demê, yekemîn helbesta xwe ya bi Kurdî, "Kes Nehiştin" di kovara Gelawêjê de weşand û êdî ew rêwîtiya pîroz a bi zimanê Kurdî re dest pê kir; rêwîtiyeke ku dê heta nefesa wê ya dawî bidomiya.

Xerîbiyê sala 1996an ew ber bi Almanyayê ve bir lê li şûna ku sirgûn bibe goristana nasnameya wê, bû keleha parastina zimanê wê. Mizgînê Kurdî ne tenê kir zimanê helbesta xwe, kir navenda jiyana xwe jî. Wê zimanê dayikê bi şîrê xwe re da zarokên xwe da ku rehên wan di axa welêt de asê bimînin.

Ji bo wê, nivîsîna bi Kurdî ne tenê bijardeyeke wêjeyî bû, ew berxwedaneke li hemberî bişaftinê û sozeke ji bo parastina bîreweriya neteweyî bû. Wê baş dizanî ku heta "gopalê bapîran û tenûra dapîran" di helbestê de hebin, em ê winda nebin. Ji ber vê yekê, di cîhana wê ya wêjeyî de, "libek genim" dibû "nexşeya dilê welatê min".

Ew di vê rêyê de ne tenê dimeşiya, ew bi firê diket. Helbest ji bo wê ne tenê ristina peyvan bû; "firîna ber bi asoyê ve" bû, asoyekî bê sînor. Ji ber vê yekê, di qalibên klasîk de asê nema. Wê ji me re digot, "Helbest hespekî bejî ye nayê kedîkirin."

Û hespê wê yê bejî, bi bezeke har, em di nav baxçeyên peyvan de digerandin. Ji Tîpên Evînê (2007) bigire heta Asoyekî tijî endeko (2008) û Di nav henasên kovanan de (2010), wê em bi xwe re dibirin nav kûrahiya hestên mirovî.

Lê di her hestî de, di her evînê de, di her kovanê de, birîna welêt her tim li wir bû. Navê dîwana wê ya çaremîn, Li ber pala welatekî birîndar diherikîm (2012), di rastiyê de, kurteya tevahiya felsefeya wê ya nivîsînê bû.

Di navbera jan û pênûsê de

Ya herî sosret û dilşewat ew bû ku di demên xwe yên herî dijwar de, Mizgîn ji her demê bêtir berhemdar bû. Zêdetirî sê salan bû ku penceşêrê nola marekî tijî jehr xwe lê pêçabû lê di wan kêliyan de ku diviyabû ew bêhêvî bibûya, wê ji êşê hêz û ji janê îlham digirt. Dema ku nexweşiyê wekî şeveke reş laşê wê dorpêç dikir, rewanê wê di xelwetgeha ronahiyê de li tewafê bû, digot:

"Nîvê şevê

Tîrêjek ji ronahiyê

Bi destên min digire

Û ber bi stêreke nenas ve

Bê bask

Min dibe!"

Ew tîrêja ronahiyê, afirîneriya wê bû ku nehişt tarîbûna nexweşiyê canê wê bi tevahî dagir bike. Di navbera emeliyat û dermanan de, wê berhemên herî bedew afirandin. Sala 2023yan du dîwanên nû (Surperiya zîvê sihirdar û Bişkojên bi roniyê mest) û tebaxa 2024an pirtûka xwe ya 14emîn Ji Ristezara Elindê weşand.

Ev ne tenê hezkirina nivîsînê bû, ew di heman demê de dersa herî mezin a berxwedanê bû. Wê nexweşî kiribû beşek ji jiyana xwe lê nehiştibû bibe xwediyê jiyana wê. Ew şerker bû û çeka wê ya yekane pênûs bû.

Mizgîn di qada wêje û peyva Kurdî de kûr çûbû. Dûr bû, bê war bû, welatê wê nebû, rabû xwe li zimên girt, ji xwe re kire mal û welat û lê hêwirî, tê de bi cih bû. Helbest mala wê ya pêşî bû, evîna wê ya bêhewî bû lê carinan ji mala xwe derdiket û serî li hin beşên din ên wêjeyê dida.

Gotar dinivîsandin, ji zimanê Almanî û Erebî jî helbest û lêkolînên wêjeyî werdigerandin zimanê Kurdî. Her wiha hin hewldanên wê yên teorîk jî hebûn. Di pirtûka xwe Jin û Pirsa Wêjeyê de, wê deriyên hizirmendiyê li ser me vedikir û bi wêrekî behsa rola jina Kurd di nav civak û wêjeyê de dikir

Wê ji me re digot ku "dayikên me, xwedanên deh destan bûn." Ew bi xwe jî bûbû xwedana deh destan; bi destekî li ber êşa xwe radibû, bi yê din li malbata xwe xwedî derdiket û bi heşt destên mayî jî ji me re peyvên nemir dirêstin.

