Hûn MITê çawa nas dikin?

02-11-2013
Selahedîn Çelîk
A+ A-

 

Pêşrewê wê, Dezgeha Erkên Netewî (MAH, 1927) ye. Di 1965ê de navê MITê (Dezgeha Sîxuriya Netewî ya Tirkiyeyê) distîne. Di sîxuriyê de ne bi serê xwe tenê ye; sererkantî, wezîrê karûbarên derve, polîs, cenderme, heya serokwezîrî û serokkomarî û hersê beşên bingehîn yên artêşê jî xwedî dezgehên sîxuriyê ne. Herî kêm 11 dezgehên sîxuriyê hene û sê mehan carekê, bi navê Lijneya Koordînasyon a Sîxuriya Netewî (MIKK) dicivin.

Ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye, CIA û dezgehên din ên dewletên mezin MIT techîz dikirin, mehaniyên personelên wê didan û ew kontrol dikirin. Di têkiliyan de BNDya Almanyayê ciyekî taybet digirt, BND, MIT û SAVAKa Îranê civînên vedorî dikirin. Almanan, bi derbeya leşkerî ya 1980ê, dezgeha ewleyiya tirk, bi sîstema bi kompîtûr û vîdeoyê çavdêrîkirin, şopandin û tomarkirinê dixemiland. Zavayê Kenan Evren ê MITî Erkan Gürvit ji bo OHALê (Rêveberiya Rewşa Awarte / 1987 - 2002) li Amedê jî heman sîstem ava kiribû.

MIT, MOSSAD û SAVAK

Li ser peymana fermî, îmzeyên wezîrên derve yên herdu welatan, Fatih Rüştü Zorlu û Golda Meir, hebûn (Tebax 1958, Zurîh).

MIT beyî SAVAKê nedibû. SAVAK heya 1979ê navê dezgeha sîxuriya îranî bû. Ji 1959ê ve êndamên MIT û SAVAKê li Îsraîlê di avahiyên MOSSAD’ê de dest bi perwerdebûnê û herwiha hevkariya kirêt kiribûn.

Bêguman ji serî ve mijara sereke ya MİT û SAVAKê pirsa Kurd bû. MOSSADa xwedî hunermend jî, çi ji dest dihat dikir, bedkarî û tevkarî li “hestyariyên” ‘dostên’ xwe dikir. Ev li ser êş û xwîna Kurdan bazirganiyeke qirêj bû.

Ji girtina Ocalan (1999) heya komkujiya Roboskê (28.12.2011), tevkariya MOSSADê (û CIA) berbiçav e. Ji fermandeya Batmanê, firokeyên bêpîlot, Heronên Îsraîlê, bi personelên teknîkî yên îsraîlî, li himberî şervanên kurd daneyên sîxurî û operasyonê ji artêşa tirk re kom dikirin. MOSSADê sîxuriya polîsan jî ji bîr nedikir, bi rêya şîrketa bi navê Hospro (1993) çekên taybet, demançeyên dengbir û teqemenî didan koma taybet ya Mehmet Agar û bi wan çekan bi dehan karsaz, bazirgan, bûrokrat û rewşenbîrên kurd dihatin kuştin.

MIT rêxistineke çawa ye?

Heya dawiya salên 2000an, ji bilî çarên dawî, hemû rawêjkarên MITê ji binemaliya leşkerî dihatin. Bi rêznameyî, endamên leşkerî herî zêde 1/3 bûn. Lê serbaz li ser kaxizê teqawîd dibûn, an jî xwe ji leşkeriyê vedikişandin û weke kesên sîvîl derbasî MITê dibûn. Payebilindkirin û tayînên MITê jî di destê sererkaniya leşkerî de bû. Raporên MITê ewilî diçûn sererkaniyê, dûvre serokwezîriyê. MIT dezgeheke leşkerî bû.

Erdogan gellek tişt guhertine. Erê, lê ne nîşana başiyê ye. MITa îro nimûneya lihevkirin û yekparebûna AKPê û artêşê ye.

MIT ji dijminên derve zêdetir, bi “yên navxwe” ve mijûl dibû. Di serdema 1970-1980an de bi hezaran rewşenbîr, mamoste û sendîkavan û bi tawanbariya cudaxwaziyê bi hezaran Kurd weke kesên fikare- û zerardar tomar kirin. Û îro jî; MIT, ji bilî bazirganan, kesên ku derdikevin derveyî Tirkiyeyê jî deq dike, derbarê wan de zanyariyan kom dike.

