Sînem û Feqî

Sînem efsaneyeke me ye. Du Sînem hene. Yek Sînema Feqî ye, Xweda rehma xwe lê bike. Keça mîrê Hîzanê bûye. Kurik lê aşiq bûye. Feqî jî ew anî ziman. Xwedê rehma xwe li Feqî bike, wî xebateke hêja ji bo me kiriye. Kurik çi qasî çû li ser navê wî keçikê ji mîr xwest, mîr neda. Mîr kete rikê. Ew kurê aşiq jî li dinyayê ket. Li gorî rîwayetên ku me bihîstî, mîr gotiye: "Heta tu libasê bûkê, tiştekî wisa biqîmet, bikî nava qutiya cixareyê û bînî, ez ê paşê keça xwe bidim te." Mexseda wî ew bû ku nede wî, astengiyekê jê re çêke. Dilê keçikê jî li ser kurikî heye. Dilê kurikî jî li ser keçikê heye. Her du aşiqî hevdû ne. Tu eşq bêyî keçikê nabe.

Eşq du cure ne: Yek mecazî ye, yek îlahî ye. Ewilî mecazî dest pê dike. Eşqa mecazî heta hedefekê ye. Gava ji wê hedefê derbas bû, mîna Mem û Zînê. Dema Mem di hepsê de bû, li Zînê aşiq bû. Belê, rojek hat, Zîn ji dinyayê derket û Mem bû aşiqê îlahî. Li ser vê îtîqadê çû rehma Xwedê. Ev bûn bûk û zavayên axiretê.

Vêca kurik jî mîna Mem aşiq bûbû, heft salan li dinyayê ketibû. Geriya geriya û nekarî zanibe ku dê vê çawa peyda bike. Hinek mirovên bi aqil gotiyê: "Bavê min, mîr bi hîleyan li te digere. Wî nedaye û naxwaze bide te. Ev xwesteka wî tenê li gel periyan, li gel ecinîyan peyda dibe. Li gel mirovan ev nîne, ne mumkin e ku hebe, ku tu bikî qutiya cixareyê û bînî."

Ya hatiye rîwayetkirin, keça mîrê periyan gotiye xîdama xwe: "Ev belengazê han hinde sal û zeman e li dinyayê digere. Aşiq e û dildara wî jî nexweş e jibo wî. Ka dê bigihêjê, nagihêjê, Xwedê vê zane. Werin em qenciyekê lê bikin." Libasê bûkê peyda dikin. Dikin nava qutiyekê, mîna qutiya cixareyê.

Dibêjin: "Ev e ji bo te, here keçikê bixwaze." Heta ew gihîşte nava bajêr, wê rojê keçikê emrê Xwedê kir, Sînemê emrê Xwedê kiriye. Emrê Xwedê kiriye, xelk ketiye heyfa wê. Dilkulî çûye, negihîştiye miradê xwe. Keçikeke bedew bû, gundî, bajarî û her kes ketiye xema wê. Her kes li ser gora wê kom bûye, komeke mezin li ser gora wê kom bûye. Hatiye şûştin, tedarîkên wê hatine kirin. Gora wê hazir e, tabûta wê hazir e. Kurik kete nav bajêr. Got, "Wey, ev e hat."

Mela got, "Gelî cemaetê, ev mirovê hanê Xwedê kerameta xwe pê kirîye. Hûn şahid bin, ev mirovê hanê dê were ser ziyareta, naçe mala bavê keçikê." Kurikî yekser berê xwe da nav ziyaretan, qesta nav meqberê kir û silav da cemaetê û rûnişt.

Cemaetê gotê: "Tu bi xêr hatî."

Gotê: "Hêviyeke min heye, Seyda."

Mela gotê: "Kerem bike."

Got: "Seyda, hûn dê misade bikin ez ê serê Sînemê deynim ser piyê xwe û halê xwe û yê wê bêjim."

 Îro were yeee

 Lêziman were, cîrano were, xelkên gund hûn rayekê li min bikin

 Îro qewî girîn min tê

 Îro qewî li min tê girî

 Sosin li mêrgan xeyirîn

 Sed heyfa lêvên şekirî

 Êdî venaxwin şerbetê

Cemaet ji bo halê wî girîn. Rabûn Sînem veşartin û telqîna wê xwendin. Ji derdê Sînemê, kurik jî li wir emrê Xwedê kir.Nav me da navdar e: Sînema Mîrê Hîzanê

Sînem delalê bêjin e dayika Sînemê

Sînem nexweş e

Bêjin hosta û berhosta bila nexşînin kêl û ferş e

Ya Reb tu tembîhê bide mişk û maran

Bila qebrê tarî nexwe nîşan û xalên çavên reş e

Sînem delalê

Bêjin dayika Sînema min

Sînem kewî ye

Bêjin hosta û berhosta bila nexşînin kêliya

Bila tembîh bikin mişk û maran

Nexwin nîşan û xalên dîriya

TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên Mehmet GUR ên li qadê pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.