Li ser komkujiya Ermeniyan dinivîsî û digot, "Pîrka min jî/ Û hîn di rê de/ Navê xwe ji xwe kir/ Û di bin kevirekî de/ Ew veşartî hêla…" Wê êşa mirovahiyê dikir êşa xwe û bi pênûsa xwe deng dida kesên ku dengê wan hatibû birîn.

Bi kêmî be jî keda Mizgîn Hesko bêbersiv nema. Mizgîn sala 2022yan wekî yekemîn jin, bi Xelata Seydayê Tîrêj hat xelatkirin. Ev û hin xelatên din, tenê piştrastkirina wê yekê bûn ku dengê wê yê taybet di nav wêjeya Kurdî de cihekî mayînde girtiye.

Bêdengiya ku li pey şevê ma

Lê îro... îro çi ma? Ma êdî kî dê ji me re bibêje:

"Ji temenê kulîlkan

Hîn jî spêdeyek

Rê û rêwan

Hîn jî avrêl in…!"

Na, Mizgîn. Êdî ne Avrêl e, ne Nîsan e. Şeveke Çiriya Ewilî ya bêdawî dest pê kiriye û mijeke giran li ser dilê me rûniştiye. Payîzeke sosret e, giran giran digobile. Te digot "hêvî deriyekî vekirî û bê dawî ye, êdî vegera jê xwekuştin e." Te deriyê hêviyê li ber me vekirî hişt lê tu bi xwe çûyî.

Oxir be Mizgîn, siwara ku di şeveke bêdeng de ji nav me bar kir, çû. Oxir be Mizgîn, jina ku ji bo peyvê ji dayik bû û jiyana xwe kir perestgeha wê. Peyvên te li pey te sêwî man, zarokên jî bi wan re. Em ê ji niha û pê ve, di her "ristek lale"yê de, di her "rêgeheke keskîn" de li te bigerin. Em ê di bêdengiyê de li "nexşeya rewanê" te guhdarî bikin.

Te bi pênûsa xwe, lerza dilê cîhanê hîs dikir. Dema Sibata 2023yan erdhejekê herêm hejand, te ji dûrahiya bi hezaran kîlometre, ew êş ne wek nûçeyekê lê wek birînekê li canê xwe hest kir. Te di helbesta xwe ya "Çivîkên ber oxirê" de ew qêrîn û hawar kiribûn peyv û gotibû:

"Çi spêdeyeke xembar û mijgirtî bû

Gund û şar

Kolan bi kolan

Di pêlên bêdengiyeke domdar de...

Û carekê…

dilê zemînê lerizî

Landika textîn lerizî ji hemû rexan…

Qêrîn û hawar

Di xwîna zarokekî sava û bêguneh…

Mirovanî gewizî…?!"

Wê spêdeyê, te nizanîbû ku şeveke payîzê ya melûl, ji sala 2025an, dê koçkirina te bi xwe jî dilê hezkiriyên te û peyva Kurdî bihejîne. Te nizanîbû ku ew şeva ku tu tê de çûyî, dê ji bo me bibe "spêdeyeke xembar û mijgirtî" ya têrjan. Di heman helbestê de, te bi janeke kûr pirsîbû:

"Xaniyên hilweşiyayî

ku dibin gor…

Lê nabin xanî…?!"

Ev dinya jî ji me re ne xanî ye Mizgîn, gor e! Me nizanîbû ku ev pirs, pêşbîniyek li ser laşê te yê westiyayî bû jî. Ew laşê ku xaniyek bû ji bo ruhekî pak, êdî bûye goristana bêdengiya te. Tu çûyî û te em di nav wê spêdeya mijgirtî de hiştin. Te em li gel wan "çivîkên ber oxirê" hiştin ku li ser têlên xemgîniya me kon vedane.

Oxir be, Mizgîn. Rehet rehet razê keçko, dinya pir xedar û bêrehm e. Pir hîç û pûç e. Çêbûye ku mirov tê de biêşe, nexweş bikeve û bimire. Mirin jî carek e nabe du car… Te digot, ji bêdengiya şevê hez dikim û te di wê bêdengiyê de bar kir… lê em dê li bendê bin ku tu hezkirina xwe ji seharên sibê re ji me re bibêjî…

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)