Di 1970an de Koşka Ziverbeyê (Stembol) ciyê êşkenceya kontergerîlla û MITê bû. MITiyên bi operasyonan navdar Hiram Abas û Mehmet Eymur bûn. Abas li Libnanê li himberî Ermenî û Kurdan ketibû operasyonan (1990ê li Stembolê hat kuştin). Temenê Eymurê teqawîd bi neyartiya Kurdan tijî ye.

Di 1971ê de budçeya MITê 6 mîlyon, 1981/231 mîlyon, 1989/42 milyar 750 mîlyon lîre bû. Piştî kontrola AKPê (serdema Hakan Fidan) û bi lireyê nû; 2010/523 mîlyon, 2013/995 mîlyon bû û ji bo 2014ê 1 milyar 58 mîlyon lîre hatiye destnîşankirin, ku ew ji butçeya serokwezîrî û gellek wezîriyan zêdetir bû. Gava mirov mezinbûna butçeyê bide ber çavên xwe; însanan ji bo li wan êşkence bê kirin, bên tomarkirin, deqkirin û kuştin, weke berdêla kefenê, pere didan MITê.

Nîjadperestên û mafyaya MITê

Di 1980an û 1990an de berpirsyarê MITê Metin Gunyol li Ewropayê nîjadperestên MHPyî di êrişên li himberî kes, komel, bîrdarî û kargehên Ermeniyan bikaranîn. Hêj di 1980-1982yê de Mehmet Eymurê navborî li Sofyaya Bulgaristanê dima, bi mafyaya tirk û kujerên MHPyî re têkilî dadimezrand. Ku yek ji wan Mehmet Alî Agca bû û ew kujerê rojnamevanê tirk Abdi Îpekçî bû (1979, Stembol) û xwestibû Papa Johannes Paul II. jî bikuje (Roma, 1981) .

Di 1983yê de MITê mafyaya kevneşop pelişand, ji nîjadperestan mafyaya nû ava kir, ku di nav baronên nû yên MITê de Alaattin Çakici, Kurşat Yilmaz, Sedat Peker, Dirêj Alî, Nurullah Teyfik Ağansoy, Tarik Umît û Samî Hoştan hebûn. Û hemûyan jî di kuştinên Kurdan de cih girtibûn.

Rêxistinên MITê û neyartiya Kurdan

Ji girtina 49 rewşenbîrên kurd (1959) û Qempa Sêwasê ya Mişextiyê (1960-1963) heya mêrkujiyên serdema 1990an, di hemû sûcên li himberî Kurdan de beşdariya MITê heye. Kujer Mahmut Yildirim, di JITEM û Koma Taybet de zilamê MITê bû.

19.01.1994ê li Hewlêrê rêvebirekê Kizilayê bi navê Can Cemal di êrişeke çekdarî de mir. Navê wî yê rast Cenan Kocahakimoğlu bû, him jî rayedarekî bilind ê MITê bû. Termê wî li Enqerê bi beşdarbûna generalan rakirin. Di 1995ê de dîsa li Başûr Orhan Bulut, Yaşar Mutlu û Mithat Okan bi nasnameya Kizilayê hatin kuştin, ku hersê jî endamên MITê bûn.

Kizilay dezgeheke xêrxwaziyê ye! Ji mînakên jorê eşkere ye ku weke rêxistineke MITê kar dike. Ne tenê Kizilay, bi dehan dezgehên bazirganî, çapemenî, hevkarî û xêrxwaziyê weke dezgehên MITê tên bikaranîn. Ajansa Pêşdeçûn û Hevkariyê ya Tirkiyeyê (TIKA) û Weqfa Arîkariya Mirovahiyê (IHH) dezgehên bi vî rengî ne.

Babeta navenda mijarê

Bi îdiaya rojnamevanê amerîkî David Ignatius (Washington Post); ji ber hêrsa serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan li himberî Îsraîlê, MITê navê 10 sîxurên îranî yên li Tirkiyeyê ji bo Îsraîlê dixebitîn dane Tehranê û herwiha him çavkaniyeke girîng xitimandiye, him jî jiyana wan kesan xistiye xeterê.

Ji mijarê du encamên misoger:

MOSSAD û MIT sûcdarên hevkariyê ne û CIA û MOSSAD ji tevgera MITê ne dilxweş in.

MIT û SAVAMA bi domdarî di nav têkiliyan de ne, bi taybetî li ser pirsa kurdî. Tevî hemû nakokiyan jî, qet naxwazin bên ji destê xwe berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst